Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
RêzeWebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê bi “Di Kovargeriya Kurdî de ekola Nûbiharê" dewam bike.
Suleyman Çevîk, Berpirsê Giştî yê Weşana Nûbiharê wê bi moderatoriya Ferid Demirelî behsa Nûbiharê bike ku 30 sal in weşanê bike.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Di bernameya duyan de Tahîr Baykûşakî behsa Rojî Kurdê, yekem kovara kurdan û di ya sêyan de jî Ronayî Onenê behsa kovara Hawarê kiribû. Mijara bernameya çaran “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî” de bû ku Adnan Çelîk axiver û Derya Aydin jî moderator bû. Di bernameya pêncan de Engin Sustam behsa şert û mercên salên 1990î û ew kovarên di wan salan de hatine weşandin bi taybet jî behsa kovara Rewşenê kiribû.
Bername 14ê Nîsanê roja çarşemê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi kurmancî be.
Ji bo forma beşdariyê bitikîne
Derbarê Nûbiharê de
Di Adara 1992yê de Weşanên Nûbiharê hatiye avakirin. Di Çiriya Pêşiyê ya heman salê de jî Kovara Nûbiharê dest bi weşanê kiriye ku zimanê wê bi kurdî bû. Kovar û weşanxaneya Nûbiharê yekem kovar û weşanxane ye ku di dîroka Komarê de xwedî hesasiyeteke îslamî ye û bi kurdî weşanê dike. Heta sala 2021ê 154 hejmarên kovarê çap bûye ku di nava kovarên kurdî de kovara herî temendirêj e. Weşanên Nûbiharê û Kent Işıkları, markeya din a Nûbiharê heta niha piraniya wan bi kurdî, nêzîkî 400 pirtûk çap kirine.
Derbarê Suleyman Çevîkî de
Di sala 1985ê de dest bi Dibistana Bilind a Çapemenî û Weşanê ya Marmarayê kiriye ku paşê navê wê bûye Fakulteya Ragihandinê. Di sala 1989an de ev beş qedandiye. Piştî xwendina xwe temam kiriye jiyana xwe û xebatên xwe li Stenbolê dewam kiriye. Hîna jî li heman bajarî dijî.
Çevîk di nava kadroya kovar û weşanxaneya Nûbiharê de cih girtiye ku ji sala 1992yê û vir ve weşana xwe bênavber dewam dike. Dema avakirina kovarê de weke midûrê karûbarên nivîsan kar kiriye û ji hejmara 19an û pê ve li gel xwediyê kovarê bûye berpirsê giştî yê weşanê. Zewiciye, bavê du keçan û kurekî ye.
Derbarê Ferid Demirelî de
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye. Li heman beşê master kiriye. Li rojnameya Birgun, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA), Dem TV, Rûdaw TV û Sputnik Kurdistanê weke nûçegîhan, edîtor, midûrê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Lêkolîneke wî di beşeke pirtûka “Bi Analîza Nûçeyan û Lêkolînên Arîşvan: Li Tirkiyeyê 9 Rojname’” (Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle: Türkiye'de 9 Gazete) çap bûye. Yek ji nivîskarên pirtûka E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal e.
Webînara Di Weşangeriya Kurdî de KovargerîDi 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. |
(FD)