Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê diyar kiriye û gotiye, polîsê ku li Hezexê, navçeya Şirnexê bi wesayita zirxpoş li Mîhraç Mîroglûyê 7 salî xistibû û ew kuştibû, li ser kar nehatiye girtin û li ser wezîfeya xwe ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroyê Şirnexê gotiye, mirinên ku ji ber wesayîtên zirxpoş pêktên dê weke qeza neyên nirxandin.
Piştî mirina Mîroglû 14 baroyan daxûyaniyek hevpar dane û xwestin ku dezgehên edlî û îdarî li hemberî van mirinên ku bi salan e dewam dikin, lêpirsînên bêalî û bi bandor bikin, da ku "mirinên bi wesayîtên zirxpoş pêk neyên"
Çi bûbû?
Li Taxa Tûrgût Ozalî ya li Hezexê, navçeya Şirnexê wesayiteke zirxkirî di 3yê Îlonê de li bin guhê Mîhraç Mîroglûyê 7 salî xistibû. Li gorî gotinên şahidan, wesayit dema zarokî pisqilêt diajot lê qelibiye.
Li gorî Rapora Hezîrana 2019an a Komeleya Mafên Mirovan a Amedê di navbera salên 2009 û 2019an de herî hindik 63 wesayitên zirxpoş li welatiyan qelibîne. (AÖ/AY)