Fotograf: Nûbihar
Weşanxaneya Nûbiharê navnîşana kar û xebatên xwe guherand. Weşanxaneyê li Fatîhê, navçeya Stenbolê cihekî nû ji bo kar û xebatên xwe vekiriye. Xebatkar û rêveberên Nûbiharê wê xebatên xwe yên weşangeriyê û pirtûkfiroşiyê li vî cihê nû bidomînin.
Bixwîne - Suleyman Çevîk: Li Tirkiyeyê weşangeriya kurdî ji derveyî adetê tê dîtin
Roja şemiyê (18ê Kanûna Pêşiyê) li cihê nû yê Weşanxaneya Nûbiharê bernameyek hate lidarxistin. Gelek nivîskar, rojnameger û xwendevanên Nûbiharê beşdarî vê bernameyê bûn.
Suleyman Çevîk, Berpirsê Giştî yê Nûbiharê di bernameyê de axivî û got ku "Ev der mala hemû kurdan e. Bila her kes bizane ev der weke mala wan e. Dikarin werin vir jî weke mala xwe jê fêdê bigirin."
Navnîşana nû ya Nûbiharê wiha ye: Zeyrek Mahallesî, Serdab Sokak No:26/3 Fatîh Stenbol
Derbarê Nûbiharê de
Di Adara 1992yê de Weşanên Nûbiharê hatiye avakirin. Di Çiriya Pêşiyê ya heman salê de jî Kovara Nûbiharê dest bi weşanê kiriye ku zimanê wê bi kurdî bû. Kovar û weşanxaneya Nûbiharê yekem kovar û weşanxane ye ku di dîroka Komarê de xwedî hesasiyeteke îslamî ye û bi kurdî weşanê dike. Heta sala 2021ê 154 hejmarên kovarê çap bûye ku di nava kovarên kurdî de kovara herî temendirêj e. Weşanên Nûbiharê û Kent Işıkları, markeya din a Nûbiharê heta niha piraniya wan bi kurdî, nêzîkî 400 pirtûk çap kirine. (FD)