Fotograf: Canva
Heger nigê hinekan li we neyê; ji gava ku ew hinek ketine mala we da we xêr ji xwe nedîye, îşê we li hev nehatîye, şerpezetî her bûye para we.
Nig; werrê li nigan nenêrin (ka li xwe mikur werin, hûn rojê çend caran li wan dinêrin?),nig deftera jiyanê ne.
Car heye em bi rojan li wan nanêrin, wan nafirkînin, naşon, qirêm nakin, qîmetê nadin wan. Feqîra dicemidin, diqerisin, diterikin, qelş li wan dikevin, dibiin dişibin tehtan ya jî lepek axa çolê.
Zemanekî nigan şoreşger didan dest. Polêsan ew ji şekalên wan dinasî û ew diqefaltin. Şoreşgerên wî zemanî jî ne hindik bûn, amadekarîya şekalan jî dikirin; carê yên biriqandî, rengîn, fantastîk û kabik-bilind dixistin pê, de qene peywirdar pê bixapin!
Me go, nig deftera jiyanê ne, bi tonan serpêhatî li wan nexşandîne. Ku hûn ji wan pirs bikin û bêjin “nigo ka bipeyive”; ew ê ji we re bi hûrgulî bêjin ka çûne çend welatan, çiqasî -li ser pîyan- mane sekinî, ketine ava kîjan behrê, sînorên ku deverê derbas kirine bi bazdan, çawa bêhn bi wan ketîye, strî, cam, mîx çawa di wan re çûne, di çelpîka kîjan gundî de çikîyane, pê li kîjan xîçikên mîna êgir kirine û ew jî hellîyane...
Me gotîye “dest pê kirin”, ma dest û nig ne birakên hev in? Parçeyên heman laşî ne. Car heye her tişt bi gavekê dest pê dike, meriv wê gavê ya diavêje ya navêje. Erê em behsa gava fîzîkî ya nigî dikin. Ku ew gav hat avêtin, êdî tu tişt nabe wekî berê. Ku we zêdegavî kir teşqele ye, ku we tu gav neavêt pasîfîzm e. Yanî asas em nigan pê dikin û pê de diçin. Lazim e meriv carina nigan bixe şûna destan, dev ji jiberkirina salan berde, cuda bifikire, peyveke du peyvên nû bibêje de qene xelk heyir bimîne û mecbûr berteka xwe biguhere.(Mindfucking) Ku bertek neguhere, xwestek jî naguhere. Em nikarin bi deh salan heman tiştî bi heman awayî daxwaz bikin. Madem çê-nabe, em ê awayê xwestina xwe, bidestxistina xwe biguherin. (MA/FD)