Meha Nîsanê û Çemê Dîcleyê
Çemê Dîcleyê ji gelek çîrok, destan, stran û helbestî re bûye mijar, ji bo gelê herêmê jî bûye çavkaniya debarê. Ava Çemê Dîcleyê di meha Nîsanê de ji ber helîna berfê ya li çiyayên bilind û barana biharê zêde dibe û digihîje asta herî bilind. Di nava 50 salên dawî de îsal di meha Nîsanê de rêjeya ava çem gelekî bilînd bûye û derketiye asta herî bilind.