Şaredarên Balçova û Seferîhîsarê yên CHPyî hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê birêvebirin de, Şaredarê Balçovayê Onur Yiğit û Şaredarê Seferîhîsarê İsmail Yetişkin hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku Parlamenterê Berê yê Îzmîrê yê CHPê û Endamê Meclîsa Şaredariya Güzelbahçeyê Doguş Bayir jî hatiye desteserkirin.