Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duyem webînera RêzeWebînera bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” dest pê kir.
Di webînera duyem de akademîsyen Tahîr Baykuşakî bi moderatoriya Serhat Bozkurt mijara kovara Rojî Kurd nirxand.
Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianet, Atolye BIA bi hevkariya Weqfa Zanê RêzeWebînarên navborî li dar dixe ku ya duyem bi navê “Di dema Meşrûtiyeta Duyem de yekem kovara Kurdan: Rojî Kurd” pêk hat.
Baykuşak diyarkir ku Rojî Kurd bi pêşengiya ciwanên Kurd yên xwendekar ve derket û got, “Di kovarê de nivîsên têkildarî çanda kurdî û pirsgirêka Kurd weşiya ye û kurdî bi pêş birî”
Tahîr Baykûşak weha gotiye:
“Rojî Kurd kovarekî mehane bû. Yekem hejmara kovarê di 6ê Hezîrana sala 1913an de çap bûye. Kovar bi zimanê kurdî û osmanî hatiye amadekirin. Bi giştî çar hejmarê kovarê çap bûye. Hejmara dawî di 12ê Îlona sala 1913an de weşiya ye. Cemiyeta Hêvîyê piştgiriya kovarê dikir.”
“Nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên weke Dr. Abdullah Cevdet, Xelîl Xeyalî, Fikri Necdetê Amêdî, Ekrem Cemilpaşa, Mehmed Mihri, Fuad Temo, Lutfî Fikrî, Babanzade İsmail Hakki, Babanzâde Abdulaziz, Necmeddînê Kerkûkî, Kerîmzadeyê Kerkûkî, Abdulkerîmê Silêmaniyê, Mehmed Salih Bedirhan û Qazizâde Mustafa di kovarê de dinivîsand.
Hebûna rewşenbîr û zanayên Kur dli Stenbolê
“Stenbol ji 330an heta 1922an bênavber bûye paytexta împaratoriyan. Lewre jî her tim bala nivîskar, zana û aliman kişandiye. Her weha împaratoran jî hewl dane ku zana, şaîr û alimên serdema xwe li paytexta xwe bi cîh bike. Ji ber vê hebûna zana û alimên kurdan li Stenbolê kevn e. mirov dikare kesên wek Nalî, Şêx Riza Talebanî, Keyfî û Koyî ji bo vê yeke mînak bide. Lê sirguniya mîrektiyên kurdan a sedsala 19an li vî bajarî derdorek kurdewar pêk aniye.”
RêzeWebîner wê bi "Hawar"ê dewam bike
Sêyem webînera RêzeWebîneran wê bi navê “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya neteweyî û bi çapemeniyê re” dewam bike. Di vê bernameyê de wê Ronayî Onen biaxive û Serdar Şengul moderatoriyê bike û zimanê bernameyê wê kurdiya kurmancî be.
Bername wê 17ê Adarê roja Çarşemê saet di 19.00ê bi rêya bernameya Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê wê bi awayekî zindî were weşandin.
Webînara Di Weşangeriya Kurdî de KovargerîDi 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. Bernameya RêzeWebinarê1. 3ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 "Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkîyeyê" Axiver: Serdar Ay Moderator: Adnan Çelik Ziman: Kurmancî 2. 10ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19.00 “Di dema Meşrutiyeta Duyem de yekem kovara Kurdan: Rojî Kurd” Axiver: Tahir Baykuşak Moderator: Serhat Bozkurt Ziman: Kurmancî 3. 17ê Adara 2021ê Çarşem Saet 19:00 “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” Axiver: Ronayî Onen Moderator: Serdar Şengul Ziman: Kurmancî 4. 24ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî (1949-1971)” Axiver: Adnan Çelik Moderator: Derya Aydın Ziman: Kurmancî 5. 31ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di salên 1990î de rewşa kovargeriya Kurdî û Kovara Rewşenê” Axiver: Engin Sustam Moderator: Namık Kemal Dinç Ziman: Tirkî 6. 7ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di weşangeriya kurdî de nûçegîhaniya kovaran” Axiver: Gunay Aslan Moderator: Ferid Demirel Ziman: Tirkî 7. 14ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovar û kovargeriya jinan ên kurdan” Axiver: Rojda Yildiz Moderator: Eda Bazancir Ziman: Tirkî 8. 21ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovara Vateyê: Dibistana Kirmanckiyê” Axiver: Deniz Gunduz Moderator: Canan Efe Ziman: Kirmanckî 9. 28ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di kovargeriya Kurdî de ekola Nûbiharê” Axiver: Suleyman Çevik Moderator: Ferid Demirel Ziman: Kurmancî |
(AY)