Şaredarên Balçova û Seferîhîsarê yên CHPyî hatin desteserkirin
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna ku tê birêvebirin de, Şaredarê Balçovayê Onur Yigit û Şaredarê Seferîhîsarê İsmail Yetişkin hatine desteserkirin.
Operasyonên li dijî şaredariyên CHPyî îro jî berdewam kirin.
Li Şaredariyên Antalya û Beylikduzuyê gelek kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsînên ku li Îzmîrê tên birêvebirin de, li dijî şaredariyên Balçova û Seferîhîsarê yên CHPyî operasyon hat kirin.
Her weha hat diyarkirin ku di nav kesên hatine desteserkirin de dayîka Şaredar Yigit, Meryem Yigit û Endamê Meclîsa Şaredariya Guzelbahçeyê û Parlamenterê Berê yê Îzmîrê yê CHPê Doguş Bayir jî hene.
Şaredarê Silifkeyê Mustafa Turgut hat desteserkirin
Li Seferhîsarê 24 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Seferîhîsarê ve tê birêvebirin de, hejmara kesên ku ligel Şaredarê Seferîhîsarê İsmail Yetişkin hatine desteserkirin wekî 24 hat diyarkirin.
Li dijî Şaredariya Seferîhîsarê operasyon û şaredarê Silivriyê jî ji wezîfeyê hat girtin
(EMK/AY)