Trendyolê firoşgeha ku berhemên kurdî difirot girt
Firoşgeha Mirza Kitap Hobi ya ku li ser platforma Trendyolê pirtûkên kurdî û berhemên çandî difirot, hat girtin. Xwediyê Pirtukakurdiyê Bawer Berşev destnîşan kir û got, "Berhemên bi kurdî û yên derbarê Kurdan de, bi awayekî sîstematîk tên astengkirin."