TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Doza Gezîyê
Dadger Sercan Karagozê ku xwestibû Kavala bê berdan, ji bo Agiriyê hatiye wezîfedarkirin
HSKyê duh êvarê (17ê Tîrmehê) biryarnameyek weşandiye û ragihandiye ku dadger Karagoz ji bo Agiriyê hatiye wezîfedarkirin.
18 Tîrmeh 2023
Çîgdem Mater: Ez hêvî dikim ku li wê Dadgeha Bilind dadwer hebin
“Bendewariya min ew e ku ew dadwer li gorî hiqûqê, Destûra Bingehîn û peymanên navnetewî tevbigerin, lewre berovacî wê, ne ji bo 7 kesên di vê dozê de girtî lê ji bo hiqûqê wê deriyên gelekî tarî vebin.”
12 Tîrmeh 2023
Parlamenterê TÎPê Can Atalay hîna tehliye nekirine
Malbat û hevalên Can Atalayî, Parlamenterê TÎPê yê Hatayê beriya merasîma sondxarinê ya li Parlamentoyê, kampanyayek li ser medyaya civakî daye destpêkirin.
2 Hezîran 2023
Dadgeha Îstînafê cezayên ku di "Doza Geziyê" de hatine dayîn, pesend kiriye
Daîreya 3yem a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê cezayê ku dadgeha herêmî li Osman Kavala, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçiyî birîbû, besend kiriye.
29 Kanûn 2022
OSMAN KAVALA 5 SAL IN KU GIRTÎ YE
“Bêhiqûqî ne tenê li min dibe”
Osman Kavalayî di peyama xwe de gotiye: “Li gorî nêrîna min, di navbera girtina welatiyan a bi rengekî kêfî û mirina karkeran a di dema karkirinê de û karesatên madenan de têkiliyek heye, ev ji ber feraseta ku qiymetê nade jiyana mirovan pêk tê.”
1 Mijdar 2022
FESTÎVALA FÎLMÊN TIRKÎ YA BERLÎNÊ
Derhêner, lîstikvan û çêkeran piştgirî daye Çîgdem Materê
Lîstikvan, derhêner û çêkerên beşdarî bernameya vekirina festîvalê bûne ji Çîgdem Materê re azadî xwestiye.
15 Îlon 2022
Kavalayî giliyê dozgerê îdianame nivîsandiye kiriye
Kavalayî gotiye, dihate zanîn ku ya xwarin bi Henry Barkeyî re xwariye Asli Aydindaşbaş e, lê bi tohmeta sîxurtiyê, bi israr wî di girtîgehê de dihêlin.
1 Îlon 2022
Dadgeha Destûrî serlêdanên sê girtiyên doza Geziyê nepejirandiye
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Tayfûn Kahraman, Mucella Yapici û Can Atalayî ya ji bo tehliyebûnê, nepejirandiye. Kahraman, Yapici û Atalay di doza Geziyê de hatibûn girtin.
26 Tebax 2022
Ji bo girtiyên Doza Geziyê kampanyaya nameyan hatiye destpêkirin
Vê Şemiyê (27 Tebax 2022) mafparêz wê di saet 10:30an de li Postexaneya Kadikoyê kom bibin û ji kesên ku di Doza Geziyê de hatine girtin re kartpostalan bişînin.
24 Tebax 2022
Osman Kavala: Dozgerî dizanîbû ku min bi Henri Barkeyî re xwarin nexwariye
Piştî Henri Barkeyî aşkere kir ku wî xwarin ne bi wî, lê bi Asli Aydintaşbaşê re xwariye, Osman Kavalayî daxuyaniyek weşandiye: "Dadgehkirinên nehiqûqî di bin bandorên siyasî de û bi îdianameyên ku dozger rastiyan vedişêrin, diguherînin, li gorî teoriyên komployê binav dikin tên amadekirin pêk tên."
8 Tebax 2022
Henri Barkey: Min û Osman Kavalayî bi hev re xwarin nexwariye
Henri Barkeyî ji bo wê îdiaya ku dibêjin wî û Osman Kavalayî bi hev re xwarin xwariye û vê ji bo tawana sîxuriyê bikar tînin gotiye, “Min wê şevê ne bi Kavalayî lê mi rojnamegerekî/e tirk ê/a navda re xwarin xwar."
29 Tîrmeh 2022
Kavala: Biryara DMMEyê nîşan da ku yasayan ji bo armancên siyasî bikar tînin
Osman Kavala biryara dawî ya ku Daîreya Mezin a DMMEyê şîrove kiriye û gotiye: “DMMEyê di biryara xwe ya duh di diyar kiriye ku pêkanînên nehiqûqî û bandorên siyasî yên li ser pêvajoya darazê hîna dewam dikin.”
12 Tîrmeh 2022
DMMEyê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye
Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye û gotiye ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên têkildarî biryarên DMMEyê cîbibî nekiriye.
11 Tîrmeh 2022
FEMÎNÎSTAN SERDANA NOBETA EDALETÊ KIR
“Em ji bo Mucela, Çîgdem, Mîne û dîlgirtiyên din ên Geziyê deng derdixin”
Femînîstan serdana Nobeta Edaletê kir ku TMMOBê ji bo girtiyên doza Geziyê dane destpêkirin. Ferîde Eralpê got ku, “Mucella, Çîgdem, Mîne û dîlgirtiyên din ên Geziyê li girtîgehê ne, kujer azad azad in û digerin, tên xelatkirin.”
24 Hezîran 2022
Ji Fona Fîlman a Hambûrgê silav ji Çîgdem Materê re şandine
Serokê Fona Fîlman a Hambûrgê Helge Albersî ji beşdaran re gotiye, “Ez ji we hemûyan dixwazim ku hûn bi qasî deng biçe Enqereyê derbixin.”
22 Hezîran 2022
DOZA GEZIYÊ
7 kesên ku ceza stendibû serî li Dadgeha Destûrî dane
Parêzerên Doza Geziyê ji bo muwekîlên xwe yên ji aliyê 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibûn girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.
10 Hezîran 2022
Di Festîvala Fîlman a Ûçan Supurgeyê de silav ji Çigdem Materê re şandine
Fîlmê bi navê "Disturbed earth" ê ku Dîdem Pekun derhêner, Çîgdem Mater jî çêkera wê ye li Festîvala Fîlman a Ûçan Supurgeyê duh yekem car hate nîşandan.
1 Hezîran 2022
Ekîba fîlmê “Rojên Ziwahiyê” daxwaza azadkirina Çîgdem Materê kiriye
Hesabên fermî yên medyaya civakî yên Festîvala Fîlman a Cannes-ê çalakiya ku daxwaza azadkirina Materê dikir, weşandiye.
24 Gulan 2022
Emîn Alper li Cannesê axiviye: Dilê me û bala me li ser Çîgdemê ye
Derhêner li Festîvala 75an a Fîlman a Cannesê axiviye û gotiye: “Ez spasiyên xwe ji hempîşeya xwe û çêkera hevpar a fîlmê me dikin. Niha ne bi me re ye, lewre di encama dozeke komîk de ew şandin girtigehe.”
23 Gulan 2022
Doza Geziyê | Konseya Ewropayê wê du raportoran bişîne Tirkiyeyê
Raportorên ku tên wê di navbera 18 û 20 Gulana 2022an de li Stenbolê û Enqereyê lêkolîn û hevdîtinan bike.
16 Gulan 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
RTÜKê ji ber “Gezî”yê ceza li 4 kanalên televizyonê biriye
Ahmet Şik û Ozgur Ozel piştî ku dadgehê biryara xwe aşkere kir, li derveyî avahiya edliyeyê axivîbûn û kanalên televizyonê ev daxuyanî weşandibû. RTUKê axavtinên Şik û Ozelê weke sûc hesibandiye.
11 Gulan 2022
Ji bo 8 kesên di Doza Geziyê de hatin girtin, 888 kesî giliyê xwe kiriye
888 welatiyan daxuyaniyek weşandiye û gotiye: "Di pêvajoya Geziyê de wan çi kiriye me jî heman tişt kirin. Ger ew sûcdar bin, em jî sûcdar in. Em giliyê xwe li bal dozgerî dikin ku em û ew di fikr û raman û çalakiyan de yek in."
10 Gulan 2022
Girtiyên Doza Geziyê: "An wê kîndarî yan jî wê demokrasî biser bikeve"
Girtiyên ji ber Doza Geziyê ji Girtîgeha Sîlîvrî û ya Bakirkoyê peyameke hevpar weşandiye: "Em ê edaletê, biratî/xwişkiyê, wijdanê, azadiyê û helbet Geziyê biparêzin."
9 Gulan 2022
Ji PEyê biryara ‘Osman Kavala’: Tirkiyeyê pêvajoya bi YEyê re bi dawî kir
Parlamentoya Ewropayê biryara cezayê muebbeta girankirî ya ku di doza Geziyê de li Osman Kavala hatiye birîn “bi gotinên herî tûnd şermezar kiriye û gotiye ku hikûmeta Tirkiyeyê "bi zanebûn pêvajoya bi YEyê re bi dawî kir"
5 Gulan 2022
Çîgdem Materê peyamek weşand
Çîgdem Materê di peyama xwe de got ku "Ez dengê we, gotinên we, piştgiriya we dibihîzim, dizanim. Her hebin. Ez gelekî baş im, lewre em mafdar in. Ji Bakirkoyê hezkirinên xwe dişînim.”
5 Gulan 2022
Kavala: "Doza Geziyê rewşa ku dadgerî di nav de ye derxist holê"
Osman Kavala cezayên ku di Doza Geziyê de hatine dayîn nirxandiye û gotiye, "Biryar kêfî ye; bi binpêkirina normên hiqûqî yên di bin zexta siyasî de hatiye girtin."
4 Gulan 2022
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Ji bo Çîgdem Mater azad bibe kampanya hatiye destpêkirin
Di hesabê Twîtterê yê bi navê '@freecigdemmater'ê de hatiye diyarkirin ku kesên dixwazin peyaman ji bo Matera ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiye bişîne, dikarin peyamên xwe bigihîne ber deste wan.
3 Gulan 2022
198 nivîskaran bertek nîşanî biryarên Doza Geziyê dane: Em natirsin
Ahmet Umît, Asli Erdogan, Cezmî Ersoz, Bîrhan Keskîn, Bûket Ûzûner, Elîf Şafak, Hakan Biçakçi, Haydar Ergulen, Sema Kaygusuz, Umît Koçak, Yekta Kopan û Zeynep Oral jî di nav de gelek nivîskaran bertek nîşanî biryarên dadgehê di Doza Geziyê de stendine, dane.
29 Nîsan 2022
Yekitiya Baroyên Navneteweyî: Biryara derbarê Kavalayî de betal bikin
Anne Ramberg, Hevseroka IBAHRIyê gotiye, "Girtin û cezakirina Kavala ne tenê rê li ber beralîkirina edaletê vekir. Di heman demê de çawaniya darizandinên li dijî mafparêzan yên ji aliyê dewletê ve jî da diyarkirin."
28 Nîsan 2022
Festîvala Fîlman a Berlînê bertek nîşan daye biryara Doza Geziyê
Berlinaleyê di daxuyaniya xwe de gotiye, "Em biryara dadgeha Tirkan bi tundî şermezar dikin". Her weha ji bo Çîgdem Matera sînemager a hatiye girtin jî gotiye, "Dosta Berlinaleyê ye."
28 Nîsan 2022
Hunermendan bertek nîşanî biryara Doza Geziyê dane
Lîstikvan, muzîkjen û nivîskaran bertek nîşanî biryarên ku li Doza Geziyê derketine, dane.
27 Nîsan 2022
IHD û TIHVê têkildarî biryara doza Geziyê daxûyanî dane
Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ji bo biryara doza Geziyê daxuyaniyek hevbeş dane û gotine, “Em biryara ku di Doza Parka Geziyê de hatiye dayîn qebûl nakin”
27 Nîsan 2022
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver