Waliyê Enqereyê 39 hezar ajalên ku li kolanan dijîn birin kîderê?
Daxuyaniya Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat a ku gotibû "Li Enqereyê 52 hezar ajalên ku li kolanan dijîn hebûn, me hemû komkirin", rastî bertekên ajalparêzan hat. Ajalhezan bi bîr xist ku kapasîteya sitargehên heyî 13 hezar e û pirsîn ku bê ka çi bi serê 39 hezar ajalên din hatiye?