Cemre Nayir di danişîna yekem de bi şertê kontrola edlî serbest bû
Seroka Komeleya Polen Ekolojiyê Cemre Nayir di operasyona li dijî sosyalîstan de di 3ê Sibatê de hatibû desteserkirin û piştre bi tohmeta ku "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. Danişîna yekem a dozê îro pêk hat.
Nayir ji Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) anîn danişîna 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Piştre Nayir li dijî îdianameyê parastina xwe kir.
Nayir diyar kir ku wî îddîaname lêkolîn kiriye û weha got: “Tevî ku min çend caran xwend jî, min ji îdianameyê tiştek fehm nekir. dozger tenê transferên pereyan nivîsiye. Delîlên ku sûcdariya min îsbat dikin, nînin.”
“Îdaname trajîkomîk e”
Piştre parêzerê Nayir, Azad Katar mafê axaftinê girt. Katar behs kir ku tiştên di îdianameyê de hatine nivîsandin bi zelalî nayên fêmkirin. Dozgeriyê îdianame bi awayekî serûbin û bêserûber amade kiriye û bal kişand ser wê yekê ku delîlên îdîayan nîne weha got:
“Di îdianameyê de ne dîrok, ne jî kes diyar in. Di vê qonaxê de, muwekîlê min bêyî agahiyên dîrok û kesan, dikare çawa parastinekê amade bike? Di rapora MASAKê de behsa 17 transferên dravan ên bi 12 kesan re tê kirin, lê agahî nîne ku ev drav di kîjan çalakiyê de û ji bo çi hatine bikaranîn. Rewşeke zelal a ku endamtiya rêxistinê îsbat bike, tune ye.
Behsa qeydên guhdarîkirina telefonê tê kirin, lê daxwaza nivîskî ya van qeydan di dosyeyê de nîne. Muwekîlê min bi axaftineke telefonê ya ku ji bo daxistin û daliqandina tabela komeleya ku seroka wê ye kiriye, tê sûcdarkirin. Dîsa bi heman awayî, di îdianameyê de behsa belgeyekê tê kirin. Lê belê ev deftera muwekîlê min e. Di îdianameyê de hewldan hatiye kirin ku ev wekî materyalekî dîjîtal bête nîşandan. Ez tenê dikarim bibêjim ku ez vê îdîanameyê trajîkomîk dibînim.
Ji bo parvekirinên medyaya civakî jî em dibînin ku naveroka wan bi ti awayî di îdîanameyê de cih negirtiye. Parvekirinên muwekîlê min, retweetkirina parvekirinên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ne. ESP, li gorî Qanûna Partiyên Siyasî hatiye avakirin û partiyeke rewa ye. Partiyeke weha ye ku dikare bikeve hilbijartinan û welatî dikarin dengê xwe bidinê. Jixwe di nav naverokan de tu hêmanên sûc jî nînin. Di parvekirinên navborî de tu beyanek ku parvekirinên rêxistinê rewa nîşan bide jî tune ye.
Hêmanên sûcê endamtiya rêxistinê diyar in. Li gorî Dadgeha Bilind, divê kes di nav struktura hiyerarşîk de cih bigire, temsîliyeta xwe dabe rêxistinê, navê kod bi kar bîne û pêwendiya organîk hebe. Lê di vê dosyeyê de yek ji van jî tune ye. Rewşeke berbiçav ya ku nîşan bide muwekîlê min endama rêxistinê ye, nîne. Di vê qonaxê de em daxwaza berdana wî dikin.”
Dadgehê piştî parastina Azad Katar 10 xulek navber da danişînê. Heyeta dadgehê ya ku piştî navberê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê xwest ku Cemre Nayir bi şertê kontrola edlî serbest bibe. Dadgehê qedexeya derketina dervayî welat û şertê ku hefteyê rojek îmzeyê bide li ser Nayir sepand.
Tê çaverêkirin ku Nayir îro ji Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) bê berdan.
(HA/AY)
Hewldana 78an: Divê Taksîm bi qanûnî bibe Qada 1ê Gulanê
Rojnameger Tugçe Yilmaz: Tişta ku li vir tê darizandin pîşeyê min e
Astengiya aboriyê a li pêşiya lêgerîna edaletê: Xerciyên pisporan ên di dozên jîngehê de bi mîlyonan e
“Wergirtina telîfê nabe hêcet ji bo sûcdarkirina bi endametiya rêxistinê”
Ji ber Meşa Rûmetê doz li rojnameger û aktîvîstan hat vekirin