Sûrên Amedê, piştî Dîwarê Mezin ê Çînê wekî yek ji dîwarên herî dirêj, fireh û bihêz ên cîhanê têne hesibandin. Her çend dîroka rastîn a avakirinê nayê zanîn jî tê texmînkirin ku ew digihêje beriya zayînê serdema Hûriyan (3 hezar-2 hezar). Di heman demê de ew sûrên ku bajar dorpêç kiriye ji 34 şaristaniyan re malovanî kiriye. Lê di sedsala 21an de di serdema xwe ya herî xirab de ye.
Sûrên Amedê yên ku bi dirêjahiya 5 hezar û 800 metre yî di sala 2015an de, kete Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê. Sûrên bajar ku bi xebatên restorasyonê yên ku li hin beşan dest pê kirine, di salên dawî de bala tûrîst û geştiyaran dikişine ser xwe. Lê biryara veguherandina hin beşên sûrên bajar ku di bin parastina UNESCOyê de ne, ji bo kafeyan, ji aliyê geştiyarên xwecihî û turîstan qet bi kêfxweşî neyê pêşwazîkirin.

Bi salan e ku gel li dijî wêrankirinê her bi gazince. Di ser de Wezareta Çand û Tûrîzmê cihên ku restore dike jî ji bo bikaranînê bi rêya îhaleyan dide hin derdoran. Li gelek deverên Sûranên Amedê niha kafe hatine vekirin û rastî nerazînê civakê tên. Destûr û rêziknameyên xebitandinê yên kafeyan li ser sûrên bajarê Amedê di bin kontrola Wezareta Çand û Tûrîzmê de têne pêşxistin.

Li gorî wezaretê; “bi armanca restorasyon û parastineke domdar a sûran bi rêya îhaleyan hin bircên ji bo xebitandinê vedike.” Ev pêvajo jî bi gelemperî bi koordînekirina Walîtiya Barjêr û erêkirina saziyên eleqedar ve têne pêşxistin. Yek ji wan kafeyên ku li ser sûran hatiye vekirin jî li pêşberî Keleha Hundir e. Ji ber kursî û maseyên danîne li ser dîwarê sûrê cihê meş û gerê asteng dibe.

Vekirina kafeyan, danîna maseyan li ser dîwarên sûran û karanîna karsaziyan di raya giştî û civakê de ji ber fikarên ku ew ê zirarê bide tevna dîrokî dibe sedema nîqaş û nerazîbûnên tûnd. Li gel nerazîbûnên heyî ku vekirina van kafeyan bi peywir û berpirsyariya Wezareta Çand û Tûrîzmê, Lijneyên Parastina Mîrata Çandî, Rêveberiya Giştî ya Weqfan, Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Şaredariya Sûrê û Rêveberiya Bajêr a Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê jî sererastkirinek pêk nayê. Saziyên eleqedar guhên xwe ji bertek û nerazîbûnên civakî re gitine û ber li vê keraseta dîrokî nagir in.

Kesên ku tên li Amedê li ser sûran digerin, veguherandina mîrata dîrokî ji bo bazirganiyê wekî “neheqiyeke mezin a li dîrokê” dinirxînin. Rastiyeke din jî heye ku cihek nemaye veguheriye qadên bazirganî û vekirina van kafeyan jî di raya giştî de, “Dibe ku cihekî gerê yê bê pere nemîne û ji civakê re bê qedexekirin” tê axaftin.
(RB/AY)



