Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza Geziyê îro dewam kir. Osman Kavalayê ku hezar û 488 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye û 52 kesên bersûcên doza ÇArşiyê ne, tên dadgehkirin. Heyeta dadgehê daxwaza tehliyekirina Osman Kavalayî qebûl nekir.
Bixwîne - Osman Kavala 4 sal in girtiye
Li gorî biryara heyeta dadgehê wê li bendî zeftkirina bersûcên ji derveyî Tirkiyeyê ne. Her weha dem nema ku beşek ji bersûcan paraznameyên xwe pêşkêş bikin. Ji bo ew jî bikaribin paraznameyên xwe pêşkêş bikin, wê dadgehkirin roja 17ê Kanûna Paşiyê dewam bike.
Beriya danişîn pêk were, Piştevaniya Taksîmhe li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Parlamenterên CHP, HDP û TÎPê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
Ji Odeya Mîmaran Esîn Koymenê metna ku hatiye amadekirin xwend û wiha got: “Careke din reşkirina we ya Berxwedana Geziyê ya bi destê darazê, bêfêde ya. Em ê destûrê nedin ku hûn rastiyan berovacî bikin. Em ê destûrê nedin we ku hûn bi senaryoyên xwe yên siparîşkirî, berxwedana me ya milyonan mirov ji bo maf û daxwazên xwe yên demokratîk, li parkan, li qadan, li kolanan, ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke mirovane qirêj bikin.”
Kavala beşdar nebû
Piştî civîna çapemeniyê koma qerebalix, beşdarî danişînê bû. Danişîn di saet 10.30 deqîqeyan de destpê kir. Osman Kavala beşdarî danişînê nebû.
Kavalayî beriya niha gotibû, ji ber gotinên Serokomar Erdoganî yên derbarê wî de derfet nemaye darizandineke adil pêk were û ew ê êdî beşdarî danişînan nebe û xwe neparêze.
Di danişînê de parêzerên bersûcên di doza ÇArşiyê de tên dadgehkirin axivîn. Parêzer Omer Kavîliyî xwest, heyeta dadgehê wê biryara xwe careke din binirxîne ku gotibû bila doza Osman Kavalayî û ya ÇArşiyê bi hev re pêk werin. Kavîliyê her weha xwest ku bersûc demildest beraet bikin.
Piştî axavtinên parêzerên doza ÇArşiyê, heyeta dadgehê navber da dadgehkirinê. Dadgehkirin saet 13.50 deqîqeyan de destpê kir.
Piştî danişînê careke din destpê kir, bi dorê careke din parêzeran parazname pêşkêş kirin.
Heyeta dadgehê ji dozger Edîp Şahînerî xwest ku nêrîna xwe aşkere bike. Şahinerî jî got ku bila daxwaza cidakirina doza koma ÇArşiyê û ya Geziyê neyê qebûlkirin û Osman Kavala girtî bimîne.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/FD)