Berdevkê Hewldana Nifşa 78an, rojnameger û nivîskar Celalettîn Can, piştî ku 110 rojan girtî ma, duh ji Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tehliye bû.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskînê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand û diyar kir ku “Dawiya dawî…dawiya zilmê Celalettîn Can tehliye bû. Divê hemû girtiyên ji ber nêrînên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne, tehliye bibin. Bi taybet û berî hemû tiştî girtiyên nexweş.”
Ji ber ku piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê û rojekê bûbû berpirsê giştî yê weşanê yê vê rojnameyê, dadgehê sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Celalettîn Canî birîbû. Ozgur Gundem di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Piştî biryara cezakirinê hatibû pesendkirin, Can di 31ê Tebaxê de hatibû girtin. Dema ew girtî bû, mafê wî yê serbestiya bi kontrol ji destê wî hatibû derxistin û ji ber şert û mercên neyênî yên girtigehê, tenduristiya wî her ku çûbû, xirabtir bûbû.
Piştî ku ji girtîgehê derket, Celalettîn Canî li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek da û got: “Ez îro azad bûm lê ji hêlekê ve ez dilşikestî me. Tu çi bibêji jî, min bi sedan hevalên mîna xwe û yên rewşa wan ji ya min gelekî xirabtir di Girtîgeha Marmarayê de hişt û ez derketim. Di ser de jî bi rengekî neheq û bêhiqûqî li wir tên ragirtin. Ne tenê di Girtîgeha Marmarayê de, li çar aliyê Tirkiyeyê mafê serbestiya bi kontrol ji destê mirovan derdixin.”
Can: Zexta civakê bandor kir
Celalettîn Can bi bianetê re axivî û got; “Li girtîgehan mirovan weke alîgir-bêalî cuda dikin. Mînak, kesên nirxên xwe yên berê diparêzin, yên dixwazin di girtîgehan de li gorî van nirxan bijîn, kesên dixwazin bi rengê komunan, birêxistinkirî bijîn, weke ‘alîgir’ dibînin û wan bernadin. Lê gava ku tu derbasî qawîşa ‘bêaliyan’ bibî û tu têkiliya xwe bi hevalên xwe re jî qut bikî, li gorî rê û rêbazan tu bibêjî ez ‘poşman im’, dibêjin em ê te azad bikin. Xwestin vê li min jî bikin. Dibêjin, ‘Tu dixwazî derkevî derve? Tu dixwazî mafê xwe yê serbestiya bikontrol bi kar bînî? Tu dixwazî ji ber temenê xwe yê mezin vî mafî bikar bînî? Tu dixwazî ji ber nexweşiyên xwe vî mafî bikar bînî? Wê gavê em dixwazin tu biçî qawîxa ‘bêaliyan’, em tiştekî din naxwazin’.”
Canî diyar kir ku dema ew ketiye girtîgehê wî ev rewş rexne kir: “Dawiya dawî em girtiyên siyasî ne, min got ‘hûn çima azadiya mirovan îstîsmar dikin’ û di rastiyê de hewce dikir min di roja destpêkê de serbest bikin lê ez sê meh û nîvan di hundir de girtim. Niyeta wan jî nebû min serbest bikin. Lê çi piştgiriya we (rojnamegeran), çi piştgiriya Komeleya Mafên Mirovan, hevalên parêzer û hin parlamenteran û zextên civakê kirin, ez serbest bûm.”
Canî her weha bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û got ku divê em vê bêhtir biaxivin. (VC/FD)