Ji bo xwendina Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê (Nîsan-Gulan-Hezîran 2025) bi formata PDFê, bitikîne
Sibê 24ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê ye.
Gelek sal in ku hiqûq weke amûrek ji bo armancên siyasî tê bikaranîn. Piştî vê yekê di nava hukumetê de rayedarên ku di asta herî jor de hatine hilbijartin û tayînkirin di daxuyaniyên xwe yên “li ser navê gel” yên li ber raya giştî de ji bo rojnameger û aktorên medyayê (Fatih Altayli, berpirs û karmendên kovara LeManê, hwd.) werin girtin bi aşkereyî rol girtine. Ev rewşe ketiye qonaxeke din a metirsîdar.
Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê ya qonaxa Nîsan-Gulan-Hezîran 2025an, nîşan dide ku tevî midaxeleya giran a hikûmetê a di darazê de, di dadgehên herêmî de hin biryarên erênî hatine dayîn ku hêviyê zindî dihêlin. Lêbelê di şeş mehên dawî de, herî kêm 20 rojnameger, nûçegîhanê fotografan û karîkaturîst hatine girtin, herî kêm sê ji wan di zîndanîkirina malê de ne û bi dehan kesên din jî bi şertê kontrola edlî yên weke qedexeya derketina derveyî welat hatine astengkirin.
Li Tirkiyeyê ji ber bihêzbûna otorîterîzmê û lawazbûna serdestiya hiqûqê piralîbûna medyayê ketiye xeteriyê. Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2025an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nava 180 welatan de, vê carê ji ber zextên aborî yên li ser medyayê (RTUK, cudakariya di çavkaniyên dewletê de, hwd.) û lawazîya ango kêmaniya modelek darayî ketiye rêza 159an.
Di sê mehan de 153 bersûc, 7 girtin, 7 beraetkirin
Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê, di dozên cezê yên ku di nava sê mehan de hatine vekirin de 153 rojnameger tên darizandin. Herî kêm 7 ji wan, li gorî Qanûna Cezê ya Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna Dije Terorê (TMK) bi tohmetên ku "Nepenîtiya lêpirsînê binpêkirine", "daneyên kesane aşkere kirine", "saziyên dewletê piçûk xistine", "propagandaya rêxistinê kirine" û "alîkariya rêxistinê kirine” 10 sal û 9 meh û 4 roj (ji vî cezayî jê 2 sal, 4 meh û 12 roj cezayê girtîgehê yê taloqkirî ye) cezayê girtîgehê stendin. Di dozên ku di heman demê de hatin dîtin de şeş rojnameger û karîkaturîstek jî beraet kirin.
Di vê heyamê de di nav rêziknameyên ku rê li ber darizandina kêfî ya rojnamegeran vedike de, xala 301em a Qanûna Cezê ya Tirkan derket pêş. Herî kêm 13 rojnameger (Tolga Şardan, Tugçe Yilmaz, Deniz Yucel, Ece Uner, hwd.) ji ber rexneyên xwe yên li ser rêveberiya hukumetê û saziyên dewletê bi tohmeta ku "sazî û dezgehên dewletê piçûk xistine" hatin darizandin. Ji wan rojnameger Bahadir Ozgur, Merdan Yanardag û Ozlem Gurses ji aliyê dadgehên herêmî ve bi 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê (Ji vî cezayî sal û 6 meh û 22 roj hat taloqkirin) hatin cezakirin.
Rayedar ji bo darizandin û girtina rojnamegeran li ser kar in
Di sê mehên dawî de şeş rojnameger hatine girtin. Rojnameger Fatih Altayli êvara roja ku Serşêwirmendê Serokkomar Oktay Saral li ser medyaya civakî ew bi gotinên "Altayli! Dora te jî tê” hedef girt, hate desteserkirin û roja din bi îdiaya ku "gef li Serokkomar xwariye" hate girtin. Di vê qonaxê de çar berpirs û karmendek kovara LeManê ji ber karîkaturek ku destnîşan kirin ku ti eleqeya wê bi Pêxember Muhammed re tune ye jî dîsa hatin girtin.
Di qonaxa Nîsan û Hezîranê de herî kêm pênc rojnameger hatin berdan û cezayên zîndanîkirina li malê yên du rojnamegeran jî hate betalkirin. Elif Akgul û Yildiz Tar ku di 21ê Sibatê de di çarçoveya lêpirsîna HDKê de hatin girtin, piştî ku zêdetirî 100 rojan di girtîgehê de man, bi şertê kontrola edlî serbest bûn. Rojnamevan û nivîskar Ender Îmrekê ku di heman dozê de cezayê zîndanîkirina li malê lê hatibû birîn, di roja 100emîn de hate rakirin. Rojnameger Îsmaîl Saymazê ku di 19ê Adarê de di çarçoveya lêpirsîna xwepêşandanên Parka Gezîyê de hatibû desteserkirin, piştî 56 rojan cezayê wî yê zîndanîkirina li malê hate rakirin.
Li dijî rojnamegeran desteserkirin û operasyon zêde kirin
Di sê mehên dawî de 7 jê jin herî kêm 16 rojnameger û karîkaturîst hatin desteserkirin. Çar nûnerên kovara LeManê bi îdiaya ku karîkaturê Pêxember Muhammed xêz kirine hatin desteserkirin. Her wiha rojnamegerên lêkolîner Timur Soykan û Murat Agirel piştî giliyê Erkan Kork, xwediyê Flash TVyê hatin desteserkirin. Kork niha bi tohmeta şûştina pereyan di girtîgehê de ye.
Di çaçoveya lêpirsîna “rêxistinek” ku li Artvînê hatibû destpêkirin de rojnameger Semra Pelek û wergêra medyayê Melisa Efe çar rojan desteserkirî man û ji Stenbolê birin Artvînê ku bi qasî 3 hezar kmyî di rê de bûn. Her weha bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Edîtora nûçeyan a bianetê Tugçe Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna ku li ser gotina "Qirkirina Ermeniyan" ku di nûçeyek de derbas dibe, hatibû destpêkirin de, piştî kontrola GBTê li Kadıkoya Stenbolê hat desteserkirin. Rojnameger Nur Kaya û Evrim Gunduz ji bianetê û her weha rojnameger Yusuf Çelik dema Meşa Rûmetê a Stenbolê dişopandin, hatin desteserkirin.
Di sê mehan de çar êrîş û sê gef pêk hatin
Di vê heyamê de kovara mîzahê LeMan rastî êrişa komeke radîkal hat, her wiha sê rojnameger yek ji wan jin bû, dema ku li Gungorena Stenbolê û Marmarîsa Muglayê nûçe dişopandin, rastî êrîşê hatin. Rojnameger Alican Uludag, İsmail Ari û Fatih Altayli rastî gefên ji komên cûda hatin. Altayli piştî ku Serşêwirmendê Serokkomar Oktay Saral peyamek şand û got, "Altayli! Dora te jî hat”, hate girtin.
Heqareta li Serokkomar
Joakim Medin, nûçegihanê rojnameya Swêdî Dagens ETCyê di 27ê Adarê de li Tirkiyeyê hate girtin û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî vê darizandinên ji ber "heqareta li Serokkomar" careke din hatin rojevê. Di sê mehên dawî de di dozan de 16 rojnameger û karîkaturîst bi 74 sal û 8 meh cezayên girtîgehê tên hedefgirtin. Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Barış Pehlivan û rêveberê berê yê rojnameyê Ozan Alper Yurtoglu ji van dozan beraet kirin.
Ji bo qedexe û sansurê “hêcet” yek in!
Sansura online a li dijî rojnamegerên sirgûnkirî, yên li Tirkiyeyê û dezgehên medyayê di qonaxa Nîsan û Hezîranê de berfireh bûn. Sansura online a ji bo "mafên kesane" ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 10ê Cotmeha 2024an de betal kiribû, her çiqas ji bo bêserûberî û gendeliyê be jî vê carê ji bo "ewlehiya neteweyî û nîzama giştî" hat berdewamkirin.
Di sê mehên dawî de Dadgehên Cezê û Aştiyê gihîştina hesabên Xê (berê Twitter) ên malpera bianet û KaosGLyê û her weha ên rojnameger Altan Sancar, Ali Macit, Erk Acarer û Furkan Karabay asteng kirin.
Kuştina Ugur Mumcu sembola bêcezatiyê ye!
Di 24ê Kanûna Paşiya 1993an de bombe kirin bin wesayîta Rojnameger Ugur Mumcu bûn sedema mirina wî. Tê îdiakirin ku Oguz Demîr faîlê bûyerê ye û bi rêya Înterpolê lê digerin. Darizandina Demîr dê di 22ê Îlonê de li Enqerê berdewam bike. Piştî 32 salan li bendê ne ku Mehmet Agar, wê demê Rêveberê Giştî yê Emniyetê bû û paşê jî bû Wezîrê Dadê, weke şahid were guhdarkirin.
RTUKê 27 milyon TL ceza birî, lîsans di xetereyê de ne
Di sê mehên dawî de Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) li beramber 22 cezayê pereyê îdarî bi tevahî 26 mîlyon û 972 hezar û 802 TL û cezayê pere û 26 caran jî cezayê sekinandina weşanê birî.
Hukumet kanalên televîzyonê yên rexnegir ên wekî Halk TV û Sozcu TVyê ji ber ku rojeva CHPê nîşan didin weke derqanûnî bi nav dike. Ji ber vê yekê RTUK gefa betalkirina lîsansê li kanalên navborî dixwe.
Rêxistinên rojnamegeriyê RTUKê bi alîgirîyê tawanbar dike. Di demên dawî de biryara zeftkirinê ji bo xwediyê Halk TVyê Cafer Mahiroglû hat derxistin.
Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê azadiya ramanê yê rojnamevan Hayko Bagdad hatiye binpêkirin piştî ku ji ber berteka wî ya li hember hevpeyvîna rêveberekî bankê ku pirsîbû, "Xaltîka Ayşe bi pereyên biyanî çi dike?" cezayê pereyan lê hatibû birîn. Dadgeha Destûrî biryar da ku tevî 34 hezar TL tezmînata menewî dê bi tevahî 65 hezar 480 TL ji bo Bagdat were dayîn. Rojnamevanê Swêdî Joakim Medin dema ku di girtîgehê de bû, MLSAyê li ser bingeha “mafê ewlehî û azadiya kesane” serî li Dadgeha Destûrî da. Di vê heyamê de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser mafên rojnamevanan bêdeng ma.
(EÖ/HA/AY)







