Îro, 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ye.
Li Stenbolê bi banga Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê mîtînga 1ê Gulanê tê lidarxistin.
Foto: Vecih Cuzdan (Endamên sendîkayê yên ku di bin baranê de ji bo meşa 1’ê Gulanê amadekariyan dikin, li dorapankartên ku li ser wan “Em bibin yek, em biguherînin” nivîsî ye kom dibin. Li ser zemînê şil, pankartên DİSK’ê û flamayên sendîkayê derdikevin pêş; tê dîtin ku beşdar bi baranparêz û sîwanên xwe li qada kortejê li bendê ne.)
Navnîşana li Kadıkoyê qada îskeleyê ye
Ji bo mîtînga ku bi dirûşma “Ji bo ked, edalet, aştî û demokrasiyê em bibin yek, em biguherînin” tê lidarxistin, kortej li ser du milên cuda dest bi kombûnê kirin.
Meşa ku DİSK, TMMOB û TTB organîze dike dê saet di 11.00an de li ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê; ya KESKê jî dê ji Soguluçeşmeyê dest bi bike. Tê plankirin ku piştî meşa kortejan, mîtîng li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê dest pê bike.
Foto: Vecih Cuzdan (Jinên di korteja 1’ê Gulanê de, li ser rêya ku bi baranê şil bûye, di nava flama û pankartan de govendê digirin. Di nav qelebalixa ku êlekên mor ên bi nivîsa “nan û gul” û pankarta bi nivîsa “Li dijî xizanî û bêewlehiyê hêza me yekitiya me ye” derdikevin pêş de; beşdar bi alayên sor di qadê de bi pêş ve diçin.)
1ê Gulanê wê li du qadan were pîrozkirin û li çar navçeyan jî qedexe be
Walîtiya Stenbolê ragihand ku destûr hatiye dayîn ku DİSK, KESK, TMMOB û TTB li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê û TKP jî li Meydana Kartalê pîrozbahiyan bikin.
Walîtiyê diyar kir ku ji derveyî van her du bernameyan dê destûr nedin tu çalakiyên 1ê Gulanê û ragihand ku li navçeyên Beyoğlu, Şişli, Fatih û Beşiktaşê mîtîng, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên bi vî rengî di nava rojê de hatine qedexekirin.

Bajar bi bajar bernameya 1ê Gulanê
Baroya Stenbolê jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de bi peyama "Edalet Nanê Gel e" ragihand ku ew dê tevli mîtîngê bibin.
1 MAYIS’TA KADIKÖY’DEYİZ!
— İstanbul Barosu (@istbarosu) April 30, 2026
Emeğin hakkını savunmak için, ‘‘Halkın Ekmeğidir Adalet’’ demek için 1 Mayıs’ta Kadıköy’deyiz.
Tüm meslektaşlarımızı, 1 Mayıs’ta İstanbul Barosu kortejiyle yürümeye çağırıyoruz!
Toplanma: 11:00 | Haydarpaşa Numune Hastanesi önü
Miting Saati: 12:00 |… pic.twitter.com/yB2biMy0Ra
Ji Arzu Çerkezogluyê peyama 1ê Gulanê
Seroka Giştî ya DİSKê Arzu Çerkezogluyê, beriya meşa 1ê Gulanê ya li Kadıkoyê ji bianetê re axivî.
Çerkezogluyê diyar kir ku 1ê Gulanê li her çar aliyên Tirkiyeyê bi awayekî girseyî û bi coş derbas dibe û destnîşan kir ku qadên 1ê Gulanê hêza karker, kedkar, jin, ciwan û gel nîşan didin:
Îro 1ê Gulanê ye. Roja yekîtî, têkoşîn û pişteviya navneteweyî ya çîna karkeran e. Em li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan û li meydanan in. Em li her derê cîhanê, ligel hemû xwişk û birayên xwe yên çînî ku hemû nirx û ciwaniyên vê dinyayê hildiberînin, li meydanan in. Em li qadan in da ku îtirazên xwe yên li dijî îktîdarên heyî, xeyalên xwe yên cîhana siberojê, armanc û têkoşîna xwe biqîrin. Îro li Tirkiyeyê, di pêvajoyeke ku neyeksanî, bêedaletî û zext zêde bûne de, di pêvajoyeke ku bi mîlyonan mirov mehkûmî birçîbûn û xizaniyê hatine kirin de, em ji bo guherandina vê nîzamê li meydanên 1’ê Gulanê ne. Dirûşma vê 1ê Gulanê ev e: 'Karker dê bibin yek, ev pergal dê biguhere'. Belê, ev pergal qedera me nîne, dê bê guman biguhere. Ji bo Tirkiyeya kedê ya ku tê de wekhevî, edalet, aştî û biratî hebe û demokrasi bi hemû sazî û qaîdeyên xwe bixebite, em di 1ê Gulanê de li meydanan in. Em bang li her kesî dikin ku werin cem hev û mil bi mil bin. Bijî 1ê Gulanê.
#İstanbul | DİSK Genel Başkanı @ArzuCerkezoglu, Kadıköy’deki #1Mayıs yürüyüşü öncesi bianet’e konuştu: “Ülkenin dört bir yanında alanlarda, meydanlardayız.” pic.twitter.com/L0wCzA0pFr
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026

Taksim’de 1 Mayıs anması: “Unutmadık, vazgeçmiyoruz”
Kortej dimeşin: Karkerên metalê, rojnameger, rêxistinên ekolojiyê
Baskê meşê yê DİSK, TMMOB û TTB’ê di saet 11.00’an de li pêşiya Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê, baskê meşê yê KESK’ê jî li Söğütlüçeşmeyê dest bi meşê kirin. Piştî meşa kortejan, wê mîtîng li Meydana Îskeleyê ya Kadıköyê dest pê bike."
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ı
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📢 @BirlesikMetal, “Metal işçisi direnişin simgesi” ve “Her yer Taksim her yer #1Mayıs” sloganlarıyla yürüyor. pic.twitter.com/cJurJpoJ1j
Di kortejan de mijara rojnamegerên girtî û zextên li ser azadiya derbirînê jî hatin ziman.
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ında İskele Meydanı’na doğru yürüyüş sürüyor.
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📢 DİSK Basın-İş: “Tutuklu gazetecilere özgürlük” pic.twitter.com/RxDAnTHD8m
Rêxistinên ekolojiyê jî bi dirûşma 'Dest nede hewa, av û axa min' di kortejê de cih girtin.
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ı
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📢 Koşuyolu’nun Kalbi Satılamaz: “Havama, suyuma, toprağıma dokunma” pic.twitter.com/jwKZxjDMOt
Polîsan midaxeleyî fotografa Ocalan kir
Li baskê Soguluçeşmeyê, piştî vekirina pankarta ku li ser "Di sosyalizmê de israr, di mirovbûnê de israr e" hatibû nivîsandin û hilgirtina ala Abdullah Ocalan, polîsan li ser rêya meşê di gelek xalên cuda de mudaxele li çalakgeran kir.
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ı
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
👉🏻 Söğütlüçeşme kolunda, “Sosyalizmde ısrar, insan olmakta ısrar” yazılı pankart açılması ve Abdullah Öcalan bayrağı taşınması üzerine polisler, yürüyüş güzergahı boyunca farklı noktalarda eylemcilere müdahale etti. pic.twitter.com/MqkkBo3sbG
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengiz Çiçek ji bianetê re axivî û bi tûndî bertek nîşanî midaxeleya polîsan da.
Çiçek wiha got: "Tiştên ku îro qewimîn, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de nakokiyek e. Em bang li rayedaran dikin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wezîfeyên xwe bi cih bînin."
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ı
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
🗣️ DEM Parti Milletvekili Cengiz Çiçek’ten polis müdahalesine tepki: “Bugün yaşananlar çözüm süreci bağlamında bir çelişkidir. Yetkilileri, Barış ve Demokratik Toplum Süreci bağlamında görevlerini yerine getirmeye davet ediyoruz.” pic.twitter.com/rDcDaDfoM2

Mecidiyeköy’den 1 Mayıs: Polis Taksim'e yürüyüşü engelledi, gözaltılar var
Li kolanan û li qada mîtîngê dorpêça bariyeran
Bariyerên ku ji Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê û Sogutluçeşmeyê heta xalên sereke yên kombÛna kortejan dirêj dibin, qada tevgerê hem ji bo kesên dixwestin beşdarî 1ê Gulanê bibin û hem jî ji bo welatiyên ku dixwestin jiyana xwe ya rojane bidomînin teng kir. Li hin xalên ku polîsan rê nîşan didan jî derbasbûn nehat kirin.
#İstanbul | Kadıköy 1 Mayıs’ı
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
👉🏻 KESK ve bağlı sendikalar ile siyasi partiler ve demokratik kitle örgütlerinin bulunduğu Söğütlüçeşme kolunda henüz yürüyüş başlamadı.
👉🏻 Söğütlüçeşme Caddesi boyunca yerleştirilen polis bariyerleri nedeniyle yürüyüş güzergâhına ulaşımda zorluk… pic.twitter.com/ujfL7tuGXd
Li gorî agahiyên ku Rêvebirê Karên Nivîsê yê Berpirsyar ê bianetê Vecih Cuzdan ragihandine, du xalên cuda yên lêgerînê hatine avakirin. Ji van xalan yek li ser Rêya Sogutluçeşmeyê ye ku meriv ji Rîhtimê dimeşe û li dorgelê şaredariyê dizivire; ya din jî li derketina Metrobüs-Marmarayê ye.

Cuzdan diyar kir ku kesên dixwazin ji xeta Kadıkoy, Altıyol û Bogayê tevlî kortejan bibin, neçar dimînin ku ji bo gihîştina xala lêgerînê rêyeke gelekî dirêj bimeşin. Cuzdan ragihand ku welatiyên li qadê jî ji heman pirsgirêkê bi gazinc in û anî ziman ku bariyerên polîsan beşdariyê zehmet dikin û dibin sedema dîmenekî belavbûyî.

Li dorgela Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê ya ku mîtîng lê were kirin jî çend xetên cuda yên bariyeran hatin avakirin. Vê rewşê hem beşdarbûna li qadê zehmet kir û hem jî rê li ber tevgera di nav rûgeha meşê de girt.
(VC/NÖ/AY)





