Li gorî nûçeyên van rojên talî pisqilêta nû ya 20 rokî ya ku kurikê Hezexî yê 6-7 salî li ser bû li bin guhê maşîneya ku hêdî hêdî bi rêya xwe ve diçû daye, maşîne bê hemd hejîyaye(!) Maşîneya hejîyayî çû di cih da teslîmî emnîyetê bû û xwest lêpirsîn bê kirin bi lezgînî, wî israr kir û xwest bê darizandin(!)
Xwedê li jor e, zane sûcdar kî ye, belkî loma pisqilêta şeveder ceza kiribe û ew kiribe perçe parî... Belkî jî ji ber reşe tarîyê Xwedê sûcdar tevlîhev kiribin, kî zane? Xwedê heqê vî lawikî nehêle! Polîsê ku maşîneya zirxî li sikaka Turgut Ozala Hezexê diajot û vedigerîya qereqolê gotîye: ” Min nedixwest wilo bibe. “
Bixwîne - Mîhraç, Efe, Berfîn... Di 10 salan de polîsan bi wesayitên zirxkirî 20 zarok kuştine
Qey dibêje, ya ku dixwazim ev e:
*Bila gel ji min bitirse kengî daxilî cade û sikakan bûm; bê tirs kontrol pêkan nîn e.
*Bila her kes û her tişt xwe ji ber min bide alî ku meşîna min xuya kir.
*Ku herim pakêtek cixare jî ji xwe re bistînim ji dikanê, ebeden ji meşîneya xwe ya zirxî peya nabim û ez ê di nîvî sûkê re wekî bayê birûskê derbas bibim, herim.
**Ku li bin guhê hinan ketim ez ê bêjim “ Oy tifîî, şansê xerab!”.
“Di vê bûyera Hezexê de jî dê alîgirên min ji dêvila min, min biparêzin û bibêjin: “Çi îşê wî lawikî hebû li ser pisqilêtê, li derve, wê êvarê!!? Binêrin ka tiştek bi Muhammed û Fûrkanê Silopî yên ku di mala xwe da bûn hat?”
Ka çi bi wan zarokan hat?
Ew çûn ku derê?
Gelo ajokarên wan maşîneyan li ku ne? Çi dikin? Çawa behsa van bûyeran dikin li kafeyên vî gelî yên ku ji xwe re nav li wan kirine û ew dagir kirine?
Belkî jî zîrekek-wêrekek(!) ji wan wiha dibêje: “Yaw ya herî baş zarokên van bajaran di mekteban de bin; meriv mal û sikakan li wan heram bike. Baş e ku vegera li mektebên me dest pê kirîye, zarok xeter in, tên li bin guhê meriv dikevin, meriv dihejînin bi êvaran û çaya me ya li kafeyên dagirkirî diherimînin li me, hûn nabînin? Ax ji derdê van zarokan... !”
Zarok li sikakan, li ser pisqilêtan, li ber serê dê û bavên xwe, di malên xwe de, di xewa li ser textên şîn ê li ser banîyan, li Hezexê, li Silopîyê, li Amedê, li Mexmûr, Şingal û li Serêkanî û Efrînê, zarok li her devera vî welatî û li hemî welatên cîhanê zarok in, sebî ne, gede ne, tifal in, biçûk in, mafê wan ê jiyanê li her deverê li pêşîya berjewendîyên her kesî ye. Ew hîna biçûk in, ji wan sûcdar dernayê, xeta, kêmasî nabe ya wan; sûc yê hêzên ku bi darê zorê hatine li kuçe û cadeyên vî gelî xwe-ferz-kirî ye.
Mîrac Mîrogluyê 6-7 salî li kuçeya xwe, li ser pisqilêta xwe ya nû ya 20 rokî ji alîyê polîsekî ku maşîneya zirxî, li gorî ku dikandarekî Hezexî dîtî “wekî balafirekê zû”diajot û li derdora xwe bi baldarî nenêrî, hat kuştin...
Gelo sûcdar kî ye? Li ku ye? Dê çi bê sera? Dê kengî bê sera? Dê poşman bibe, li xwe bixe? Dê Mîraco bê bîra ajokarên temamê maşîneyên zirxî yên li her devera welatê min?
Alîgirên sûcdaran hûn ne-bi-xêr-hatine erda vî gelê mêvan-hez. Ji xêra Xwedê ka ji wan bipirsin û bibînin dê çawa hema îro, vê kêlîkê çilo pê li xaleka çanda xwe ya qewîn bikin. (MA/FD)