Hewldana 78an kesên ku di 1ê Gulana 1977'an de li Taksîmê jiyana xwe ji dest dabûn, li Kazanci Yokuşuyê bi bîr anîn. Nîmet Tanrıkuluyê di bîranînê de axivî û got: 'Me Komkujiya Gulana 1977an ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin. Taksîm Qada 1ê Gulanê ye, em ê dev jê bernedin.'"
Her weha Tanrikuluyê diyar kir ku qedexekirina bîranînên 1ê Gulanê yên li Taksîmê, tê wateya qedexekirina 1ê Gulanê bi xwe. Tanrikuluyê bi bîr xist ku di 1ê Gulana 1977'an de li Taksîm û Kazanci Yokuşuyê 43 kesî jiyana xwe ji dest daye û weha got:"
“‘43 hevalên me; ji ber polîtîkayên 'tûnd' ên desthilatdarên kujer û zûmreya leşkerî-sivîl a cûntager hatin qetilkirin. Xwîna hevalên me li vê qadê û li Kazanci Yokuşuyê rijiya; tevlî ax, dar û şînahiya vê qadê bû."
Tanrıkuluyê destnîşan kir û got, "Em nikarin vê meydanê, hevalên xwe û xwîna wan a li erdê û di bin axê de, bi gotina Ahmed Arif "wisa xemgîn, wusa xerîb" bihêlin û herin', da zanîn ku di ser re 49 sal derbas bûne lê berpirs nehatine darizandin, rûbirûbûna rastiyan pêknehatiye û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bîrdariyek nehatiye çêkirin."
Tanrıkuluyê destnîşan kir ku Taksîm ne tenê bi bîra 1ê Gulanê, bi Berxwedana Geziyê jî xwedî wateyeke giştî û siyasî ye û weha got:
"Li vê qadê Berxwedana Geziyê jî qewimî. Di vê qadê de ji bo nifşên ciwan ên ku dixwestin cîhanê biguherînin asoyên nû vebûn. Taksîm qadeke giştî ye, qadeke azadiyê ye."
Tanrıkuluyê amaje bi qadên giştî yên li bajarên cuda yên cîhanê kir û diyar kir ku wekî Meydana Sor a li Moskovayê, Tiananmen a li Pekînê, Concorde a li Parîsê, Times a li New Yorkê, Trafalgar a li Londonê û Meydana Bajarê Kevn a li Pragê; Taksîm jî qada hevdîtin û îtîraza gelan e.
Tanrıkuluyê got: "Mirovê modern, mirovê ku îtîraz dike ye. Mirov ji van qadan îtîrazên xwe û daxwazên xwe tînin ziman. Naxwazin îtîrazên me bibihîzin, qadên me yên azadiyê yên giştî qedexe dikin."
Tanrıkuluyê anî ziman ku dixwazin giştîbûna Qada Taksîmê ji holê rakin û got: "Zilmê li mirovahiya pêşverû ya Tirkiyeyê dikin ku xwedî li meydanên azadiyê derdikevin."
Tanrıkuluyê diyar kir ku 'destjêberdana ji Taksîmê' tê wateya dûrketina ji qadên ku têkoşîna azadî û wekheviyê lê girseyî dibe; her wiha got ku ev yek tê wateya “windakirina rih û cîhana wateyê ya ku berdewamiya mekanan ava kiriye.”
Tanrıkuluyê polîtîkayên veguhertinê yên li Taksîmê jî rexne kir û weha got: “Dixwazin nirx û sembolên xwe yên paşverû serwer bikin. Dixwazin siyaseta AVMya mîna Dibistana Topçuyan, mizgeft û kûlliyeyê li Taksîmê û ji Taksîmê ber bi derve ve belav bikin.”
Tanrıkuluyê di dawiya axaftina xwe de sê daxwaz dubare kirin:
“Qada Taksîmê, Qada 1ê Gulanê ye; divê wekî ‘ Qada 1ê Gulanê’ bi qanûnî were qebûlkirin. Sûcdar û hêzdarên komkujiya 1ê Gulana 1977'an divê werin darizandin. Ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, divê li serê Kazanci Yokuşuyê bîrdariyek were çêkirin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane qornefîl danîn serê Kazanci Yokuşuyê. Girseyê bi hev re Marşa 1ê Gulanê got.
(HA/AY)







