Ji ber ku fotografên nûçeyan yên rojnameger Bîlal Seçkîn di Yeni Ozgur Politika û PolitikArtê de hatibûn weşandin doz lê hatibû vekirin û bi tohmeta ku "endamê rêxistina terorîst a çekdar e" dihat darizandin. Serdozgeriya Komarî a Eskîşehîrê biryar da ku ji bo darizandinê tu sûcek nîne û biryara neşopandinê da.

Hejmara rojnamegerên hatine deserkirin derket 9an, dema desteserkirina wan rojek hat dirêjkirin
Dozgeriyê di biryara xwe de ragihandiye ku Seçkin di navbera salên 2021 û 2022an de 17 caran ji şîrketa bi navê “Medya Presse und Werbeagentur GmbH” ya li Almanyayê ye bi tevahî 5,195 € wergirtiye û Seçkin jî di îfadeya xwe de gotiye ku "li hember fotografên ku ji Yeni Ozgur Politikayê re şandiye" ev pere hatiye dayîn.
Dozgeriyê destnîşan kir ku naveroka fotografên navborî ne diyar e ku çi tê de hene û ti delîlên berbiçav tune ne ku têkiliya rasterast a Seçkin bi PKKê re nîşan bidin.
Dozgeriyê di biryarê de diyar kiriye ku wan delîl bi dest nexistiye ku Seçkin beşek ji hiyerarşiya rêxistinê ye, perwerdehiya îdeolojîk/leşkerî wergirtiye, fînanse peyda kiriye, an jî li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kiriye. Herwiha got ku ti delîl tune ku dozê li dijî Seçkin veke. Ji ber vê yekê, biryara neşopandinê da.
"Tişta rastîn ew e ku divê lêpirsînên bi vî rengî neyên vekirin."
Piştî biryarê Bilal Seçkin bi bianetê re axivî û bi bîr xist ku ew di Mijdara 2024an de bi rojnamegerên din re hatiye desteserkirin û got, "Nûçeyên ku me çêkiribûn, fotografên ku me kişandibûn û nûçeyên bi telîf yên ku me ji bo Ozgur Politikayê çêkiribûn wekî sûc hatin nîşandan. Ez 9 meh di bin kontrola edlî û qedexeya derketina derve de jiyam. Pasaporta min hate betalkirin, vîze û bilêtên bernameyên min yên derveyî welat betal bûn, dest danîn ser alavên min û planên min ên şexsî hatin astengkirin. Duh dozgeriyê biryara neşopandinê da; ev wekî ku me ji destpêkê ve gotiye, tê wê wateyê ku rastî derketiye holê. Lê tişta rastîn ew e ku divê lêpirsînên bi vî rengî neyên vekirin."
Her weha Seçkin bertek nîşanî şêwazê desteserkirinê da û got: "Her çiqas navnîşana me hemûyan diyar bû û dema ku bang li me bikira dê me hemûyan jî îfadeya xwe bida, lê dîsa jî bi ser malên me de girtin û em desteserkirin. dikarîbûn biçin cem wan û îfade bidin, wan em girtin.Hevalên me yên ku bi min re hatin girtin hîn jî têne darizandin û îmzeyê didin. Divê tedbîrên ku li ser hevalên me yên ku bi awayekî neqanûnî hatine girtin û pîşeyên wan hatine krîmînalîze kirin werin rakirin. Her weha em daxwaz dikin ku hevkarên me yên ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatine girtin demildest werin berdan. Rojnamegerî temînata mafê gihîştina agahiyan a gel e."
Seçkin bi bîr xist ku rojnamegerî karekî civakî ye û bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: Lêbelê li Tirkiyeyê rojnameger ji bo ku rastiyê digihîne gel, bi zextên darazê, desteserkirin û bi lêpirsînên cezayî re rû bi rû dimînin. Bi taybetî kesên ku binpêkirinên mafan, bûyerên civakî û polîtîkayên dewletê bi awayekî rexneyî dikin nûçe, zêdetir rastî zextan tên. Dema em karê xwe yên pîşeyî dikin, nûçeyan çêdikin û fotografan parve dikin wekî sûc nîşan didin. Lêbelê, azadiya çapemeniyê ji bo demokrasiyê girîng e; sûcdarkirina rojnamegeriyê, êrîşek rasterast li ser mafê gihîştina agahiyan e yên gel e. Wekî ku me ji destpêkê ve got, rojnamegerî ne sûc e."

Polîsan nûçegîhana bianetê Tugçe Yilmaz desteserkirin û wê bişînin Eskîşehîrê
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehîrê de polîsan di 26ê Mijdarê de li Stenbol, Amed, Enqere û Batmanê bi ser malên rojnameger, nivîskar, helbestvan û karîkaturîst de girtin. Di encamê de heşt kes desteserkirin. Di nav kesên ku hatine desteserkirin de nûçegihana bianetê Tugçe Yilmaz jî hebû.
Di nav kesên desteserkirî de Mehmet Uçar û Hamza Kaan (Bilge Aksu) hatin girtin. Yên din piştî çar rojan desteserkirî man bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamegerên hatin desteserkirin wiha ne:
Tugce Yilmaz, Roza Metîna, Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Mehmet Ûcar, Havîn Derya û Suzan Demîr.
Her wiha derhêner Ardin Dîren, helbestvan Hicrî Îzgören, nivîskar/werger Omer Barasi, karîkaturîst Dogan Guzel, hunermendê fotografan Emrah Kelekçier, koordînatorê weşanê Baver Yoldaş, akademîsyen Abdurrahman Aydin, aktîvîsta LGBTI+yan Berfîn Atlî û Serap Guneş jî di nav kesên hatine desteser kirin de ne.






