Di bernameya duyem de Tahir Baykuşak bi moderatoriya Serhat Bozkurtî wê behsa girîngiya kovara Rojî Kurd û yên piştî wê bike. Her weha wê taybetmendiyên serdemê û rewşa civak, siyaset û weşangeriya kurdan di vê bernameyê de wê nîqaş bikin.
Bixwîne - Serdar Ay: "Kovar ji bo kurdan forma xwederbirînê ye"
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Ayî di bin sernavê “Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkiyeyê” de behsa taybetmendî û qonaxên kovarên kurdî kiribû.
Bernameya duyem a Rêzewebînarê wê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi kurdiya kurmancî be.
Derbarê Tahîr Baykûşakî de
Li bajarê Farqînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li heman bajarî kuta kiriye. Di sala 2001ê de dest bi Zaningeha Dicleyê kiriye. Li vê zaningehê fakulteya perwerdeheyî beşa mamostetiya polê xilas kiriye. Di sala2014an de li zaningeha Bilgiyê di beşa dîrokê de master kiriye. Teza xwe ya masterê li ser Kovara Jînê (1918-1919) û rola çapemeniyê ya di netewesaziyê de nivisandiye. Endamê Koma Xebatên Kurdolojî û Enstituya Kurdî ya Stenbolê ye.
Derbarê Serhat Bozkûrtî de
Li beşa Dîrokê ya Zanîngeha Stenbolêxwendiye. Mastera xwe li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mîmar Sînanî kiriye. Teza xwe li ser “Mudiriyet-î Umumiyye ya Aşâîr û Muhacirînan” nivîsandiye. Yek ji endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê û amadekarê pirtûka “Rojî Kurd 1913”yê, Emîr Bedirxan, Hînkera Zimanê Kurdî, Kurdistana Osmanî ye. Di çendîn pirtûk û kovaran de gotar nivîsandine.
Rojî Kurd
Piştî ku di Tîrmeha 1908ê de Meşrûtiyeta 2yem hate ragihandin li ser xaka Osmaniyan Kurdan cara pêşiyê mafê birêxistinbûn û weşanê bidest xistine. Kurdan cara yekem di vê demê de ango di sala 1912yê de rêxistineke ciwanan ava kirine ku navê wê Hêvî, Komeleya Xwendekarên Kurd bûye. Komeleyê di 19ê Hezîrana 1913yê da bi navê Rojî Kurd kovarek weşandine. Rojî Kurd yekem kovara kurdan e û mehê carekê hatiye weşandin. Lê Komeleyhe bi tenê 4 hejmar ji vê kovarê derxistiye. Kovar di wê demê de weşana xwe kiriye ku Şerên Balkanan dewam dikir, di jiyana siyasî ya Osmaniyan de guhertinên mezin pêk dihat. Di vê kovarê de gelek rewşenbirên kurdan ên wê demê nivîsandine.
Komeleyê kovar ji bo fikrên nû di nava civakê kurdan de belav bike weşana xwe kiriye. Lewre piştî demekê desthilatdariyê ev rewş ji bo xwe weke xetereyek dîtiye û weşana Rojî Kurdê bidawî kiriye. Weke ku di van demên dawî de jî em dibînin, kurdan wê demê jî, piştî girtina Rojî Kurdê bi navê Hetawî Kurdê kovareke din derxistine.
Ji bo ku hûn bikarin beşdarî bernameyê bibin divê forma qeydkirinê tijî bikin.
Ji bo formê bitikîne
Webînara Di Weşangeriya Kurdî de KovargerîDi 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. Bernameya RêzeWebinarê1. 3ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 "Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkîyeyê" Axiver: Serdar Ay Moderator: Adnan Çelik Ziman: Kurmancî 2. 10ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19.00 “Di dema Meşrutiyeta Duyem de yekem kovara Kurdan: Rojî Kurd” Axiver: Tahir Baykuşak Moderator: Serhat Bozkurt Ziman: Kurmancî 3. 17ê Adara 2021ê Çarşem Saet 19:00 “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” Axiver: Ronayî Onen Moderator: Serdar Şengul Ziman: Kurmancî 4. 24ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî (1949-1971)” Axiver: Adnan Çelik Moderator: Derya Aydın Ziman: Kurmancî 5. 31ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di salên 1990î de rewşa kovargeriya Kurdî û Kovara Rewşenê” Axiver: Engin Sustam Moderator: Namık Kemal Dinç Ziman: Tirkî 6. 7ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di weşangeriya kurdî de nûçegîhaniya kovaran” Axiver: Gunay Aslan Moderator: Ferid Demirel Ziman: Tirkî 7. 14ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovar û kovargeriya jinan ên kurdan” Axiver: Rojda Yildiz Moderator: Eda Bazancir Ziman: Tirkî 8. 21ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovara Vateyê: Dibistana Kirmanckiyê” Axiver: Deniz Gunduz Moderator: Canan Efe Ziman: Kirmanckî 9. 28ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di kovargeriya Kurdî de ekola Nûbiharê” Axiver: Suleyman Çevik Moderator: Ferid Demirel Ziman: Kurmancî |
(SO/FD)