Îranê kampa Komeleyê bomebaran kir: 9 Pêşmerge mirin
Dezgeha Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku êrişên li Zirgiwêza Silêmaniyê bi 7 mûşekan hatine kirin. Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî diyar kir ku 9 peşmergeyên mirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê Saziya Emniyetê ya Silêmaniyê ragihandiye ku saet 06:20an gundê Zirgiwêzê bi 4 mûşekan hatiye bombebarankirin.
Her wiha 2 mûşek li nêzîkî Girê Kupaniyê yê Qeredaxê ketine û mûşekek jî li gundê Qisirdiyê yê heman navçeyê ketiye.
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar jî gotiye ku ew ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan hatine bombebarankirin û 9 peşmergeyên wan mirine.
Her weha Azerbar weha got:
“Êriş bi 6 mûşekên bihêz û mezin bûn û hemû li herêmên me yên li Zirgiwêzeleyê ketin û hejmarek birîndarên me jî hene."
Nasnameyên pêşmergeyên canê xwe ji dest dane:
· Ferhad Qemerî, ji Dîwandereyê
· Sirûş Nesrî, ji Merîwanê
· Sîna Seferî, ji Şabadê
· Yasîn Kiyanpûr, ji Şazendeyê
· Ehmed Mehmûdî, ji Baneyê
· Reza Sadiqî, ji Bokanê
· Kesra Rehmannejad, ji Bokanê
· Siyawan Nîkîxa, ji Bokanê
· Zekerya Feqî Hesen Axa, ji Bokanê
Daxuyaniya Îranê
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li hemberî êrişên Amerîkayê yên li binesaziya Îranê, li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Urdinê daye.
Supaya Pasdaran a Îranê her wiha diyar kir ku wan baregehên hêzên "li dijî şoreşê" (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) yên li Herêma Kurdistanê jî kirine armanc.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku artêşa Amerîkayê şeva borî li hinek armancên sivîl xistiye ku di nav wan de li Bender Ebasê çend pir, herêmên niştecihbûnê û stasyoneke avê hene.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê de hat gotin:
"Li beramberî vê şerxwaziyê, hêzên Pasdaran di pêla 14an a operasyona Nesr-2yê de, balafirên şer û balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê yên li Urdinê bi mûşekên balîstîk û dronan kirin armanc. Di encamê de gelek balafirên şer û yên sotemeniyê hatin têkbirin û zerereke cidî gihîşt gelekên din jî."
Supaya Pasdaran a Îranê bangî xelk û artêşa Urdinê kir ku li dijî hebûna leşkerên Amerîkayê ya li ser axa xwe derkevin û berjewendiyên Amerîkayê yên li Urdinê bikin armanc.
Êrişên li Kuweyt û Silêmaniyê
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de behsa êrişên li ser sîstema mûşekî ya HIMARSê ya li Kuweytê û cihên leşkerên Amerîkayê û baregehên partiyên Rojhilatê kir.
Îran partiyên Rojhilatê wekî "li dijî şoreşê" bi nav kir û weha got:
"Di berdewamiya operasyona tolhildanê de, hêzên bejayî yên Pasdaran di pêla 15an a operasyona Nesr-2yê de, ji xeynî têkbirina mûşekên HIMARSê yên li Kuweytê, bi mûşek û dronan li çend cihên leşkerên Amerîkayê û hêzên li dijî şoreşê xist."
(FY/AY)