Jii ber hevpeyvîna wê ya bi ciwanên Ermenan re derbarê edîtora bianetê Tugçe Yilmazê de bi îdiaya ku “dewleta Komara Tirkiyeyê piçûk xistiye(TCK 301)” doz hatibû vekirin. Danîşîna dozê duh pêk hat.
Danişîn li 2emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Stenbolê ku li Çaglayanê ye pêk hat. Parêzerên Yilmazê, Deniz Yazgan, Batîkan Erkoç ji Komeleya Xebatê Medya û Hiqûqê (MLSA) û Elif Ergin ji Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) li danişînê amade bûn.
Girseyek qelebalix ji bo danişînê bişopîne hatibûn. Dost û hevalên Yilmazê, rojnamevan, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên azadiya derbirînê di salona dadgehê de cihên xwe girtin. Profesorê Tenduristiya Gel Onur Hamzaoglu, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Erol Onderoğlu û, Nûnerê Tirkiyeyê yê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Ozgur Ogret danişîn şopandin.
Berî ku danişîn dest pê bike, dadger ji ber ku salon gelek piçûk bû kesên li salonê li pêyan xwestin danişînê bişopîne kirin der. Piştre danişînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.

Edîtora bianetê Tugçe Yilmaz serbest bû
"Tu bingehek qanûnî nîne"
Yilmaz li dijî îdianameyê parastina xwe kir û got, "Sedema ku ez îro li vir im ew e ku weke rojnamegerek piştî ku min azadiya xwe ya derbirînê ya bi qanûnan parastî ye bikar anî, giliyê min li CIMERê hatiye kirin."
Parastina Yilmazê weha ye:
"Dema ez diçûm mala xwe polîsan ez rawestandim û bi gumana 'revê' şevek desteserkirî mam. Piştre jî fêr bûm ku ez weke sûcdareke bi pergala kontrolkirina rû a dijîtal şopandin e. Ev tenê di rêzefîlmek polîsiyea bi senaryoyek xirab de dikare çêbibe.”
Di demekê ku nîqaşên aştiyê berdewam dikin de, darizandina min a tenê ji ber nûçeyekî ku min çêkiriye, tê wateya çavtirsandinê. Divê ez bi bîr bixim ku pêvajoyek aştiyê bi Ermenistanê re jî berdewam dike. Piştî gelek salan, Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan li ser vexwendina Serokkomar hat Tirkiyeyê û naha tê payîn ku deriyên sînor vebin û bazirganî di navbera her du welatan de dest pê bike.
Ji ber vê yekê, ez dixwazim destnîşan bikim ku tişta ku li vir tê darizandin pîşeyê min e ku min ji sala 2015an vir ve her roj bi heman kelecan û meraqê vî karê xwe dikim. Wekî kesek ku tenê hewl dide ku pîşeyê xwe baştir bike, ez bawer dikim ku bingehek qanûnî tune ku ez ji bo mijarek wusa nakok û nezelal were darizandin.”
Yilmazê daxwaza beraeta xwe kir û axaftina xwe bi bîranîna Hrant Dink bi dawî kir, ku ew jî di TCK 301ê de hate darizandin û paşê hate kuştin.

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn
Her weha piştre parêzerên Yilmazê Denîz Yazgan û Batihan Erkoç parastin kirin.
Dadwer ji dozger nêrîna wî a derbarê esasê de xwest. Dozger ji bo nêrîna xwe amade bike daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaza dozger pejirand û danişîn taloqî saet 14:30ê 21ê Nîsana 2026an kir.
(HA/AY)






