Astengiyên li pêş aştiya civakî: Têkiliyên hêza feodal û pirsgirêka dadê
"Dema ku desthilatdarî li şûna dadê pêkan be, hem aramiya civakê û hem jî berhemdariya axê winda dibe."
Di van rojên dawî de li herêmê, bi taybetî li Qoserê , hejmarê pevçûnên çekdarî ên di navbera malbat, gund û eşîran de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Di gelek bûyerên ku li raya giştî hatine weşandin de, bingeha nakokiyan pir caran pirsgirêkên ax û milka ne. Lê dema ku em ji aliyê civaknasî ve li mijarê dinêrin, pirsgirêk tenê ax nîne. Mijara bingehîn pevçûna di navbera pergala hukukî ya modern û têkiliyên hêza kevneşopî de ye.
Ax di dîrokê de li herêma me tenê ne nirxek aborîye; di heman demê de nîşaneya hêzê, rûmetê û statûya civakî jî ye. Ji ber vê yekê, nakokiyên axê gelek caran ji nîqaşa sade ya milka derdikevin û dibin şerê prestîjê yê malbat û eşîran. Bi taybetî, di nav gel de baweriyek belav heye ku hin malbatên xwedî nüfûz bi karanîna hêza xwe ya siyasî û aborî li ser erdên ku mafê wan tune ye daxwaza maf dikin, heta carinan bi zordariyên kiryarî mirovan mecbûr dikin ku dev ji milkên xwe berdin.
Bo nimûne, dema ku li ser axeke ku gundiyek bi salan çandin û birîn kiriye û tapûya wê heye, malbateke hêzdar daxwaza maf bike, pirsgirêk tenê nakokiyek ya di navbera du aliyan de namîne. Civaka derdora aliyê hêzdar, şert û mercên aborî û girêdanên siyasî têne xebitandin, û aliyê lawaz xwe tenê û bêçare hîs dike. Di van rewşan de gelek kes şûna ku li mafê xwe bi rêya qanûnê bigerin, bêdeng paşde dikişin, carinan jî neçar dimînin ku axa xwe dihêlin û koçber dibin.
Aliyê herî xeternak ê pirsgirêkê ev e ku li şûna pergala fermî ya hukukê, mekanîzmayên biryardanê yên alternatîf tên avakirin. Komên ku xwe wekî “mirovên aqilmend”, “rêberên raya giştî” an “meclîsa mezinan” pênase dikin derketine holê. Bê guman, hewildanên navbeynkarî yên bi niyeta çê ji bo parastina aştiya civakê girîng in. Lêbelê, pirsgirêk dema ku ev avahî dikevin şûna dadgehan derdikeve holê.
Îro di gelek nakokiyan de alî berî ku biçin dadgehê, serî li van koman didin. Lê ev kom ne xwedî berpirsiyariya hukukî ne, ne jî di bin çavdêriyê de ne û ne jî pîvanek dadperwer a girêdayî qanûnî heye. Di civakê de têgihiştinek xurt çêbûye ku biryar gelek caran ne li gor mafdarî û rastiyê, lê li gor hevsengiya hêzê ya aliyan tê dayîn. Mirov jî bi demê re baweriya xwe bi hukukê winda dikin û dibêjin: “Her çawa be, dadgeh jî ji aliyê hêzdar re biryar dide.”
Lê di dewletên demokratîk de edalet ne li gor malbat, eşîre, hêza aborî an girêdanên siyasî tê belavkirin; lê li gor qanûn û rêzikên hukukî tê pêkanîn. Heke di civakekê de mirov dest pê bikin ku mafê xwe ne bi rêya dadgehan, lê bi rêya têkiliyên hêzê bigerin, wê demê serweriya qanûnê cihê xwe dide serweriya hêzdaran. Ev jî taybetmendiya bingehîn a pergala feodal e.
Di pergala feodal de kes ne wekî hemwelatî, lê wekî endamê komekê tê dîtin. Ew mafê xwe ne bi rêya saziyên dewletê, lê bi hêza malbat an eşîra ku girêdayî wê ye diparêze. Di wê hawîrdorê de azadiyên ferdî lawaz dibin, meritokrasî paşve diçe û pêşketina civakî hêdî dibe. Ciwan li şûna perwerdehî û hilberandinê, qala şerên hêzê dikin. Mirov ne li qanûnê, lê li nüfûzê veberhênan dikin. Di encamê de tevahiya civakê zirarê dibîne.
Pevçûnên çekdar ên ku tên jiyan kirin jî encama xwezayî ya vê avahiyê ne. Ji ber ku li her cihê ku hesta dadê birîndar bibe, hestên hêrs û tolhildanê bihêztir dibin. Kesên ku bawer dikin ku mafê wan nehatiye dayîn, carinan koç dikin û carinan jî dixwazin pirsgirêkê bi rêbazên xwe çareser bikin. Ev jî dibêje nakokiyên nû, windakirina canan û dijminatiyên ku dê bi nifşan bidomin.
Çareseriya pirsgirêkê tenê bi tedbîrên ewlehiyê nayê bidestxistin. Ya ku bi rastî pêwîst e, guhertina zihniyeta civakê ye. Divê têgihîştinek were xurtkirin ku mirov mafên xwe ji serdestiya hiqûqê hêvî bikin, ne ji eşîr, malbat an navendên hêzê yên nefermî. Ji bo vê yekê, divê çalakiyên perwerdehî werin zêdekirin, hişmendiya sivîl were pêşxistin, baweriya bi saziyên hiqûqî were xurtkirin û rêxistinên civaka sivîl roleke çalaktir bilîzin.
Di sedsala 21an de hîn jî ku mirov mafê xwe bi têkiliyên hêzê biparêzin, ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêk herêmîye ; di heman demê de pirsgirêkeke demokratîkbûn û pêşketina civakî ye. Heta ku pergaleke ku ne hêzdar, lê mafdar tê de bi ser bikeve neyê avakirin, ne nakokiyên axê û ne jî pevçûnên çekdar dê bi dawî bibin. Aştiya rastîn a civakî tenê di hawîrdorekê de mumkin e ku qanûn ji bo hemûyan wekhev were sepandin û tu hêzek xwe ji dadê bilindtir nebîne.
(AÖ/AY)
Xewnên Di Hundirê Min De: Dengê derûnîya min
Muzîk û rola wê ya ku di parastina ziman û nasnameyê de
15ê Gulanê: Têkoşîna ji bo nasname, bîr û hebûna civakî
Têkiliya çandî an asîmîlasyona bêdeng?
Bûyerên Siwêreg û Mereşê: Bandora rêzefîlm, lîstikên dîjîtal û zarokatiya nedîtî