Di demên dawî de tundkarî û berhevkirina sewalên li kolanan dijîn zêde bûne. Bi boneya 4ê Nîsanê Roja Mafên Sewalan, sewalhezan polîtîkayên li dijî sewalan şermezar kirin û xwestin dawî li tundkariya qanûnên ku qirkirina sewalan pêş dixe were.
Li ber AZC Plaza ya li navçeya navendî ya Yenîşehîra Amedê, Platforma Mafên Sewalan a Amedê û Komeleya Dostaniya Sewalan (HAYDODER) jî li dijî zêdebûna komkirina sewalan û rêziknameyên qanûnî yên ku sewalên li kolanan dijîn hedef digirin, daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyaniya ku ji hêla nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr ve hate piştgirî kirin, tekez kir ku çavkaniya pirsgirêkê ne sewal bi xwe ne, lê qanûnên ku nayên bicîhanîn û nebûna çavdêriya şaredariyan in.
Di daxuyaniya hevbeş a ku li ser navê Platforma Mafên Sewalan a Amedê û Komeleya Dostaniya Sewalan hate dayîn de, hate bibîrxistin ku armanca sereke ya Qanûna Bi Hejmar 5199 e. Rayedarên komeleyê diyar kirin ku şaredarî û saziyên pêwendîdar bi salan e budçeyên xwe bi awayekî zelal bikar neanîne. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dawî li polîtikayên li dijî sewalan were. Her sewal dikaribe mafên xwe azad bijîn.

"Divê şaredarî xwedî li ajalan derkevin"
Piştî daxuyaniyê Serokê Komeleya Dostaniya Sewalan (HAYDODER) a Amedê Muhammet Bahattîn Dogrû, ji binetê re axivî.
Dogrû diyar kir ku divê rêz li mafê jiyana sewalan bê girtin û mafê tu mirovî tune ye ku tundiyê li sewalan biki û mafên wan ên jiyanê binpê bikin. Dogrû, xwest her kes rêzê nîşanî jiyana sewalan bide û got ku pêwîst e ji bo hemû sewalên ku rastî tundiyê tên, dengê xwe bilind bikin.
Her weha Dogrû bal kişand ser rista şaredariyan jî û xwest ku hemû şaredar di plan û polîtîkayên xwe yên li ser bajarvaniyê de li gorî mafên sewalan tevgerin.
Dogrû ev tişt anî ziman: "Hêza civakekê ne bi şiyana wê ya tunekirina qelsan, lê bi şiyana wê ya parastina wan tê pîvandin. Em zanist, wijdan û mafê pîroz ê jiyanê diparêzin. Mafê jiyanê yê her zindîwarî ye û ew maf pîroz e.”

"Divê kesên tûndkariyê li sewalan dikin bên cezakirin"
Dogrû diyar kir ku divê şaredarî peşî di hemû planên xwe de mafên sewalan li ber çavan bigire û xwest ku şaredarî pêşî li hilberîn û firoştina sewalan bigire. Her wiha Dogrû xwest ku kesên ji bo kêfa xwe sewalan li malan hepis dikin û piştî ku ji wan aciz dibin wan diavêjin kolanan rastî cezyên giran were.
Dogrû da zanîn ku li gorî zagona ku dewlet û desthilatiyê bi xwe derxistiye jî tevgerînek tune ye, dibêjin populasyona ji bo sewalan zêde bûye lê belê pêywirên xwe yê ku ji bo pêşîgirtina populasyonê ya bi tendurist bi cih naynin. Dogrû li ser vê mijarê jî ev tişt got:
“Em dixwazin jîngeha van ajalan di nav xwezayê de be. Ne di stargehan de. Li gorî zagona 7527a ku derxistine, zagona jingehî nine ya kuştin û qirkirin ê ye. Heke şaredariyan pêywira xwe bi cih bianiya dê ev pêş neketa. Hemû şaredariyan pêywira xwe bi cih neaniye lê tenê Şaredariya Amedê em dikarin bêjin li gorî mafên sewalan dixebitin.”
“Pêşiyên me mirovan ji bo xwe, ewlehî û parastina xwe, di heman de mê ji bo berjewendiyên xwe di dema xwe de sewal kedî kirine. Lê niha mirov xwedî li wan dernayên û li pêşberî wan hovane tevdigerin. Bi rêya ol û mezhebên olî dibêje sewal heramin û dûr dixin. Ev ne rast e û nayê qebûlkirin. Mafê tu kesî tune ku zilmê li sewalan bikin. Hovîtiyek pir dijwar li welatên misilman hene û li Tirkiyeyê ev zêdetir e. Dibêjin ‘hemû zindîwar Xwedê afirandine’ madem wisa ye çima hûn zindîwareke din tune dikin. Dîsa dibêjin, ‘Mirov başê her zindîwarî ye’ lê belê hemû qirêjî û xirabî bi destên mirovan pêk tên. Em vê zelal dibêjên bila tu zindîwar neyê kuştin û mafên wan neyê binpêkirin. Her wiha divê fetwayên olî û zagonên dewletan rê li ber tunekirin û qetilkirina sewalan veneke. Em vê jî bêjin tu partî û parêzgehên ajalan tuneye parêzanên ajalan heye. Em ji mamosteyan dixwazin li dibistanên xwe hezkirina sewalan bidin zarokan. Her wiha ji seydayan re jî dibêjin ku waezên xwe de mafên sewalan jî bi bîr bixin. Divê bi perwerdehiyê ev hişmendiya qirker a sewalan ji holê rabe.”

(RB/AY)





