Xewnên Di Hundirê Min De: Dengê derûnîya min
“Helbest carinan peyv nîne; helbest dengê birînên bêdengin.”
“Xewnên Di Hundirê Min De” ji bo min tenê berhevokeke helbestan nîne. Ev pirtûk parçeyek ji jiyana min, ji hestên min, ji xewnên min û ji êşên ku min di nav jiyanê de hîs kirine ye. Min van helbestan ne wek kesek ku tenê dixwaze nivîsê çêbike nivîsandin; min wan wek mirovekî ku di nav civakê de dijî, dihîse, diêşe û hêvî dike nivîsandin. Her rêzek ji van helbestan şopeke derûnîya min e. Her peyv jî dengê hestekê ye ku demekê di hundirê min de bêdeng ma.
Dema ku min dest bi nivîsandina van helbestan kir, min xwest ku cîhana hundirîn a mirovan bi awayekî rast û bê maske bidim xuyanî. Ji ber vê yekê zimanê min sade ye, lê hestên di nav wan de gelek kûr in. Ez bawer dikim ku carinan peyvên hêsan dikarin ji sed helbestên giran bandortir bin. Ji ber vê yekê min hestên xwe wekî ku hene nivîsand. Min tenê ne xewnên xwe, lê xewnên gelek mirovan jî nivîsandin.
Di gelek helbestên min de tenêtî cihê girîng digire. Ji ber ku mirovên vê serdemê her çiqas di nav mirovan de bijîn jî, gelek caran di hundirê xwe de tenê ne. Min jî gelek caran ev hest di dilê xwe de hîs kir. Ji ber vê yekê min ev helbest nivîsandin:
“Lê ez, di dilê min de bêdengî heye.…
Di nav şênîyê de tenê ez û tenêtî heye.”
Van rêzan de ez tenê tenêtiya xwe ne, tenêtiya mirovekî ku di nav girseyan de jî xwe wenda dike vedibêjim. Carinan mirov bi qasî ku bi cîhanê re diaxive, ewqas jî di hundirê xwe de bêdeng dibe. Min xwest ku xwendevan dema van helbestan dixwîne, xwe di nav wan hestan de bibîne.
Evîn jî di helbestên min de gelek cih digire. Lê ev evîn tenê evîna du kesane. Carinan ew evîna jiyanê ye, carinan evîna mirovan e, carinan jî hêviya ku mirov li hember tarîtiyê diparêze. Ji ber vê yekê min evîn wek agir, wek ronahî û wek hêz xêz kir:
“Agirê evînê di hundirê min de dişewite…”
“Bi evînê dişewitim.”
Di helbesta “Roj û Heyv” de jî min bi awayekî sembolîk evîna ku qet nabe, lê qet jî namire vegot:
“Evîna Roj û Heyvê,
Çîroka herî xweş.”
Ji bo min evîn carinan agirê ku mirov dişewitîne , lê di heman demê de ew hêza ku mirov zindî dihêle jî ye.
Di van helbestan de min tenê cîhana xwe ya hundirîn nenivîsî. Min êşên civakê jî nivîsandin. Ji ber ku ez bawer dikim ku nivîskar nikare ji êşên mirovan dûr bimîne. Zarokên ku di kolanan de dicemidin, mirovên bêdeng, bindest û kesên ku hatine birîndar kirin her tim li ser hişê min bûn. Di helbestekê de min zarokên kolanan wusa nivîsand:
“Zarokên kolanan dicemidin,
Li hêviya jiyanê digerin.”
Ev rêz tenê behsa sarbûna zarokekî nake; ew bêdadiya civakê jî vedibêje. Her zarokek ku di kolanan de dişewite an dicemide, birîneke mirovatî ye.
Di helbestên min de berxwedan û hêvî jî gelek girîng in. Her çend gelek caran min li ser êş û xemgîniyê nivîsandibijî, min hêvî qet nekuşt. Ji ber ku ez bawer dikim ku mirov bê hêvî nikare bijî. Di helbesta li ser êşkenceyê de min nivîsand:
“Hêvî tu carî dev zarok bernade.”
Ji bo min hêvî hêza herî mezin a mirovan e. Dema ku her tişt diqede jî, hêvî dikare mirov dîsa rabike.
Nasnameya Kurdî û zimanê dayikê jî di van helbestan de cihê taybet digire. Min bi Kurdî nivîsand ji ber ku ez bi vî zimanî dihîsim, diêşim û xewn dibînim. Ji bo min Kurdî tenê serişteya axaftinê nîne; ew bîra dîrokê, dengê dayikan û ruhê welatekî ye jî. Di helbesta “Ez Kurd im” de min hestên xwe wusa anîn ziman:
“Ez Kurd im, mohra min li dîrokê ketiye.”
“Stranên min bi zimanê dayikê têne gotin.”
Ev rêz ji bo min tenê helbest nîne; ew daxwaza hebûnê ye. Her zimanek ku dijî, bîra gelê xwe jî zindî dihêle.
Di gelek helbestan de min li ser windabûnê, demê, mirinê û lêgerîna xwe nivîsî. Ji ber ku mirov di vê jiyanê de carinan xwe wenda dike û dîsa li pey xwe digere. Ez jî gelek caran di nav xewn, bîranîn û bêdengiyan de li xwe geriyam. Lê her çend tarî gelek be jî, min her dem deriyek ji ronahiyê re vekirî hişt. Ji ber vê yekê min nivîsand:
“Ji bo min,
Gelek tişt ji sifirê dest pê kir.”
Ji bo min destpêkirina ji nû ve, têkoşîna mirovekî ye ku her çend bikeve jî dîsa radibe.
Di dawiyê de, “Xewnên Di Hundirê Min De” dengê derûnîya min e. Di van helbestan de gelek hêsir, gelek hêvî, gelek tenêtî û gelek evîn heye. Min xwest ku her kesê ku van helbestan bixwîne, parçeyek ji xwe di nav wan de bibine,ger xwendevan dema van helbestan bixwîne hestekê di dilê xwe de hîs bike, ez ê bawer bikim ku peyvên min gihîştine cihê xwe. Ji ber ku helbest ji bo min ne tenê huner e; helbest awayê ku dil diaxive ye.
(AÖ/AY)
Muzîk û rola wê ya ku di parastina ziman û nasnameyê de
15ê Gulanê: Têkoşîna ji bo nasname, bîr û hebûna civakî
Têkiliya çandî an asîmîlasyona bêdeng?
Bûyerên Siwêreg û Mereşê: Bandora rêzefîlm, lîstikên dîjîtal û zarokatiya nedîtî
Etîka jîngehê ji bo cîhaneke ekolojîk girîng e