Fotograf: Miqedes Akin
Qilêrokî bû, ji xwe epêce kêm kiribû, pozê wê yê qut bi tennî bû û şahnikeke ji arîyê li nîvê enîya wê bû, gewr dikir. Herçiqasî ji xwe kêm kiribû jî jidandî û jêhatî xuya dikir. Çavên wê yên hingivîn dibiriqîn, tijje hêvî bûn. Navê stresê çi ye li cem nîn bû, wiha aram û rihet, te yê bigota qey danê êvarê ye û ji karî vedigere mala xwe. Gemarbûna xwe ji xwe re nedikir kêmanî, ne bela wê bû, ji ber şertên ne bi destê wê qet û qet fedî nedikir, wek hawê kiraseke bedew lê be û bê minetî ji karê xwe vegere malika xwe ya bi destê xwe avakirî...
Hêdî hêdî xwe li ba dikir û di ber me û polîsên nuqteya kontrolê re derbas dibû, ne li rûyê me tûrîstan ne jî li pişt xwe dinêrî; fikirîm min go herhal ew ji malê ye loma wiha serbest e. Piştî derbasî neqeba herdû nuqteyan bû, erda NYê, ji dûrî ve bala xwe da xelkên wekî libên tizbîyê li dû hev rêzbûyî yên ku kaxiza aşîya kovîdê, testa antigenê û pasaporta xwe rê polîsên Tirk didan, nêrî hey nêrî û di hundirê xwe de go: Wey mala minê, her ro du ro van kaxiz maxizan rêyî wan didin hîna derbas dibin, tew bi ser de 2 rojan carekê 5 euroyan xerc dikin ji bo testa kovîdê, xelk dewlemend kirin bi xêra wan darikên testa antigenê. Qaşo ya bêfehm ez im.
Difikirî, digo: Gelo çima van ecnebîyan huqasî tên vê axa ji hev-qutkirî? Li hestekê, çi hest dibe bila bibe, digerin gelo? Hesta ku li vê giravê bi dest wan dikeve tehdeyî, kaos, bêhntengî, tirs, penaberî, dîwar û têl in. Li Lefkoşayê wiha ne hestên hevpar. Ew tên temaşekirina tehdeyê qey, danê sibê destê xwe di serê xwişk û birayên xwe yên ecnebî didin û danê êvarê di nuqteya kontrolê re diborin-çimkî dikarin-û diçin alîyê tarî û kaotîk daku xwarina erzan bixwin. Halê tûrîzma vî bajarî ev hal e, bi çavên xwe yên ji tozê nikarim vekim dibînim.
Dîsa fikirî û go: Ne lazim, ez ê sebra xwe li wan bînim, ev tûrîstên ku cilên quechuayê li xwe kirine û dişibin hev bûne şahidên wêrekîya min û derbasbûna min a bê kontrol. Welê ji xwe bawer bû, kes ê ew nedî xwişkahî, wexta hêdî hêdî xwe li ba dikir û ber bi nuqteya alîyê Yewnan dibû dengê azana nîvro hatê; naxwe vî dengê ku 5 wext godarî dikir û hîn bibûyê dê bihatayê li alîyê dinê jî. Ji min re ne derd e ev deng, bila bê min.
Wê bêrîya sikakên çeloxwarî û tev toz, xanîyên xalî û pace şikestî bikira ? Avahîyên ku destûr ji wan re dernayê, loma kes nikare ne wan çê bike ne xera bike; tapo ya penaberên sala 1974ê ye... Zarokên tena serê xwe li parkan nobeta jiyanê digirtin, henekên ciwanan ên ne qomîk, karkerên seksê û gazînoyên bol, xapandina ajokarên texsîyê û xweşkirina ji-adet-derketî ya esnafan, hestîyarîya mîna kefa belaş a bi ser dewî û qehwê diket her kêlî, giştûk dê ji bîra wê derhal derketana, teqez...Cote-sal hewce bûn ji bo xatirê ev bîranîn jê re bibûna hesret û wê bêrîya wan bikira, ew ber bi felqa bajêr a paqij, serhevdayî, modern û jêhatî ve diçû. Kêlîk mabû derbas biba, dev ji xwe berda û xwe tevî mirovên têr-xwarî bikira.
Hayê canikê ji jiyana ku jê re hatî veketandin nîn bû, li ber dilê xwe dikir buhar û digo “ez ê bibim yeka ji wan”. Kesê jê re negotibû tu yê li wî alîyê pêşketî her û her paşketîyê wan, sivikê wan bî. Jiyana ku dê nû dest pê bikira wê her kêlî biba zehmetîyên bi rengeke din, cih û neqebên jê re hatibûn veqetandin çendek bûn; û mesela, wê bi salan behrê nedîta li felqa paytexta heman giravê. Dem ê jê re nemaya da ku biçe peravê û xwe rihet bike. Jiyana xeddar a li sikakan li hêvîyê bû li alîyê din ê heman bajarî.
Pisîka qilêrokî ya qaçax û tev tennî ji nuqteya dawî jî derbas bû û xwe bera taxa Ledrasê da. Kesên li nuqteyên kontrolê rawestî jê didexisîn, çimkî wê tu kaxiz maxiz şanî kesî nedabûn û qurişa perê wê li vê rêwîtîyê neçîbû. Canika min û we hîna li sikakên başûrê Lefkoşayê digere, bê biryar e: Gelo here xwe teslîmî navenda Qibrisê ya îltîcayê bike ya na?
Cara dawî fikirî, go: De ka bila çend hefte halo bi qaçaxî derbas bibin, te hew dît min biryara vegerê da û çûm alîyê tarî û kaotîk dîsa. Sînor, dîwar û nuqte ji min re nîn in, bixwazim bibim ajala kîjan alî di destê min de ye. Pisîkê wiha kêfa xwe dianî, lê bîr nedibir li vî alîyê bajêr ê ronî, ajalên rojhilatî encex bibin penaber...
Lefkoşa (herdû alî)
(MA/FD)