Îranê, li Urdunê bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha El-Ezreq a DYAyê kir
Artêşa Pasdarên Îranê ragihandin ku wan di bersiva êrişên DYAyê de, baregeha hewayî ya li rojhilatê Urdunê ku hêzên DYAyê lê bi cih bûne bi mûşekên balîstîk kirine hedef. Îranê da zanîn ku wan gelek leşker kuştine û balafir têk birine, lê belê DYAyê kuştina leşkeran ango têkbirina balafiran piştrast nekir.