24ê TÎRMEHÊ ROJA TÊKOŞÎNA Jİ BO AZADİYA ÇAPEMENİYÊ
"Rojnameger dema devê xwe vedikin, bi gîrtîgeh û zilmê tê cezakirin"
Li Tirkiyeyê desthilatdarî, daraz û saziyên ku medyayê kontrol dikin, dixwazin rojnamegeran neçarî yekdengiyê bikin û hemû amûrên zextê bikartînin da ku rojnameger ji lêkolîn û rexneyan dûr bisekine û tenê daxuyaniyên rayedaran ragihîne û rojnamegeriyeke “xwecihî û neteweyî” pêk bîne.