Rapbêj Senar Rendayî albûma xwe ya nû weşand. Albûma Senar Rendayî ji 7 stranan pêk hatiye. Wî bi xwe gotin ji stranên xwe re nivîsîne û muzîkên wan çêkirine. Her wekî albûma xwe ya par a bi navê “Hatin”ê.
Navê albûma Senar Rendayî ya nû “Bîrdozî” ye. Abdullah Kirbaş mîna albûma wî ya yeke, di ya duyem de jî mîx-masteringên stranan çêkirine.
Renda gotinên stranên xwe ji mijarên cuda cuda yên jiyanê hilbijartine ku evîna axê, welat, evîndarî û yên mîna wan in.
Kom Muzîkê, albûma Senar Rendayî derxistiye.
Derbarê Senar Rendayî de
Senar Renda di sala 1988an de li Geverê ji dayik bûye. Piştî lîse qedandiye, li Navenda Çandê ya Geverê kar kiriye. Li wir dersên govend û dîlanê dane û dest bi lêkolînên çandê kiriye.
Di sala 2022yan de albûmek bi navê “Hatin” derxistiye.
(FD)