Ew kesên ku dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê mehkûmî yek dengiyê bikin û çav berdane medyaya piralî, ji bo ku di sala 2025an de rêyên agahîgirtinê yên civakê bigire, hewldana midaxeleya darazê jî di nav de serî li hemû derfetên di destê xwe de dane.
Nûçegîhanên fotografan yên ku di Adara 2025an de xwepêşandanên li Saraçxaneyê Stenbolê dişopandin, Fatîh Altayliyê ku bi tohmeta ku “gef li serokkomar xwariye” û piştre hatibû girtin, Merdan Yanardagê ku di dema pêvajoya tayînkirina qeyûm ji bo TELE1ê de bi sûcê "sîxuriyê" hatibû tawanbarkirin, û Furkan Karabayê ku îdiayên neqanûnî anîbû rojevê, ev hemû di serdemek weha de pêk hatin ku desthilatê gotinên xwe ya civakî ferz dikir.
Di 2025an de 29 girtin, 3 zîndanîkirina li malê û 58 desteserkirin pêk hat
Raporê Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê di sala 2025an de çar caran hatin weşandin. Raporên BİAyê nîşan didin ku sala par herî kêm 29 rojnameger (Elif Akgul, Yildiz Tar, Yasin Akgul, Zeynep Kuray, û hwd.) hatine girtin, sê kesên din (Îsmail Saymaz, Ozlem Gurses, Ender İmrek) bi mehan li malê hatin zîndanîkirin û bi dehan kes jî bi awayê ku azadiya wan a rêwîtiyê were binpê kirin, rûbirûyê şertê kontrola edlî bûn.
Berpirsên rojnameya BirGun, tîma Halk TVy3e, berpirsê MedyascopeTVyê Ruşen Çakir, ji tîma "Onlar(Ew)" a YouTubeyê Timur Soykan, Murat Agirel û Bariş Terkoglu, Semra Pelek û edîtora bianetê Tugçe Yilmaz jî di nav de 58 rojnameger hatin desteserkirin ango polîsan ew bi darê zorê birini îfadeyê.
Ji TCK û TMKyê 28 kes hatin mehkûmkirin û 41 kes beraat bûn
Raporên ku pêvajoyên dadgehên herêmî, dadgehên îstînafê, Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûrî li xwe digirin nîşan didin ku, di salekê de kêm zêde nêzîkî 150 rojnameger hatine darizandin. Ji wan 28 rojnamegeran bi tevahî 45 sal, 7 meh û 26 meh cezayê girtîgehê (bi 3 sal, 2 meh û 1 roj cezayên taloqkirî) û 52,190 TL cezayê pereyan li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyê (TCK) û Qanûna Dijî Terorê (TMK) wergirtine, di heman demê de 41 rojnamevan û karîkaturîst jî beraetkirine.
Rojnamegerên ku bûyerên civakî di şopîne di vê salê de jî bi tohmeta ku "Li Dijî Qanûna Xwepêşandan û Meşan Derketiye" hatin darizandin. Rojnameger ji van dozan, bi beraetkirinê re rû bi rû mane ku vê yekê jî keyfîbûna pêvajoyan piştrast kiriye.
Heqareta li Serokkomar
Piştî dozên Deniz Yucel û Charlie Hebdo, girtin û mehkûmkirina rojnamevanê Swêdî Joakim Medin, nûçegihanê rojnameya Dagens ETC, careke din xala "heqareta li Serokkomar" di sala 2025an de anî qada navneteweyî. Tevî mehkûmkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Cotmeha 2021an a li dijî Tirkiyeyê di doza "Vedat Şorli" de, dadweriya Tirkiyeyê, bi destûra Wezareta Dadê, berdewam kir ku zêdetirî 20 rojnamevanan bidarizîne; du ji wan (Joakim Medin û Furkan Karabay) li gorî madeya 299an a Qanûna Cezê ya Tirkan hatin mehkûmkirin. Di dema zêdetirî 11 salan de ku Serokkomar Erdogan di desthilatê de ye, hejmara rojnamevanên ku li gorî xala 299an a Qanûna Cezê ya Tirkan bi cezayê girtîgehê an cezayê pereyan (hin ji wan hatine sekinandin) hatine mehkûmkirin gihîştiye 80yî.
Cezayên RTUKê
Rapor nîşan didin ku rojnamegeriya serbixwe ya ku ji hêla aborî ve lawaz bûye, bi rêya cezayên aborî ji aliyê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ve, tê hedefgirtin.
Di sala 2025an de, RTUK bi tevahî 32,820,709 TL cezayên li ser stasyonên televîzyonê ji bo nûçe, bernameyên nîqaşê û weşanên bi vî rengî ferz kir. Ji bilî TELE1ê ku qeyûm li ser e di heman demê de Halk TV û Sozcu TV jî anîn sînorê betalkirina lîsansê. Îlhan Taşçi, endamê RTUKê ku ji kotaya CHPê hatî hilbijartin, ragihand ku her çend di sala 2025an de 52 ceza li ser kanalên rexnegir hatine sepandin jî, ji bo kanalên nêzîkî hikûmetê raporek jî nehatiye amadekirin.
Qedexeya weşanê, sansura nûçeyan, astengkirina hesaban…
Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 10ê Cotmeha 2024an de xala "binpêkirina mafên kesane" ya Qanûna Înternetê ya Bi Hejmar 5651 betal kiribe jî, Dadgehên Cezê û Aştiyê di tevahiya sala 2025an de sansura xwe berdewam kir, bi kêmanî 81 nûçe û naverokên rojnamegeriyê hedef girtin. Mijarên naverokan "gendelî" ango "mafên kesane"ba jî, wekî "gefa li ser ewlehiya neteweyî û pergala giştî"dihesibandin.
Di sala 2025an de di xwepêşandanên ku ji bo piştgiriya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoğlu hatin lidarxistin de gihîştina înternet hat sînordarkirin û ji bo şewata Bolu Kartalkayayê weşan hatin qedexekirin. Malpera KaosGL, bianet, Artı Gerçek, MedyaRadar û LeMan hatin astengkirin Her weha gihîştina hesabên YouTube yên Can Dundar û Fatih Altayli, û hesabên X yên gelek rojnamevanên ji nav û derveyê welêt an jî li sirgûnê, wek Altan Sancar, Ali Macit, Amberin Zaman, Metin Cihan û Erk Acarer, bi navê "ewlehiya neteweyî û aramiya giştî" hate astengkirin.
Medyaya Tirkiyeyê ji "regulasyona pozîtîf" bê par e
Yekîtiya Ewropayê bi rêziknameyên weke Yasaya Azadiya Medyayê ya Ewropayê(EMFA) û Yasaya Dijîtal ji bo pirrengiya medyayê, weşana giştî, platformên medyaya civakî û mafên telîfê gavan diavêjin. Li Tirkiyeyê ji bo rêkxistina sektora rojnamegeriyê di ronahiya hişê çêkirî û platformên medyaya civakî de însiyatîfek rayedaran tune ye. Piştî zextên siyasî û qanûnî, Tirkiye, ku bi lawaziyeke giran a aborî re rû bi rû ye, di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2025an a Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nava 180 welatan de, di rêza 159emîn de ye.
Altayli û Karabay hatin berdan, Yanardag û Aysever hatin girtin
Merdan Yanardag, derhênerê weşana giştî ê kanala TELE1, ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di 26ê Cotmeha 2025an de bi îdiaya ku "sîxurî kiriye" hatibû girtin. Ji wê rojê ve îdianameya wî amade nebûye. Rexneyên Enver Aysever ên li ser îdeolojiya rastgir jî bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistiye nava gel” hat girtin. Rojnamevan Can Taşkinê ku îdiayên "xerecê" li Nevşehirê kiribû rojev, ji 1ê Îlonê ve girtî ye. Li gorî RSFê, Tirkiye di nav welatên ku îsal mekanîzmaya "girtinê-berdanê" ya herî bilez heye de ye.
Di sala 2025an de, dema ku Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç pirsên rojnamevanan bi gotina "Ez nikarim tiştekî bêjim, ew karê dadgehan e" qut kir, girtina Fatih Altaylı, karmendên kovara LeMan, û Merdan Yanardağ bi daxuyaniyên giştî an medyaya civakî yên rayedarên hikûmetê re hat kirin ku dikarin bandorê li dadweriyê bikin û wekî çavtirsandinê werin şîrove kirin. Sala 2025an bi wê yekê jî derket pêş ku rojnamevan bi tohmetên awarte yên wekî "gef li Serokkomar xwarine" ango "sîxurî" hatin hedefgirtin û ji bo demên dirêj hatin girtin.
Êrîşî 28 rojnameger û du dezgehên medyayê kirin
Di sala 2025an de, herî kêm 28 rojnamevan (Murat Ağırel, İsmail Arı, hwd.) û du dezgehên medyayê (Evrensel û LeMan) di êrîşan de hatin hedefgirtin, di heman demê de 10 nûnerên medyayê (Şule Aydın, Evrim Deniz, û Şehriban Aslan, hwd.) rastî gefên online an kolanan hatin.
Gef û êrîşên bi motîvasyonên siyasî yên li dijî nûnerên medyaya herêmî bûn sedema fikaran, û gulebarana ofîsa Îzmîrê ya rojnameya Evrensel bûyerên salên 1990î yên tarî anî bîra mirovan. Rojnamevanên jin jî ji ber nûçe û ramanên xwe, di qada online û hawîrdorek bêcezatiyê de, rastî êrîş û gefên zayendperest tên.
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê daxwaz kirin ku hemû aliyên mirina rojnamevan û derhênerê belgefîlmên jîngehê Hakan Tosun (50), ku di êvara 10ê Cotmeha 2025an de li Stenbolê rastî êrîşê hat û pişt re mir, werin ronîkirin.
AYM: ji bo sê rojnameger û dezgehek 385 hezar û 980 TL tezmînat xwest
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di serlêdanên ku di sala 2025an de wekî binpêkirina çapemenî û azadiya ramanê bi nav kir de, Murat Aksoy, Hayko Bağdat, Hasan Cemal, Tuğçe Tatari, Aydın Gelleci û rojnameya Evrenselê weke mafdar nirxand. Dadgeha Bilind ji bo van serlêdanan biryar da ku 385,980 TL tazmînat, tevî lêçûnên dadgehê, bide.
Merdan Yanardag, derhênerê weşana giştî a TELE1a ku di bin rêvebiriya qeyûm de ye, du sal berê ji ber gotinên wî yên derbarê rêberê PKKê Abdullah Ocalan de 100 girtî mabû. AYMyê ji bo vê biryar da ku 166 hezar 500 TL tazmînata manewî ji bo Yanardag were dayîn. Lêbelê di 26ê Cotmeha 2025an de Yanardag vê carê jî bi tohmeta "sîxuriyê" hate girtin û ev biryara AYMê ji girtinê re nebû asteng. Ji aliyekî din ve, Dadgeha Destûrê bi yekdengî serlêdana rojnamevan Ragip Duran a derbarê cezayê girtîgehê de ku ji ber hevgirtina wî ya sembolîk bi Ozgur Gundemê re hatiye dayîn, wekî nepejirandî dît.
Doza Mûmcû û Dînk
Darizandina Oguz Demir, ku tê îdiakirin ku di 24ê Çileya 1993an de bombe li bin otomobîla rojnamevan Ugur Mumcu daniye û bûye sedema mirina wî, û bi rêya Interpolê tê lêgerîn, tenê bi saya israr û hewldanên malbata Mumcu û parêzerên wan berdewam dike. Di dozê de, ku dê di 9ê Sibatê de berdewam bike, piştî 32 salan cihê êrîşkar û malbata wî, ku tê gotin ku li Avusturalyayê ne, tê lêkolînkirin.
Rojnamevan û çalakvanê aştiyê Hrant Dink 19 sal berê hate kuştin. Koma Pelitli ya li Trabzonê, karmendên ewlehiyê yên ku di kuştinê de xemsarî nîşan dan û "li ser navê FETO" zemîna kuştinê amade kirin, hatin darizandin, lê ji ber gef û hedefgirtina rojnamevan berî kuştina wî, tu kesî hesab nedan. Her weha, gelek serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî hene ku derbarê berpirsên giştî û rayedarên îdarî de ne ku di dema lêpirsînan de hatine parastin, nehatine darizandin, an jî her çend werin darizandin jî, hatine beraetkirin.
Krîza medyayê, qeyûm: 70 rojnameger bêkar in
Di nav salê de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana Bînalî Erdogan, kameramanê TRTê biryara tezmînata 7 hezar 600 Euroyî da. Erdogan bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ji wezîfeyê hatibû girtin.
Di sala 2025an de bi sedan karmendên medyayê ji ber krîza aborî bêkar man. Lêbelê ji ber ku qeyûm tayînî TELE1ê bû herî kêm 70 karmendên medyayê bêkar man.
bianet ji sala 2001an vir ve li Tirkiyeyê binpêkirinên azadiya derbirînê û çapemeniyê weke rapor tomar dike. Her wiha ji sala 2004an vir ve van raporan ji sê mehan carekê diweşîne. Ji bo hemû Raporên Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê bitikîne.
(EÖ/HA/AY)






