Çemê Dîcleyê, yek ji çemên herî girîng ên Rojhilata Navîn tê hesibandin. Çemê Dîcleyê ji derdora Gola Hezarê ya Xarpetê dertê, di Amedê re derbas dibe û şaxên wî yên herî girîng Çemê Batman, Botan, Xabûr û Zap in.
Di heman demê de di nav axa Rojavayê û Herêma Kurdistanê re derbas dibe û di nav axa Iraqê de li nêzîkî Mûsilê bi gelek çemên din re dicive. Dû re nêzîkî Bexdayê bi Çemê Firatê re dibe yek û diherikin ser Şett el-Ereb û diherikin Kendava Basrayê. Dirêjahiya Çemê Dîcle bi tevahî 1900 km ye, ku jê 523 km di nav axa bakurê Kurdistanê de dimîne.
Di zimanê Kurdî yê kevin de navê Çemê Dîcle Tigira (Tigira ihtimal e ku wateye Ava Mezin). Bi Sumerî Idigna an Idigina ye, ku tê wateya ava herikbar. Paşê, ev nav wekî ti-gi-ra derbasî zimanê Elamî dibe, dû re wekî Tigris derbasî Yewnaniya Kevin bûye. Di Kurdiya îroyîn de an jî Dicle-Dîjle ye.

Çemê Dîcleyê ji bo Mezopotamyayê, ku ji gelek şaristaniyên herî kevin ên dîrokê re malovaniyê kiriye, pir girîng e. Tê zanîn ku ew bi hezaran salan di jiyana gelên herêmê de risteke navendî lîstiye, xwedî nirxek çandî û xwezayî ya mezin e. Amed, yekem bajarê ku ji bo Çemê Dîcleyê tê bîra mirov e, her çiqas di gelek bajaran re derbas dibe jî ew ji bo Amedê, bûye remzek girîng.
Çemê Dîcleyê, di heman demê de ji gelek çîrok, destan, stran û helbestî re bûye mijar. Her wiha ji bo gelê herêmê bûye çavkaniya debarê. Ax pê hatiye avdan û can daye candaran.

Her wiha gelek can jî daqurdandiye. Ava Çemê Dîcleyê di meha Nîsanê de ji ber helîna berfê ya li çiyayên bilind û barana biharê zêde dibe û digihîje asta herî bilind. Ji ber rêjeya zêde ya avê di hin salan de bûye sedema ku zirareke madî jî pêş bikeve. Di nava 50 salên dawî de îsal di meha Nîsanê de rêjeya ava çem gelekî bilînd bûye û derketiye asta herî bilind.
(RB/AY)



