Fotograf: Canva
Ji payîza îsal ve ye em nûçe û dîmenên ku dibêjin “em nikarin debara xwe bikin”, “mala me nîn e” ,” em hê bêtir belengaz dibin” û hwd. dibînin. Nîqaş bêtir li ser “şagirtên zanîngehan ên ku li dervê bajarê xwe dixwînin û nikarin kirêya odeyekê bidin” bûn. Duqatobûna heqê kirêyan li ber çavan e ji xwe. Malbateke karkerî/e wan heye yan jî xwedî tenê maeşekê, bi rihetî dikare behsa buhayên kirêyên xanîyan bike. Li Kurdistanê, li alîyê bakurî adet bû û înşeet bol bûn, xelkê xanî dikirîn ji dêvla kirê bikin. Gelekan dev ji vê armanca xwe berda û bi dû xanîyekî bi kirê ketin.
Aha ev kes ê ji we re karibin bêjin “sal bi sal, xwezî bi par”. Em ê ku li xerîbîyê di heyra kirêya xanîyê xwe de bûn, ketin heyra kirêya xanîyê malbat, nas û dostên xwe îja. Xanî nebe mal jî çênabe, ku mala yekê/î tune be ew yek bi xwe li rasta ye, wenda ye, nexuya ye.
Kesa/ê ku nikaribe li bakurê welêt bikeve mala xwe, û bisitire, wê dîn bibe, çimkî jiyana li sikakan a li ber çavan, mêtingerî ye, kêm tiştekî din xuya ye. Elbet ku lê bigerî tu yê rengê vejînê bibînî, kenê niştecihan û belkî hinek hêvîyan jî. Lê gerek herî cihê cih; ji derve ve nexuya ye bedewî li sikakan. Loma vê payîzê sikak ji wan re nabin, xanî hewce ne. Ji wan xanîyan belkî mal çêbibin, kî dizane? Bê malbûn, bê kesayetbûn e. Tu li mala kê bî, di binê mineta wan de yî, qural û qaîdeyên wê malê derbasdar in, asas tu nexuya yî li mala xelkê, loma em dibêjin mal meriv bi xwe ye. Vê payîzê em pê hesîyan ku mala merivan ji wan stendin serê ewilî.
"Gezek nan jî êdî kete xetereyê"
Erê, serê ewilî mal ji destê xelkê çûn. Vê zivistanê, em dibihîzin ku parîya nanê xelkê çû vê carê. Ka çi ma li ortê ku xelk pê şikirîya xwe bîne!? Miletek e werrê ye ku, mal xera bibe çavê xwe li yên ji xwe xerabtir digerîne da ku şikirîya xwe pê bîne û aram bibe. Her çiqa pasîfîzebûn be jî ev bertek, ji alîyekê ve jî xwe-parastina hişî ye. Axir xwe-xapandin û xwe-aşkirin e. Ku em tenê li derûnêya mirovan bifikirin, ne huqa xerab e ev qîmpêanîn... “Çok şikir wa gezek nanê me heye”! Mixabin, ew gezek nan jî êdî kete xetereyê. Îro heye, giran e, belkî sibê nîn be. Ev ne xela be çî ye? Em ketine heyra kirrîna nanî, me dev ji buhayê siware û kirêyên xanîyan berdaye.
Di nava çend hefteyan de qewimî ev serobinbûn. Miraq dikim, kesên ku heta niha “şikirîya xwe dianîn” çi difikirin gelo?
Em gelekên ku heta niha deng nedikirin dibînin, wa ye di emrê xwe de cara ewil be jî, tevlî bernameyan dibin li ser radyo, televîzyon û youtubê...Xelk wekî zarokên ku bi ziman kevin, hînî axaftinê û gotinê dibên. Dibêjin, dipeyivin, xwe îfade dikin bi henepêkirinên li ser înstagraman be jî, “bi ziman ketine”. Çok şikir! Meriv hefza xwe ji yên ku “dibêjin” bike...Xelk êdî dibêje, ka em guh bidin wan, belkî ji bilî gazincên aborî yên îro, behsa tiştên ku berê diqewimîn û wan nedigotin jî bikin. Yên ku her tim dikin barebar bisekinin, hinekî hiş in, “xelk bi ziman ketîye”!
Bila ew“bibêjin” vê carê... (MA/FD)