D.K.ê ku li Mêrdînê îşkence lê hatibû kirin serbest bû
D.K.yê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema protestoyên li dijî êrîşên li ser Rojavayê de hatibû desteserkirin û rastî îşkenceyê hatibû, di danişîna yekem de serbest bû.
D.K. ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya ku lê girtî ye, bi rêya Pergala Deng û Dîmenî (SEGBİS) beşdarî danişîna li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bû. Parêzerê wî Rıdvan Kurt jî di danişînê de amade bû.
D.K.ê li Nisêbînê hatibû îşkencekirin ji girtîgehê birin nexweşxaneyê
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. D.K. sûcdariyên li ser xwe red kirin û behsa îşkenceya ku lê hatiye kirin kir. D.K. diyar kir ku ew gilîdarê kesên îşkence lê kirine ye û daxwaza berdana xwe kir.
Parêzerê D.K., Rıdvan Kurt jî anî ziman ku hêmanên qanûnî yên sûcên hatine îdîakirin pêknehatine û daxwaza berdanê kir.
Dadgehê biryara xwe ya demkî aşkera kir û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û îmzayê, biryara berdana D.K. da.
Danişîna din wê di 29ê Îlonê de pêk were.
Edîtora bianetê Ayşegul Başarê Xelata Rojnamegeriyê a Metîn Goktepeyî wergirt
“Derbarê alayê de tu pirs jê nehatine kirin”
Parêzerê D.K. Rıdvan Kurt, bi bianetê re axivî û got: “Niha rewşa wî ya tenduristiyê li gorî roja yekem çêtir e. Bi rêya SEGBİSê ji girtîgeha Enqereyê beşdarî danişînê bû.”
Kurt bi bîr xist ku derbarê D.K. de ji sê sûcan îdîaname hatiye amadekirin û axaftina xwe wiha domand:
“Ev sûc; endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî, propagandaya rêxistinê û ketina herêma qedexe ya leşkerî ne. Di encama darizandina îro de, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û avêtina îmzeyê biryara berdana wî hat dan. Danişîna din wê di 29ê Îlonê de pêk were. Dadgehê bi biryara demkî ew berda, hêj wekî biryara dawî nedaye.
Ne di îdianameyê de, ne di qonaxa lêpirsînê û ne jî di qonaxa darizandinê de derbarê alayê de tu pirs jê nehatine kirin. Li ser alayê tu delîl yan jî tomareke kamerayê tune ye. Rewşeke wisa ji bo muwekîlê min qet çênebûye. Jixwe wî bixwe jî ev yek bi zimanekî zelal red kir. Di vê mijarê de tu pirs ji wî nehatin kirin."
Çi bûbû?
Di dema protestoyên 20ê Kanûna Paşîn yên li ser xeta Nisêbîn-Qamişloyê de, alaya Tirkiyeyê ya li qada gumrika kevn ji aliyê xwepêşanderên li aliyê Sûriyeyê ve hatibû daxistin.
Dîmenên xwendekarê zanîngehê D.K. yê ku li aliyê Tirkiyeyê yê sînor hatibû desteserkirin û rastî îşkenceyê hatibû; bi îdîaya ku “kesê alayê daxistiye ew e” li ser medyayên civakî hatibûn belavkirin.
Lê belê, di dadgeha ku D.K. derketibûyê de, derbarê daxistin yan jî daliqandina alayê de tu pirs jê nehatibûn kirin; lê ew di 23ê Kanûnê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “binpêkirina ewlehiya sînor” hatibû girtin.
D.K. piştî ku rojekê di Girtîgeha Mêrdînê de hat girtin, sewqî Amedê hatibû kirin û ji ber rîska xwînberbûna mejî, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê xistibûn bêşa çavdêriya giran.
(VC/AY)
Mîtînga 1ê Gulanê ya li Kadıkoyê: "Em ê mafên xwe bi hev re biparêzin"
2EMÎN SALA ERDHEJÊN 6Ê SİBATÊ
Saet di 04.17an de Antakyayî daketin kolanan: “Me rıhna nıhna hon”
Li Defneyê bernameyeke bîranînê pêk hat: “Em ji bîr nakin, em ê lêneborin”
Celalettîn Can tehliye bû
Kronolojî: 6 mehên erdhejên 6ê Sibatê