Li Tirkiyeyê welatiyên ku ji bo ekolojiyê têdikoşin û rêxistinên jîngehê, li ber derê dadgehan bi xercên pisporên astronomîk û keşfê re rû bi rû ne.
Xercên pisporan li Gumuşhaneyê 94 hezar TL, li Îzmîrê 180 hezar TL û li herêma Marmarayê jî gîhaştiye 1.5 mîlyon TLyî. Ev xercana li pêşiya têkoşîna lêgerîna maf bûye astengiyeke mezin.
Di meha Gulanê de, bangek ji aliyê Polen Ekolojiyê ve li ser medyaya civakî hate parvekirin ku bal kişandibû. Di bangê de hatibû ragihandin ku dadgehê ji bo dozek li dijî projeya madenkariya zêrê bi siyanur ya ji aliyê SSS Madenkariyê ve li gundê Aksuya Gumuşhaneyê hatiye destpêkirin, ji bo xerca şahidên pispor 94 hezar TL dabîn kiriye. Şîrketa SSS Madenkariyê serbi Yildizlar Holdîngê ye.
Di bangê de hatibû gotin ku "Ev xercên şahidên pispor ên zêde ên ku di dozên jîngehê de hatine diyarkirin rê li ber lêgerîna edaletê digirin”. Û ji raya giştî daxwaza hevgirtinê dihat kirin.
Ji Polen Ekolojiyê Cemil Aksu weha behsa pêvajoya li pişt vê dozê dike:

*Cemil Aksu
Ji sedî 93ê rûbera Gumuşhaneyê ji bo lêgerîna madenên weke paxir, zîv û zêr hatiye rûxsatkirin. Di nav van qadan de, qadên daristanan, çandiniyê, çêregeh û qadên niştecihbûnê jî hene. Hema hema tevahiya vî bajarê piçûk dixwazin ji bo madenê were vekirin.
Me ji bo biryara “ÇED pêwîst nake” a ji bo madena gundê Aksuyê were betalkirin doz vekir. Lêbelê, ji bo xercê şahidê pispor 94 hezar TL derxistin pêş me. Ji bo gundiyan ne mimkûn e ku vî pereyî bidin. Me banga hevgirtinê kir û bi beşdariyên welatiyên hestdar me ev pere berhev kirin.
Aksu bi bîr dixe ku tenê çend sal berê, dozên jîngehê pir hêsantir bûn:
"Di sala 2016an de li Derya Reş Apê Kazim (Delal) hebû ku ji Rîzeyê ye.Li dijî projeyên santralên hîdroelektrîkê (HES) têdikoşiya. Apê Kazim ji bo vekirina dozê û pereyê şahidê pispor bide, çêleka xwe firot. Îro ne çêlekê hûn gund jî bifiroşin, nikarin van xercan bidin."
Li gorî Aksu, lêçûn bi zanebûn têne zêdekirin da ku welatî û rêxistinên civaka sivîl ji vekirina dozan dûr bikevin:
"Xercên şahidên pispor ji bo şîrketan bûye weke mertal. Ev lêçûn niha astengiya herî mezin e ji bo welatiyên ku li mafên xwe digerin."
Li Ergeneyê 1.5 mîlyon TL mesref

Derya Tolgay û Nevîn Sungur
Xercê pisporê ku li gundê Aksu yê Gumuşhaneyê hatibû xwestin, bi rêya hevgirtinê hate dayîn. Pêvajoya darazê a li dijî madenê berdewam dike. Lêbelê, rewşek wisa li herêma Marmarayê jî diqewime. Ji înîsiyatîfa "Marmara Yaşasın" (Bijî Marmara) Derya Tolgay, xerca ku ew di doza li dijî Ergene Derin Deniz Deşarj A.Ş. li Tekirdagê de pê re rû bi rû mane weha vedibêje:
"Ji me 1.5 mîlyon TL xercê pispor hat xwestin. Di îtîraza me ya destpêkê de, di şandeya pisporan de hîdrolog (zanyarê pispor ê çerxa avê) jî tunebû. Pîvan ne bes bûn. Me analîzên berfireh û laboratîf xwest. Xercê ku ji bo vê yekê hat xwestin pir zêde bû. Tu welatiyek an înîsiyatîfek sivîl nikare vê xercê bide."
Li gorî dosyayên dozê, Enstîtuya Zanistên Deryayî ya Zanîngeha Stenbolê ji bo xebata pispor 1,200,000 TL pêşkêş kir û şîrketek jî ji bo analîzên kîmyewî 296 hezar û 520 TL pêşkêş kir.
Tolgay diyar kir ku wan heta niha 148 hezar TL xerc kirine, lê bi vê daxwaza nû, barê giştî dê ji 1.5 mîlyon TL derbas bibe. Daxwaznameya ku ji dadgehê re hatiye şandin vê ya wiha rave dike:
"Derbarê aliyên darayî yên Zanîngeha Stenbolê û laboratûara analîza kîmyewî (pêşniyar), biha pir zêde ye dema ku meriv li gorî karê pêşbînîkirî û pêşniyarkirî difikire û ji bo kesên doz vekirine ne mimkûn e ku van pereyan bidin.
Kesên doz vekirine ne ji bo berjewendiyên xwe lê ji ber hesta berpirsiyariyê ya li hember jîngehê, civakê û zarokên xwe vekirin.
Di vê qonaxa dozê de, kesên ku doz vekirine ku ji bo berpirsiyariya civakî vekirine, ne mimkûn e ku xerca keşif, şahidê pispor û analîzê ya bi qasî 1,500,000 TL bidin."
"Em di nav nediyariya Don Kîşotî de ne"
Di danişîna dawî ya 25ê Hezîrana 2025an de, dadgehê daxwaza ji bo tedbîra demkî qebûl nekir; lêbelê, dosya hîn jî di lêkolîna pispor de ye. Li gorî Tolgay, ev têkoşîn ne tenê kesên doz vekirine, tevahiya Marmarayê eleqedar dike:
"Ji bo ku mixek din li darbesta Marmarayê neyê xistin, divê Ergene Derin Deniz Deşarj A.Ş. demildest rijandina ava qirêj a xwe ya nav deryayê rawestîne. Şîrket ji bo vekolînê vekirî nîne, lê mijarên din jî di bin sir û nihêniyê de ne. Agahiyên rast ên li ser mîqdara rojane ya bermayiyên ku dikevin Deryaya Marmarayê nayên zanîn. Di vê qonaxa dozê de, em di nav nediyariya Don Kîşotî de ne ku li dijî aşên bayê şer dikin.
Lêbelê, di vê dozê de, em ne bi xeyalên Don Kîşot re rû bi rû ne, bi wê rastiyê re rûbirû ne ku şîrket, Deryaya Marmarayê bi rengekî bêveger qirêj dike û ji hêla rayedarên bilind ve bi perdeyek tarîtiyê tê parastin.
Ji Ergeneyê bo Deryaya Marmarayê jehrî tê rijandin. Musîlaj encama herî berbiçav a vê yekê bû. Doza me doza parastina Marmarayê ye. Lêbelê bi van lêçûnan destên civaka sivîl tên girêdan. Kes nikare bi bihayên ewqas bilind dozê ji bo jîngehê veke.
Dema ku hûn lê dinêrin, hûn şîrketek dibînin ku jîngehê qirêj dike û dibe sedema wêrankirina ekolojîk. Li ser vê yekê pere qezenc dike. Lê ji aliyekî din ve, beşek heye ku hewl dide xwezayê biparêze û berjewendiya giştî dide pêşiyê û hemî lêçûnan li ser vê beşê bar dikin. Xercên ku têne xwestin pir zêde ne.”
Pirsgirêka ku ketiye rojeva siyasetê

*Evrim Rizvanoglu
Ev astengî ne tenê di rojeva rêxistinên jîngehê de ye, di heman demê de di rojeva siyasetê de ye jî. Evrim Rizvanoglu wê demê parlamentera DEVAyê bû û niha jî parlamentera CHPê ya Stenbolê ye. Di Gulana 2025an de pêşnûmeyek pêşkêşî Parlamentoyê kir. Di pêşnûmeyê de destnîşan dike ku "Divê xezîne dê hemî an jî beşek ji xercên şahidên pispor ên di dozên berjewendiya giştî de ku ji bo parastina jîngehê, mal û milkên xwezayî, çavkaniyên xwezayî, an mîrata çandî têne vekirin, bide."
Pêşnûme niha di Komîsyona Plandanîn, Budçe û Hiqûqê de ye. Meclîs jî di betlaneyê de ye. Betlane di 1ê Cotmehê de diqede. Nayê zanîn ku pêşnûme dê kengê ji Lijneya Giştî re were şandin, lê Rızvanoglu têkoşîna xwe didomîne.
Rızvanogluyê ji bo motîvasyona xwe ya pêşkêşkirina pêşnûmeyê weha got, "Li vî welatî dema welatiyek dixwaze jîngehê, daristan û ava xwe biparêze û ji bo vê dozê veke, rastî dîwarekî mezin ê aboriyê tê. Ji wan xercên ji 100,000 TL heta 1.5 mîlyon TL têne xwestin. Ev hejmar ne ew in ku gundiyek, kedkarek ango çalakvanek jîngehê dikare bide."
"Derdê min ev e: Hûn nekarin ji welatiyekî re bibêjin, 'Dibe ku hûn rast bin, lê heke pereyên we tune bin, hûn nekarin biçin dadgehê.' Dozên jîngehê ne ji bo berjewendiya takekesî ye, ji bo pêşeroja me hemûyan têne vekirin. Ji ber vê yekê ez ji bo rakirina vê astengiyê ketim nava liv û tevgeran. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê li ser pereyan e; ew li ser wê yekê ye ku hûn dikarin li mafên xwe bigerin an na."

*Xerca şahidê pispor 1 milyon TL (bêyî KDV) ku di Doza Ergeneyê de tê xwestin.
"Dixwazin bitirsîne û bêdeng bikin."
Rızvanoğlu dibêje ku xerca bilind a pisporan mirovan neçar dike ku dev ji dozên rewa jî berdin:
"Ez dikarim vê rewşê wiha kurt bikim: Dixwazin bitirsîne, asteng û bêdeng bikin. Welatî dixwazin mafên xwe yên destûrî bi kar bînin lê bi astengiyên aborî re rû bi rû dimînin.
Lêbelê, dozên jîngehê ne ji bo berjewendiya takekesî ye, ji bo mafê civakê yê bi hev re jiyanê têne vekirin. Ji ber vê yekê, min di pêşniyara xwe de, xwest ku ev bar ji bo xezineyê were veguheztin. Ji ber ku di dozên ku berjewendiya giştî tê de ye, divê dewlet jî lêçûnê hilgire."
Di pêşnûmeya xwe de Rızvanogluyê xala 36em a Destûra Bingehîn nîşan daye ku ‘azadiya her kesî ji bo serlêdana dadgehê û lêgerîna edaletê’ heye û xala 56em jî destnîşan dike ku ‘ parastina jîngehê him berpirsiyariya dewletê ye û hem jî berpirsiyariya welatiyan e’. Her weha Rizvanogluyê bi bîr xistiye ku benda Dadgeha Destûrî (AYM) nîşan dide ku "mafê gihîştina dadgehê divê ne tenê bi awayekî teşeyî di heman demê de bi awayekî darayî jî peyda bibe:
"Mafê darizandineke adil ne tenê dayîna daxwaznameyek ji bo dadgehê ye. Gihîştina delîlan, raporên pisporan û encamên lêpirsînê yên ku wê daxwaznameyê xurt dikin jî beşek ji darizandineke adil in. Ger di vê qonaxê de ji welatiyekî re were gotin 'Pêşî 500 hezar Lîreyên Tirkî razîne', ev tê vê wateyê ku bikaranîna rastîn a vî mafî tê astengkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn prensîbeke pir zelal jî danî. Wate 'tenê gotina 'derî vekirî ye' têrê nake; divê welatî bi rastî bikaribin ji wî derî derbas bibin.' Tiştê ku di dozên jîngehê yên li Tirkiyeyê de diqewime tam berevajî vê yekê ye. Derî vekirî xuya dike, lê divê hûn bi mîlyonan fatûreyan bidin da ku hûn têkevin hundir. Di vê rewşê de, mafê gihîştina dadgehê li ser kaxezê heye, lê di pratîkê de tune.
Îro, dozên jîngehê bûne dozên ku tenê ji hêla kesên ku dikarin parêzerên bihêz bigirin û xercên bilind bidin ve têne vekirin. Ev bi prensîba serdestiya hiqûqê, mafên jîngehê û dadweriya AYMê re nagunce."
"Divê lêgerîna maf luks nebe."
Cemil Aksu bi bîr xist ku gundî ne tenê ji bo axa xwe, ji bo her kesî xwezayê diparêzin:
"Ev mirovana bi rastî ji bo hemû zindiyan têdikoşin Ew daristanan, avê û çêregehan diparêzin. Lê şîrket tên parastin û li ber welatiyan barîkat li dû barîkat tên danîn."
Derya Tolgay hişyariyek bi heman rengî dide: "Ger ev pere bên dayîn, kes nikare dozê li ser jîngehê veke. Dozên ku ji bo qenciya civakê têne vekirin, di pratîkê de ji bo dewlemendan dibin luks."
Di dozên jîngehê yên ku îro li seranserê Tirkiyeyê têne vekirin de tişta diyarker ne tenê raporên zanistî bi xwe ne, di heman demê de pirsa, kî dê lêçûnên wan raporan bigire ser xwe ye. Li Gumuşhaneyê, gundiyan bi rêya hevgirtinê karîbûn 94,000 TL berhev bikin. Lê li Marmarayê, bihayê 1.5 mîlyon TL wekî astengiyek mezin li pêşiya lêgerîna edaletê radiweste.
Ev ‘dîwarê aborîyê ku li pêşiya welatiyên ku dixwazin jîngehê biparêzin, hatiye danîn, ne tenê di têkoşînên herêmî de, di heman demê de li Tirkiyeyê di mafê gihîştina edaletê de jî bûye yek ji nîqaşên herî krîtîk. (HA/TY/AY)







