Li Şaredariyên Antalya û Beylikduzuyê gelek kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, li dijî Şaredariya Beylikduzuyê operasyon hat kirin. Her weha di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî şîrketa ANSETê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê birêvebirin de, 10 kesên din hatin desteserkirin.
Di operasyonên hemwext ên ku navenda wan Stenbol e û Gîresun ile Bursayê jî digirin nav xwe de; 27 kesên ku di nav wan de xebatkarên şaredariyê, nûnerên sektora avahîsaziyê û personelên fîrmayên kontrolkirina avahiyan hene, hatin desteserkirin.
Di raporên pisporan yên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine amadekirin de, cih dan lêkolînên ku ji aliyê Rêvebiriya Bajar a Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Stenbolê ve hatine kirin.
Di raporê de hat îdiakirin ku li 4 parsel cihê ku mûteahîdiya wan heman şîrketê girtiye ser xwe, li dijî qanûnên îmarê guhertin hatine kirin û di hin avahiyan de jî bêhiqûqiyên li dijî projeyên rûhsatê hatine tespîtkirin
Her weha di raporên pisporan de hat îdiakirin ku tevî hemû xetereyan jî, ji aliyê şaredariya peywendîdar ve ji bo van avahiyan Belgeya Destûra Bikaranîna Avahiyê hatiye amadekirin.
Hat hînbûn ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna li ser van îddian de hatiye kirin û karûbarên derbarê kesên hatine desteserkirin de berdewam dikin.
Antalya
Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî şîrketa ANSETê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê birêvebirin de, 10 kesên din jî hatin desteserkirin.
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin; li ser îdiayên wekî “gendeltiya di îhaleyê de”, “bertîl” û “şûştina pereyan” berdewam dike.
Di operasyonê de her weha kesên bi navên B.A, D.A, E.B, M.Ş, N.I, R.S.Ö, S.Ü. û Ş.A. ku di şaredariyê û şîrketên ser bi şaredariyê de wezifedar in hatin desteserkirin.
(EMK/AY)