DYA êrişên xwe yên li ser Îranê didomîne
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê(CENTCOM) ragihand ku wan şeva 9em jî li pey hev êrişî Îranê kiriye.
CENTCOMê şeva borî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku navendên fermandariyê yên leşkerî yên Îranê, pergalên parastina asmanî û qadên çavdêriyê yên li peravên deryayê bûne armanc.
Her wiha hat eşkerekirin ku di êrişan de şiyana deryayî, cihên berdanamûşek û dronan û torên pêwendiyê yên Îranê bûne hedef.
CENTCOMê destnîşan kir ku armanca van êrişan lawazkirina şiyana Îranê ye da ku nikaribe li Tengava Hurmizê êrişî keştiyên bazirganiyê û deryavanên sivîl bike.
CENTCOM: "Em amade ne"
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de diyar ku ew amade ne û weha got: “Hêzên CENTCOMê di amadebaşiyeke bilind de ne, hûr bûne,kujende ne û ji bo peywirê amade ne."
Aloziya di navbera Washington û Tehranê de piştî êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên li herêmê gihîştiye asta herî bilind û ev 9 şev in ku Amerîka li Îranê dide.
Îran jî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêmê dike.
Bihayê petrolê ji ber şer bilind dibe
Bihayê petrolê bi zêdebûna pevçûnên di navbera DYA û Îranê de bi awayekî hemwext bilind dibe.
Bihayê petrola brentê ya Deryaya Bakur di peymanên paşerojê de2,69 dolaran ango bi rêjeya ji sedî 3,05 bilind bû û gihîşt 90,79dolaran. Ev jî ji 11ê Hezîranê ve asta herî bilind e.
Hefteya borî bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 15,9 bilind bûbû kuev ji meha nîsana îsal ve bilindbûna herî mezin a heftane bû.
Petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî îro 2,19 dolaran ango ji sedî 2,65biha bû û bermîl bi 84,68 dolaran hat firotin. Ev jî ji 12ê Hezîranê veasta herî bilind e.
Marco Rubio: Îran dixwaze Tengava Hurmizê weke gef bi kar bîne
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku Îran dixwaze kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe û vê yekê li hemberî cîhanê wekî "gef” bi kar bîne.
Rubio destnîşan kir ku heke birêvebiriya Tehranê êrişên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî bidomîne, ew dê operasyonên leşkerî bidomînin.
Marco Rubio berî ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya Yekitiya Neteweyan a Asyaya Başûrrojhilat (ASEAN) ber bi Fîlîpînê ve bi rê bikeve, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rubio anî ziman ku armanca yekane ya êrişên li ser Îranê, lêdana wan hêzên leşkerî ye ku di êrişên li ser keştiyên bazirganî de tên bikaranîn.
Her wiha Rubio bangî welatên din kir ku ji bo parastina bazirganiya deryayî ya cîhanî piştgiriyê bidin.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rubio wiha pêde çû:
"Bi baweriya min, êdî cîhan pê dihese ku Îran, an jî hinek aliyên li Îranê, dixwazin Tengava Hurmizê kontrol bikin û vê wekî karta fişarê li hemberî cîhanê bi kar bînin."
Rubio eşkere kir ku heke Îran êrişên xwe yên li ser keştiyan bidomîne,ew dê bersiva pêwîst bidin.
Rubio diyar kir ku Amerîka li pey çareseriyeke dîplomatîk e lê ji bo vê yekê divê Îran helwesta xwe biguhere.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AW, ANF