Li Enqereyê polîsan mudaxaleyî çalakiya li dijî NATOyê kir
36emîn Lûtkeya NATOyê li Enqereyê, di bin siya qedexeyên çalakiyan û operasyonên desteserkirin û girtinê de dest pê kir. Polîsan mudaxaleyî çalakiya ku bi banga “Koordînasyona Ji NATOyê re Na” li Parka Kurtuluşê li dijî lûtkeyê hatibû lidarxistin, kir.
Koma ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Kezban Konukcu û Perihan Koca, parlamenterên Partiya Kedê (EMEP) İskender Bayhan û Sevda Karaca, Serokê Giştî û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş û Seroka Giştî ya Halkevleriyê Sevinç Hocaogulları jî di nav de bûn, di nav parkê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Şu saatlerde savunma sanayi forumlarında silah tekelleri Türkiye’yi ucuz ve hızlı üretim üssü olarak pazarlıyor.
— İskender Bayhan (@iskenderbayhn) July 7, 2026
Halkın vergileri savaşa, kaynakları silaha, emeği emperyalistlerin çıkarına ayrılıyor.
Ama bu ülkenin halkı İsrail’i de, Trump’ı da, NATO’yu da, emperyalist… pic.twitter.com/oYtmJT6gpD
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Koma di bin dorpêçê de, bê navber dirûşmên “NATO bicehime, ev welat ê me ye” û “Emperyalîst û hevkarên wan, Fîloya 6emîn ji bîr nekin” berz kirin.
Li gorî parvekirina ku Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê li ser hesabê xwe yê Xê kiriye, Seroka Giştî ya Halkevleriyê Sevinç Hocaogullari, Ece Unsal û endama ÇHDyê Şevval Sari jî di nav de 75 kes hatine desteserkirin.
🔴 #NATO | NATO toplantısını protesto eden çok sayıda yurttaş polis şiddeti ile gözaltına alındı.
— bianet (@bianet_org) July 7, 2026
👉 Halkevleri MYK üyesi Nebiye Merttürk gözaltına alınırken polis şiddeti böyle görüntülendi.
/ @halkinhaklari pic.twitter.com/ACwwu3LCWF
Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
📢 Ankara’da NATO karşıtı eyleme polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) July 7, 2026
👉 “NATO’ya Hayır Koordinasyonu”nun çağrısıyla Kurtuluş Parkı’nda yapılmak istenen eyleme polis müdahale etti, çok sayıda kişiyi gözaltına aldı. https://t.co/t6WeStJ772 pic.twitter.com/n9B0U2G3fr
“Li dijî NATO û emperyalîzmê derketin ne sûc e”
Parlamentera EMEPê Sevda Karacayê, li ser navê koordînasyonê daxuyaniyek da û daxwazên xwe wiha rêz kirin:
-
Divê hemû baregehên NATOyê werin girtin.
-
Divê demildest ji NATOyê bê derketin.
-
NATO ya ku rêxistina herî mezin a şer û êrîşkariyê ya cîhanê ye, divê were hilweşandin.
-
Pêşbaziya çekdarkirinê ya ku amadekariya şerên dabeşkirina bi xwîn a cîhanê ye, divê bê rawestandin.
-
Divê dawî li wan budceyên mezin bê anîn ku ji hewcedariyên herî bingehîn ên gelê kedkar ji perwerdehî, tendurustî, stargeh û mafên civakî tên birîn û ji bo çekdarkirinê tên veqetandin.
-
Li dijî NATO û emperyalîzmê derketin ne sûc e. Hevalên me yên sosyalîst, şoreşger, pêşverû û demokrat ên ku li Stenbol, Enqere û li her deverên welat hatine girtin, divê tavilê serbest werin berdan.
Karacayê got, “Di çarçoveya van daxwazan de, em bang li hemû gelê xwe yê kedkar dikin ku li dijî Lûtkeya NATOyê têbikoşe û dengê xwe bilind bike.”
Gelo veguherîna "NATO 3.0"ê dê bandoreke çawa li ser hevsengiyên herêmî û cîhanî bike?
Derbarê “Koordînasyona Ji NATOyê re Na” de
“Koordînasyona Ji NATOyê re Na” ya ku Partiya Kedê, Partiya Tevgera Kedkar, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Partiya Şoreşê, Halkevleri, Partiya Demokrasiya Karkeran, Partiya SOL, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst, Partiya Sosyalîstan, Partiya Azadiyên Civakî, Partiya Karkerên Tirkiyeyê, Tevgera Komûnîst a Tirkiyeyê, Partiya Çep a Kesk û pêkhateya “Yekitiya li Dijî NATO û Şerê Emperyalîst” tê de cih digirin, di meha Hezîranê de damezrandina xwe ragihandibû.
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe ya 21ê Hezîranê de weha gotibû: “Di serî de li Enqereya ku tê plankirin lûtke di navbera 7-8ê Tîrmeha 2026an de lê pêk bê, em ê li çar aliyên Tirkiyeyê li dijî NATO û polîtîkayên emperyalîst dengê aştiyê û yê gelan bilind bikin.”
(VC/AY)