Mîtînga 1ê Gulanê ya li Kadıkoyê: "Em ê mafên xwe bi hev re biparêzin"
Bi banga DİSK, KESK, TMMOB û TTByê, mîtînga 1ê Gulanê li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê hat lidarxistin. Kortej dê ji du milan ve ber bi qada mîtîngê ve bimeşin. Seroka Giştî a DİSKê Arzu Çerkezoglu ji bianetê re axivî û diyar kir ku ew li dijî bêedaletî û neyeksaniyê li qadan in.