Îranê, li Urdunê bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha El-Ezreq a DYAyê kir
Artêşa Pasdarên Îranê ragihandin ku wan di roja Pêncşema 30ê Tîrmehê de li rojhilatê Urdunê bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha hewayî ya El-Ezreq ku bi navê Muvaffak Salti jî tê zanîn kiriye.
Pasdaran diyar kir ku ev êriş ji bo bersivdayîna bombabarana DYAyê hat kirin ku DYAyê heman rojê girava Qeşmê (Keşm) û eyaletên Bûşehr, Fars û Xuzistanê yên Îranê bombebaran kiribûn. Rayedarên Îranê ragihandin ku li girava Qeşmê li du malan hatiye xistin; di encamê de zarokek û dê û bavê wî/wê hatine kuştin, du zarok jî birîndar bûne.
Bîlançoya şerê DYA-Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê: 929 êrîş pêk hatine, 32 kes mirine
Îran: “3 balafir hatin têkşikandin û gelek leşker hatin kuştin”
İranê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku li El-Ezreqê qadên parkkirin û kontrola balafirên F-35an hatine armanckirin; sê balafir bi temamî hatine têkşikandin, sê balafir bi giranî zirar dîtine û gelek leşker û personelên teknîkî yên DYAyê jî mirin e.
Lê belê, ajansên nûçeyan ragihandin ku ev îdîayên Îranê ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.
CENTCOM: “Tu windahiyek nîne”
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) jî îdîayên Îranê red kirin û ragihand ku hemû mûşek û balafirên bêmirov (SÎHA) yên beşdarî êrişê bûne hatine astengkirin ango negehiştine armancên xwe; tu balafireke DYAyê nehatiye têkşikandin ango xerabkirin.
Hêzên Çekdar ên Urdunê jî ragihandin ku 5 mûşekên Îranê ku berbi welatê wan ve hatine arastekirin ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin. Ji aliyê rayedarên Urdunê ve têkildarî mirina leşkeran û têkşikandina balafiran tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Ji ber vê yekê, daxuyaniya Îranê ya derbarê mirina leşkeran û têkşikandina balafirên F-35an de, wekî îdîayeke ne piştrastkirî ye.
Piştî êrişên DYAyê
Artêşa DYAyê ragihandibû ku beriya vê êrişê, di bombebarana du saetan de navendên fermandariya pasdaran, tesîsên mûşekan û balafirên bêmirov, pergalên çavdêriya deryayî û yekîneyên deryayî jî di nav de bi dehan navendên leşkerî kirine armanc.
Washingtonê îdîa kir ku ev operasyon di bersiva êrişên mûşekan ên Îranê de hatine kirin ku rojek berê avêtibûn hêzên DYAyê yên li Rojhilata Navîn. Îranê jî parast ku êrişa El-Ezreqê tola bombebarana DYAyê ya li girava Qeşmê ye ku sivîl lê hatibûn kuştin.
Îranê kampa Komeleyê bomebaran kir: 9 Pêşmerge mirin
Urdunê dikişînin nav şer
Girîngiya bingehîn a êrişa El-Ezreqê ew e ku mînakeke nû dide nîşandan ku pevçûna di navbera DYA û Îranê de bi armancên leşkerî yên du welatan re sînordar namîne. Urdun baregehê dide hêzên DYAyê lê bi awayekî rasterast di nav şerê bi Îranê re de nîne.
Lêdana tesîseke li ser axa Urdunê ji aliyê Îranê ve, li gel binpêkirina serweriya welat, ji bo leşker û sivîlên dora baregehê jî xetereyeke rasterast çêdike. Parçeyên mûşekên ku di hewayê de tên astengkirin jî dikevin ser cihên niştecihbûnê û dibin sedema windahiya giyanî û zirara maddî.
Îranê ragihand ku di heman rojê de li Kuweytê jî baregeha hewayî ya Elî el-Salim ku yekîneyên DYAyê lê hene kirine hedef. Wezareta Parastinê ya Kuveytê ragihand ku di êrişa Îranê de avahiyeke şîrketeke Çînî li ber êrişê ketiye û têde karkerek miriye û zirareke mezin li avahiyê ketiye.
Welatên ku baregehên DYAyê lê ne dibin armanca bersivên êrişên leşkerî. Berdêla van êrişan karker, zarok û gelên herêmê yên ku ne aliyê rasterast ê pevçûnê ne, didin.
DYA êrişên xwe yên li ser Îranê didomîne
Êrişên li dijî hev şerê herêmî gur dike
Şerê ku di 28ê Sibatê de bi êrişa DYA û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir, di nava mehan de veguherî pevçûneke berfirehtir ku Îran, Îsraîl, İraq, Urdun, Kuweyt û welatên Kendavê di nav xwe de digire. Di êrişan de bi hezaran kes hatin kuştin, bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe bûn.
Sekreterê Giştî ê NYyê António Guterres, di hefteya duyemîn a Tîrmehê de ku gotibû: “Pêwîst e hemû êrişên bi vî rengî demildest bên rawestandin. Divê hemû alî berpirsiyariya xwe di asta herî mezin de nîşan bidin, ji gavên ku bibin sedema mezinbûna aloziyan dûr bisekinin û ji bo kêmkirina rageşiyê demildest bikevin tevgerê.” Di heman hefteyê de Trump dîsa banga vegera şer kiribû.
Li DYAyê jî nerazîbûnên ji bo rawestandina şer berdewam dikin. Senatorê Demokrat Tim Kaine, di 29ê Tîrmehê de li ser kursiyê Senatoyê şerê Îranê ji “sê aliyan ve neqanûnî” bi nav kir û bi bîr xist ku Kongreyê berê xwestibû ku hêzên DYAyê bila ji pevçûnan vebikişe. Tevna dijberên şer a Amerîkayê Win Without War jî di daxuyaniya xwe ya 27ê Tîrmehê de gotibû: “Serok Trump bi kirina sûcên şer ên li dijî sivîlên Îranî gefan dixwe; leşkerên DYAyê tên kuştin, bihaye enerjiyê dîsa bilind dibin, ev hemû tişt ji bo şerekî karesatbar, bê piştgiriya gel û neqanûnî rû didin.”
(AEK/AY)