Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
RêzeWebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” mijara webînara çaran “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî” ye.
Di bernameya çaran de wê Adnan Çelîk bi moderatoriya Derya Aydinê behsa kovargeriya kurdî a li Ewropayê bike.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Di bernameya duyan de Tahîr Baykûşakî behsa Rojî Kurdê, yekem kovara kurdan û di ya sêyan de jî Ronayî Onenê behsa kovara Hawarê kiribû.
Digel ku di salên dawiyê de li ser weşangeriya kurdî û weke beşeke weşangeriya kurdî, li ser kovargeriya kurdî hin xebat hatibin kirin, gelek kêm xebat li ser weşangerî û kovargeriya kurdî ya dema Şerê Sar li Ewropayê hene. Weşangerî û kovargeriya kurdî ya li Ewropayê di nava tevgera siyasî û çalakî ya tevgera xwendekarên kurd de hîmeke girîng a ji bo avakirina tevnê bû. Ev tevger bêhtirê wan ji Herêma Kurdistanê, ji hêla xwendekarên kurd ên li Ewropayê ve hatibû avakirin û di sala di sala 1949an de dest pê kiribû, di salên 1960î de gihîştibû asta herî bilind. Di nava van kovaran de Dengê Kurdistan ya Ciwanên Kurd ên Demokratîk, Hêviya Welêt a Cemiyeta Xwendekarên Kurd li Ewropayê û Çiya ya ku Hemreş Reşoyî derdixist balê dikişînin.
Bernameya çaran a Rêzewebînarê wê 24ê Adarê roja çarşemê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi kurdiya kurmancî be.
Ji bo forma beşdariyê bitikîne
Derbarê Adnan Çelîkî de
Di sala 1983yê de li Amedê ji dayik bûye. Piştî ku ji Fakulteya Zanistên Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê qedandiye lîsansa xwe ya bilind li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Selçûkê xwendiye. Teza xwe ya doktorayê li ser dînamîkên pevçûnan ên di navbera kurdan de, sala 2018ê li Paris-EHESSê pêşkêş kiriye. Tevlî Namık Kemal Dinçî projeyeke ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî bi rê v biriye ku di encamê de pirtûka bi navê “Nifira Sedsalê: Li Pey Şopa Bîra Civakî 1915 Diyarbekir (2015)" nivîsandiye. Tevlî Lucie Drechselová edîtoriya pirtûka "Kurds in Turkey: Ethnographies of Heterogeneous Experiences (2019)" kiriye. Heta niha di çendîn kovar û pirtûkan de gotarên Çelîkî hatine weşandin. Ji sala 2019ê û vir ve li Zanîngeha Sciences Po Lille ya Navenda Lêkolînên Zanistî ya Netewî ya li Fransayê (CNRS) weke lêkolînerê paş-doktorayê kar dike.
Derbarê Derya Aydinê de
Beşa Antropolojiyê li Zanîngeha Yedîtepeyê xwendiye. Li Fakulteya Huner û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Sabanciyê di beşa Xebatên Çandî de mastera xwe kiriye. Teza xwe bi navê “Goristan û Merasîmên Yadkirinê: Di Civaka Kurdan de tundkarî, mirin û şîn” nivîsandiye. Di saziyên sivîl de û hin projeyan de weke lêkolîner kar kiriye. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Toplum ve Kuramê û Lijneya Mutewellî ya Weqfa Zanê ye.
Webînara Di Weşangeriya Kurdî de KovargerîDi 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. Bernameya RêzeWebinarê1. 3ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 "Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkîyeyê" Axiver: Serdar Ay Moderator: Adnan Çelik Ziman: Kurmancî 2. 10ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19.00 “Di dema Meşrutiyeta Duyem de yekem kovara Kurdan: Rojî Kurd” Axiver: Tahir Baykuşak Moderator: Serhat Bozkurt Ziman: Kurmancî 3. 17ê Adara 2021ê Çarşem Saet 19:00 “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” Axiver: Ronayî Onen Moderator: Serdar Şengul Ziman: Kurmancî 4. 24ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî (1949-1971)” Axiver: Adnan Çelik Moderator: Derya Aydın Ziman: Kurmancî 5. 31ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di salên 1990î de rewşa kovargeriya Kurdî û Kovara Rewşenê” Axiver: Engin Sustam Moderator: Namık Kemal Dinç Ziman: Tirkî 6. 7ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di weşangeriya kurdî de nûçegîhaniya kovaran” Axiver: Gunay Aslan Moderator: Ferid Demirel Ziman: Tirkî 7. 14ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovar û kovargeriya jinan ên kurdan” Axiver: Rojda Yildiz Moderator: Eda Bazancir Ziman: Tirkî 8. 21ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovara Vateyê: Dibistana Kirmanckiyê” Axiver: Deniz Gunduz Moderator: Canan Efe Ziman: Kirmanckî 9. 28ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di kovargeriya Kurdî de ekola Nûbiharê” Axiver: Suleyman Çevik Moderator: Ferid Demirel Ziman: Kurmancî |
(FD)