Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêzewebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” bi webînara bi navê “Di salên 1990î de rewşa kovargeriya Kurdî û Kovara Rewşenê” dewam kir.
Di bernameyê de Namik Kemal Dînçî moderator bû û Engîn Sustamî behsa taybetmendiyên salên 1990î û şert û mercên derxistina kovara Rewşenê kir.
Sûstamî di axavtina xwe de bal kişand ser pêşveçûnên destpêka salên 1990î ku qedexeya li ser muzîka kurdî bi yasayekê rabûbû, Leyla Zanayê di Parlamentoyê de bi kurdî axivî bû, şerê di navbera PKK û dewletê de gûr bûbû û Tûrgût Ozalê ku hewl dabû peywendiyê li gel Abdûllah Ocalan, Rêberê PKKyê bike, miribû.
Sûstamî diyar kir ku di vê konjonkturê de Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li Stenbolê vebûye û xebatkarên vê saziyê kovara Rewşenê derxistine.
Bixwîne - Adnan Çelîk: Bandora rageşiyên îdeolojîk li ser kovarên kurdan ên li Ewropayê hebû
Engîn Sûstamî kesên ku ew kovar weşandine û de nivîsandine bi gotina “kesên îdealîst û romantîk bûn û her weha bi hizra antîkolonyal tevdigeriyan” penase kir. Sûstamî kovara Jiyana Rewşen a berdewamiya Rewşenê bû weke kovareke “Post-kolonyal” û Rewşen-Name jî weke “De-kolonyal” bi nav kir.
Di berdewamiya bernameyê de Engîn Sûstamî behsa rola Rewşenê, Jiyana Rewşenê û Rewşen-Nameyê di pêşketin û geşbûna edebiyata kurdî de kir. (FD)