Fotograf: Miqedes Akin
Jineke çîmrût bi qasî barê kerekê pirtûkên zerbûyî yên ji kevnbûnan perritî sitendibûn, ew avêtibûn binê torbê telîsî yê şîn û li dora xwe dinêrî, bê biryar bû.
“Li devê derîyê vê kîoskê rûnim ya derbasî kafeya du qato ya ku ji xwe re pirtûk kirine bîblo, guldank û lewhe bibim.” Kafeya ku bi pirtûkan hatibû dekorekirin, mezin, darîn û rihet bû. Lê ku li devê derîyê kîoskê rûnişta wê hewaya paqij lêxista hebbikî. Ewrên baranê bûn, ewr hingî nêzîk bibûn, hindik mabû bikevin devê wê. Bêbiryarîya wê ya vê neqilê ji ber van ewrên giran jî bû. Cilên wê ne yên ber baranê bûn.
Hinekî din jî fikirî û go: “Ku li devê derîyê kîoskê rûnim û lingê xwe biavêjim ser hev, wê çîmên min ên rût bala rêwîyên peyarêyî bikişînin. Wê dilê xwe bibijînin çîmên min ên ku dibiriqin û hingî şayik in, mêşek çi ye nikare xwe li ser wan bigire, ji ser wan dişemite û dere. Şortê min ê qot û qut yê reş û spîçolkî, kulîmekên min kirine wekî mişmişên ter û hişk, wiha ew jidandine û girover kirine û avêtine rastê. Şimikên min ên bê kabik, lingên min ên ziravik û pêçî-sor rêyî min û xelkê didin. Havînêê, tu bi xêr hatî, min çiqasî bêrîya dîtina canê xwe kiribû.!”
Hay jê he bû: “Xwezîyan bi bîneran dida daqurtandin.” Dîyalogên bê peyv ên bi mêrên ku kêfa wê ji wan re dihat, wê girava bê behr li ber çavan dikir bihuşt. Bi vê lezetê şa dibû. Şeş heyv bûn li paytexta giravê, li Lefkoşayê dijî. Behr, bi wesayîtê, rast saetekê jê dûr bû. Bêhna wê gelkî fireh bû, loma hîna behr nedîtibû û navê cihê xwe kiribû “girava bê behr”.Yên ku didîtin tenê wesayît, avahîyên modern û xirbe bûn. Mirov li sikakan zêde peyda nedibûn. Divê ew dawîya heftê derketa derve ji bo wan zeft bike. Wê jî, wê royê, wilo kiribû.
Me go barê jinikê yê kerekê bû, hindik mabû pişt bikeve berê. Biryarek da axir û li devê derîyê kîoskê balda. Pirtûkeka nû-stendî li ber xwe raxist, ava pirteqalan ji xwe re xwest. Xelk neelimîbûn jineke tenê-rûniştî bibînin, loma bala gelekan li serê bû û wê hay jê he bû, lê vê carê kêfa xwe ji nêrînan re dianî û wek hawê, ji dûrî ve, bi dilbijokên dora xwe şa dibû, bi xêra xwe. Dikenîya û digo “hema bila tesediqa serê mirîyên min be îro, xwe tehl nekim.”
Biriqîna laşê wê yê çîqolatayî, deqa li binê enîşka milê rastê, gustîlka marmarokî ya di tilîya eşedê de, porê wê yê qedîfeyî û gijlokî, berçavka di rengê porê wê û ava pirteqalan a li berê de...Nigên ku ji şimikê derdixistin û li erda darîn dibir û dianîn, paldanka darîn a nostaljîk, mîndera di binî de ya gulgulî û gewre bangî seyirê dikirin. Hayê wê ji vê dîmena bedew jî he bû, loma bangî garsonê ciwan û bejn-tenik kir û got: “Ka bi xêra xwe çend wêneyên min bigire lo.!”
Garsonî xwe avêt mobayla wê û bû çeq çeqa wî, belkî hebû şazdeh wêne girtin. Di ber re difikirî û digot: ” Ev canika tenê ya xwende, dişibe keştîyeka li ser avê-hiştî, bêdeng û tenê. Xelkê keştîbûna wê jibîr kirîye, lê gewdê wê, dekorasyona wê lezetekê dide bîneran. Keştîyeke kevn e bi îşlig û şortê spîçolkî, pirtûkên zer û perritî yên li ber, lê bi maqyaja sivik û çentê sportîf ê modern bûye mîna keştîyeka girafîtî-li ser-çêkirî. Bi xwe kevn e, lê dinyayê bela xwe jê venekirîye û wê vegerandîye, anîya roya îro.
Garsonê min û we yê wênekêş ji birin-anîna xwarin-vexwarinan û paqijkirina maseyan of bibû, navberên wî yên ji xencî cixarê bibûn ji mişterîyan re wênekişandin. Kengî wêne dikişandin, pê re mişterî dişibandin tiştan, ajalan û rewşan. Şeva wan a piştî restorantê xeyal dikir, temam dikir ya jî nîvco dihişt, ew bi kêfa xwe bû. Wênekêşî deqakê du deqeyan bûna jî, ew tavilê ji sênî, qedeh, çetel-kevçî, şûşe, şêranî, goşt û mezeyan bi dûûûr diket. Ecêba Xwedê bû, çiqa zû wan firaq û xwarin-vexwarinan ji bîr dikir û dibû yekî din.
“Ka bi xêra xwe wêneyekî me bigire lo.!” Jê re dibû “ Ka were bîstikê li civata me rûne lo.!”
Servîsa wî ya favorî bibû“wênegirtin”. (MA/FD)