Li dijî Şaredariya Seferîhîsarê operasyon û şaredarê Silivriyê jî ji wezîfeyê hat girtin
Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna îdiayên bertîlê de, li dijî Şaredariya Seferîhîsarê ya CHPî operasyon hat kirin. Wezareta Navxweyî ragihand ku Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglu yê ku hatibû girtin, ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Her weha operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê birêvebirin.
Di encama operasyonê de Cîgirê Şaredar Gokhan Pehlîvan jî di nav de, bi giştî 15 kes hatin desteserkirin.
Lêpirsîna Şaredariya Silivriyê: Şaredar Balcioglu jî di nav de 10 kes hatin girtin
Şaredarê Silivriyê ji wezîfeyê hat girtin
Wezareta Navxweyî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê ji wezîfegirtinê yê Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balciogluyî de daxuyaniyek da û wiha got:
"Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglu, ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê ya bi hejmara 2025/6249an a li ser sûcên ‘avakirin û birêvebirina rêxistina sûcê, wergirtina bertîl û avakirina mal û milkên ji sûc tên’ û li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393an, wekî tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin."
Li Şaredariyên Antalya û Beylikduzuyê gelek kes hatin desteserkirin
(EMK/AY)