24ê TÎRMEHÊ ROJA TÊKOŞÎNA Jİ BO AZADİYA ÇAPEMENİYÊ
"Rojnameger dema devê xwe vedikin, bi gîrtîgeh û zilmê tê cezakirin"
Rapora Çavdêriya Medyayê ya BİAyê ku 25 sal in tê weşandin û beşa wê ya sê mehên dawî ji 54 rûpelan pêk tê, rewşeke berbiçav nîşan dide. Ev rapor nîşan dide ku rojnameger ji ber nûçe û mijarên tînên rojevê, êdî zêdetir tên cezakirin. Ger nûçeyek li gorî desthilatdariyê de wekî "xetere" be, rêjeya cezakirina rojnamegerê ku ew nûçe çêkiriye jî ewqasî zêde dibe.
Di sê mehên dawî de, nivîskarê T24ê Tolga Şardan ji ber nûçeya "Rapora darazê ya MÎTê" bi tohmeta ku "dezgehên darazê biçûk xistiye", Rojnameger Bariş Pehlivan, Murat Agirel û Zafer Arapkirli bi îdîaya ku "agahiyên xapînok belav kirine (dezenformasyon)”, Timur Soykan bi tohmeta ku "nepenîtiya lêpirsînê binpê kiriye" û rojnameger Erdoğan Alayumat jî bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hatin cezakirin.
Rapor balê dikişîne ser girtina bênavber a rojnamegeran. Di çaryeka duyem a sala 2026an de, piştî nûçegîhanê DW Tirkî Alican Uludag, Derhênera Weşana Giştî ya Aydınpostê Yelis Ayaz û nûçegîhanê BirGunê İsmail Ari û Derhênera Weşana Giştî ya malpera Kaos GLyê Yildiz Tar jî bi hêceta Lûtkeya NATOyê hate girtin.
Di sê mehan de 7 sal û 6 meh ceza li 6 rojnamegeran birîn
Di sê mehên dawî de ku bi dehan nûçegîhan hatin darizandin. Dadgehan derbarê herî kêm 12 ji wan de biryar da. Rojnameger bi tohmeta "belavkirina agahiyên xapînok", "biçûkxistina saziyên dewletê", "biçûkxistina nirxên olî", "binpêkirina nihêniyê", "propagandaya rêxistinê" ango "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. Di encama darizandinan de hinek rojnamegeran beraat kirin, lê ji bo şeş ji wan bi tevahî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn (ku beşa sal û 6 mehan hate paşxistin):
Nivîskarê T24ê Tolga Şardan ji ber nûçeya "Rapora darazê ya MÎTê" bi tohmeta ku "dezgehên darazê biçûk xistiye" 5 meh cezayê paşxistî girt. Rojnameger û lêkolîner Barış Pehlivan û Murat Agirel ji ber gotinên xwe yên di bernameya "Kayda Geçsin" a Halk TVyê de bi îdîaya "belavkirina agahiyên xapînok" bi salek û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Timur Soykan jî bi tohmeta "binpêkirina nihêniyê" 10 meh cezayê paşxistî stend. Ji ber parvekirina li ser medyaya civakî ya derbarê êrîşên li dijî elewiyên Sûriyeyê de, nivîskarê rojnameya BirGunê Zafer Arapkirli bi îdîaya "belavkirina agahiyên xapînok" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girt. Erdogan Alayumat jî bi hêceta "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh cezayê paşxistî stend.
Rojnameger İskender Kahraman ji ber nivîsên xwe yên salên 2017 û 2018an ên ku di malpera Yuksekova Haberê de li ser Rojava û Efrînê hatibûn weşandin, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" ji nû ve dihat darizandin, hat beraatkirin. Di çarçoveya lêpirsîna HDKyê de rojnameger Ender İmrek ku 100 roj di zîndanîkirina li malê de mabû û Ercument Akdeniz ku heşt meh girtî hatibû hiştin, ji dozên ku bi "endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin, beraat kirin. Biryareke weke vê ji bo nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solin Dal û Mehmet Aslan jî hat dayîn.
Tehdeya girtinê bi İsmail Ari û Yildiz Tarê re didome
Pirsgirêkên kironîk ên derbarê girtina rojnamewanan de ku piştî çêkirina nûçeyên li ser rewşa siyasî an jî anîna ziman a desthilatdarên siyasî rû didin di sê mehên dawî de jî berdewam kirin. Ev zext di vê heyama dawî de li ser nûçeyarê rojnameya BirGünê İsmail Arı, xwediyê malpera Aydınpostê Yelis Ayaz û nûçeyarê magazînê Bilal Özcan hatin meşandin.
Kêşeya kronîk a girtina rojnamegeran ji ber rewşa siyasî ango çêkirina nûçeyên li ser desthilatdaran, di sê mehên dawî de jî berdewam kir. Di vê heyamê de nûçegihanê rojnameya BirGunê İsmail Ari, xwediyê malpera Aydinpostê Yelis Ayaz û rojnamegerê magazînê Bilal Ozcan ji wan rojnamegeran e.
Tevî ku nûçegîhanê DW Tirkî Alican Uludag ku berê hatibû girtin bi van nûçegîhanan re di demeke nêz de serbest hatibe berdan jî, girtina derhênera weşana giştî ya malpera Kaos GLyê Yildiz Tar a berî Lûtkeya NATO’yê bi hêceta “operasyona rêxistinê”, bû mînaka herî nû ya binpêkirina mafên bingehîn ên rojnamegeriyê yên ji ber konjonktura siyasî. Di heman demê de girtina rojnamegerê 40 salan û derhênerê weşanê yê TELE1ê Merdan Yanardag ku bi îdîaya “sîxuriya siyasî” dihat darizandin, heşt meh li paş xwe hişt.
Ji pênc desteserkirinan jê sê ji ber nûçegîhaniya LGBTİ+yan e
Di heyama Nîsan - Hezîranê de herî kêm pênc rojnameger hatin desteserkirin. Rojnameger Muberra Unsal, Yusuf Çelik û Doga Tekneci ji ber ku Hefteya Rûmetê ya LGBTİ+yan şopandin hatin desteserkirin. Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bingol jî dema ku çalakiya bîranîna Ethem Sarisulukê ku li Enqereyê hatibû kuştin dişopand, bi lêdanê hate desteserkirin.
Ji pênc êrîşan jê sê li ber Navenda Giştî ya CHPê bûn
Di sê mehên dawî de herî kêm pênc nûçegîhan rastî êrîş ango midaxeleya fîzîkî ya kom û kesayetên siyasî hatin. Yek ji wan jî ji ber weşana ku kiribû gef lê hate xwarin.
Piştî biryara betalkirina mitleq ya li dijî partiya opozîsyonê CHPê, di bûyerên li ber Navenda Giştî ya CHPê de mudaxele li sê nûçegîhanan hate kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylu jî bersiva pirsên nûçegîhanê Now TVyê neda û tenê mîkrofona nûçegîhan tend da.
Her wiha polîsekî li dijî nûçegîhana malpera Kisa Dalgayê Gulseven Ozkanê ku çalakiya 1ê Gulanê dişopand, ji mesafeyeke nêz ve gaza îsotê bikar anî. Deriyê buroya İz Gazeteyê ya li Îzmîrê jî di derveyî saetên kar de bi matkapê hate xerakirin û zirardîtin.
Heqareta li Serokkomar: 16 rojnameger û xêzkar bersûc in
Dozên keyfî yên bi tohmeta “Heqareta li Serokkomar” ên li dijî rojnamegeran, di sê mehên dawî de jî bi darizandina herî kêm 16 rojnameger û karîkaturîstan berdewam kirin. Ji bo van navan (Alican Uludağ, Deniz Yucel, Sedef Kabaş, Baransel Agca, Erk Acarer, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, “Alice”, Mehmet Tezkan, İbrahim Kahveci, Suat Toktaş, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergul, Dogan Pehlevan û Rüstem Batum) heta 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Di vê heyamê de Sefer Selçuk Ozbek û Gokay Başcan jî bi lêpirsînên ku li dijî wan hatine vekirin, hatin rojevê. Di sê mehên dawî de ji vê xalê ti biryara cezakirinê nehate tespîtkirin.
Di encamê de xala 299an a TCKyê, di heyama 12 salan a peywira Serokkomar Erdoğan de, rê li ber darizandina zêdetirî 250 rojnamegeran û cezakirina herî kêm 80 ji wan (ku hinek ji wan hatine paşxistin) vekir. Mixabin ne pêşniyara Komisyona Venedikê ya sala 2016an, ne jî biryara DMMEyê ya sala 2021an a li dijî Tirkiyeyê (ya dosyaya "Vedat Şorli") nebûn asteng ku rojnameger di vê heyama derbasbûyî de bi dozên keyfî neyên tacîzkirin.
Bêyî îradeya dewletê têkoşîna dijî bêcezatiyê lawaz e
Lêkolînkirina cihê bombekar û malbata wî ku bombe xistibû bin wesayîta rojnamegerê lêkolîner û nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Ugur Mumcu û bûbû sedema mirina wî tenê piştî 32 salan hate bîra daraz û saziyên peywirdar.
Di doza kuştina rojnamegerê ermenî yê Tirkiyeyê Hrant Dink a di sala 2007an de, her çiqas Koma Pelitli ya li Trabzonê û “peywirdarên ewlehiyê yên ku bi navê FETÖyê rê li ber kuştinê vekiribûn” hatibin cezakirin jî; ew kesên ku bi çalakî, bername û daxuyaniyan Dink kiribûn hedef û zemîn ji bo kuştinê amade kiribûn nehatin darizandin. Di doza kuştina belgefilmkarê jîngehê Hakan Tosun de ku di şeva 10ê Çiriya Pêşîn a 2025an de li Esenyurta Îstanbolê rastî êrişê hatibû, hê jî diyar nebûye bê ka ji ber pîşeya xwe hatiye kuştin an na.
Darizandina ji nû ve ya êrîşkarên ku li Enqereyê di 10ê Gulana 2019an de nivîskarê rojnameya Yeniçagê Yavuz Selim Demirag bi giranî derb kiribûn, dê di 10ê Îlonê de berdewam bike. Derbarê êrîşa bi çekî ya ku di sala 2023an de li dijî rojnamegerê li Bursayê Yaman Kaya hatibû kirin de, du bersûcên ku salek paşê bi hêceta “kêmbûna delîlan” hatibûn beraatkirin, niha di Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê de ji nû ve tên darizandin. Bersûc İsa Can Biler di şeva 13ê Tebaxa 2025an de 10 gule li Nûneriya Îzmîrê ya rojnameya Evrenselê reşandibû, hatibû girtin û piştre serbest bûbû. Dadgehê derbarê wî biryara anîna bi darêzorê ya bo danişînê da.
Dozên tezmînatê
Di sê mehên dawî de ku herî kêm çar rojnameger û sê saziyên medyayê di Dadgehên Hiqûqê yên Asliyeyê ango Bazirganiyê de bi daxwaza 2 milyon û 650 bin TL tazmînatê hatin darizandin. Akademîsyen û nivîskara rojnameya Evrenselê Ceren Sozeri ji ber nivîsa xwe ya bi navê “Kê deng bi AKP’yê da windakirin?” di doza ku ji aliyê Şirketa Turkuvaz Medya û Serhat Albayrak ve hatibû vekirin de, bi 20 hezar TLyî hate cezakirin.
Rojnameger Hazal Ocak jî ji ber nûçeya “Zava bi kar dizane” a di rojnameya Cumhuriyetê de hate weşandin, bi 10 hezar TLyî hat cezakirin ku divê wî pereyî bide Berat Albayrak. Serhat Albayrak û Berat Albayrak di van dosyayan de li benda 200 hezar TL tazmînatê bûn.
Sansûra onlîne: Lêkolîn, rexne û rojnamegeriya LGBTİ+parêz kirine armanc
Saziya Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) û Dadweriyên Cezê û Aştiyê, tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji 10ê Çiriya Pêşîn a 2024an vir ve sansûra online ya li ser bingeha “mafên kesayetiyê” betal kiribû jî, rê li ber derketina nûçeyên gendelî û bêusuliyan digirin. Van saziyan vê carê jî bi hêceta “ewlehiya neteweyî û pergala giştî” sansûrê bi hemû aliyan ve dide berdewamkirin. Di sê mehên dawî de herî kêm 24 nûçeyên online hatin astengkirin.
Di bin sîwana polîtîkaya “Sala Malbatê” de ku ji aliyê Serokkomar Erdoğan ve hate ragihandin, di sê mehên dawî de bi taybetî li gel nûçegîhaniya LGBTİ+yan, hesabên Xê yên gelek rojnameger û mecrayên nûçeyan ên wekî Yusuf Çelik, Esra Ece Kutlu, Zilan Azad û Edîtorê Kaos GLyê Ogulcan Ozgenç hatin astengkirin. Astengkirina gihîştinê di sê mehên dawî de rasterast hesabên Xê yên Bulent Mumay, Erk Acarer, Abdurrahman Gok, İslam Ozkan, Yusuf Çelik, Esra Ece Kutlu, Zilan Azad, Ogulcan Ozgenç û Nisan Çıra, ligel Komisyona Jin û LGBTİ+yan a TGSê û malpera Velveleyê kirin hedef.
Dosyaya lêkolînî ya Canan Coşkun a bi navê “Împaratoriya Vîzeyê” ya di Kısa Dalgayê de weke nûçe weşiya û parvekirinên medyaya civakî yên girêdayî wê dîsa di bin navê “parastina ewlehiya neteweyî û nîzama giştî” de hate sansurkirin. Ev yek bû mînaka berbiçav a astengkirina rojnamegeriya lêkolînî bi rêya darazê. Pirsgirêka cihêkarî û akredîtasyonê ya li dijî medyayê ku di Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de jî hatibû dîtin û li Tirkiyeyê ji aliyê dadgehan ve jî hatibû tespîtkirin, bi bertekên tund ên saziyên azadiya medyayê re bû parçeyek ji rojeva navneteweyî.
Heta girtina keyfî bi dawî nebe AYM hêvî ye
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di sê mehên dawî de ji bo rojnameger Alican Uludag û İsmail Ari serlêdanên nû wergirtin. AYMyê di rabirdûyê de jî di dozên Ahmet Şik, Nedim Şener, Can Dundar û Erdem Gul de serlêdanên bi vî rengî qebûl kiribûn. Ev serlêdan hemû encama giran a karanîna darazê wekî amrazeke siyasî û girtina keyfî ya rojnamegeran in.
AYM di çarçoveya serlêdana takekesî de, di dosyayên rojnamegeran de ku mafên “ewlehî” û “azadiya çapemenî û derbirînê” tune tê hesibandin, dibe yekane garantiya hiqûqî. Di vê heyamê de serlêdaneke din jî ji aliyê MLSAyê ve hate kirin. Ev serlêdan ji bo rejîma lîsansê ya Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) hate kirin ku gefê li ser weşangeriya înternetê çêdike.
DMMEyê bêdengiya xwe ji bo Çetinkaya şikand
Têkildarî mafên rojnamegeriyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) ku ev demek dirêj bû bêdeng mabû, bi biryareke ku di sê mehên dawî de belav kir de bêdengiya xwe şikand. Dadgehê biryar da ku girtina rojnameger Tuncer Çetinkayayê ku di pêvajoya hewldana derbeyê de bi tohmet “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, keyfî ye. DMMEyê Tirkiye bi 20 hezar û 656 euro (nêzîkî milyon û 90 bin TL) tazmînatê mehkûm kir.
RTUK ji ber rexneyên li siyasetmedaran cezayan dibire
Ji Çiriya Pêşîn a 2025an vir ve Mehmet Daniş bûye Serokê RTUK’ê. Li gorî serokê berê Ebubekir Şahin, di heyama Daniş de daxuyaniyên provoke derneketin pêş. Dîsa jî Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) zexta li ser wan kanalan berdewam dike ku axaftinên siyasî yên rayedarên CHP ango TİPê tînin ser ekranê.
RTUKê bi îdîaya ku “li dijî qedexeyên weşanê tevgeriyane” ceza da kanalên Halk TV û Koza TVyê. Di heman demê de ji ber ku rexneyên siyasî weşandin, ceza li SZC TV û dîsa li Halk TVyê birî. (Li Tirkiyeyê çarçove û sînorên van qedexeyên weşanê ne diyar in û pirsgirêkdar in).
Endamê RTUKê İlhan Taşçı li ser hesaba xwe ya Xê bertek nîşan da û got: “RTUK hema hema bûye parêzerê Wezîrê Dadê Akın Gurlek.”
Di heyama Nîsan, Gulan û Hezîrana 2026an de, RTUKê ji ber nûçe û bernameyan bi tevahî sê caran cezayê pere yê îdarî da saziyên TVyê. Rêjeya giştî ya vê cezayê gihîşt milyon û 114 hezar û 913 TLyî.
Di sê mehan de heşt kes bêkar man
Di sê mehên dawî de herî kêm 8 rojnameger, bernameger, pêşkêşvan û xebatkarên karên nivîsaran ji ber guherînên di xeta weşanê de ango nakokiyên li ser weşanê karê xwe winda kirin.
Pêşkêşvana bernameyan a Halk TVyê Seda Selek diyar kir ku "sedemên wê yên mafdar hene" û ji kanalê veqetiya. Piştî vê veqetînê û bi taybetî piştî bertekên li dijî xwediyê kanalê Cafer Mahiroglu, di kanalê de çar veqetînên din jî çêbûn.
Derhênerê weşanê yê SurAjansa ku navenda wê li Amedê ye û nûnerê TGSê yê Amedê Mahmut Oral, piştî ku notên hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir nûçe, rastî bertekan hat. Oral piştre ji bo ku "zirarê nede pêvajoyê" neçar ma ku dest ji kar berde û îstîfa bike.
(EÖ/AY)
RAPORA ÇAVDÊRİYA Lİ MEDYAYÊ YA BİAYÊ - 2025
Ew ên ku dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin, niha bêtir bêpîvan in!
RAPORA ÇAVRÊRIYA LI MEDYAYÊ YA BIAYÊ /COTMEH-MİJDAR- KANÛNA PÊŞÎN 2025
Pêşeroja rojnamegeriyê ji ber zextên desthilatê di xetereyê de ye!
RAPORA ÇAVDÊRÎYA Lİ MEDYAYÊ YA BIAYÊ
Di bin çavdêriya desthilatê de zexteke bêhempa li rojnamegeran tê kirin
RAPORA ÇAVDÊRÎYA Lİ MEDYAYÊ YA BIAYê
Li Tirkiyeyê ne Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye, zilm heye ku li rojnamegeran dikin
RAPORA ÇAVRÊRIYA LI MEDYAYÊ YA BIAYÊ / COTMEH-MİJDAR- KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Ji bo ku rastiyê veşêrin ji her alî ve zextan li rojnamegeran dikin