Bîlançoya şerê DYA-Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê: 929 êrîş pêk hatine, 32 kes mirine
Di 28ê Sibata 2026an de şerê DYA, Îsraîl û Îranê destpêkir. Ji roja destpêka şer heta niha Îranê 929 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye. Di êrîşan de 32 kes mirin û di dehan kes birîndar bûn. Tenê di vê mehê de li dijî Herêma Kurdistanê 56 êrîşên bi dron û mûşekan hatin kirin.
Îranê kampa Komeleyê bomebaran kir: 9 Pêşmerge mirin
Navendên Peşmerge û baregehên koalisyonê kirin armanc
Li gorî daneyên ku Rûdawê berhev kirine, Îranê asta êrîşên xwe yên esmanî yên li dijî Herêma Kurdistanê zêdekirine û Îran di van êrişan de cihên niştecîhbûnê yên sivîlan, navendên Peşmerge û baregehên Koalisyonê armanc digirin. Ji êrîşên ku hatine tomarkirin 7 ji wan di 24 saetên dawî de pêk hatine.
Li gorî bîlançoya meha Tîrmehê, Îranê bi 38 dron û mûşekek êrişî sînorên Hewlêrê kiriye û her weha bi 10 mûşek û 6 dronan êrişî bajarê Silêmaniyê kiriye. Li bajarê Helebceyê jî cîsmekî ket xwarê. Di meha berê de (Hezîran) jî li ser herêmê bi tevahî bi 13 dron û 2 mûşekan êrîş hatibûn kirin.
DYA êrişên xwe yên li ser Îranê didomîne
Êrîşên di 24 saetên dawî de pêk hatine
Di 22ê Tîrmehê de berbi saetên sibehê li gundê Enebê yê Helebceyê cîsmek nêzî malekê ket xwarê. Di bûyerê de ziyanên canî çênebûye lê zirarê maddî çêbûye. Di saetên şevê yên 21ê Tîrmehê de jî li esmanê Hewlêrê ji aliyê pergalên parastina esmanî yên hêzên Koalisyonê ve 6 cîsimên cuda hatin têkbirin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji cebilxaneyên ku di êrîşên 22ê Tîrmehê de hatine bikaranîn pênc ji wan mûşek bûn û baregeha partiya wan a li Çemşarê armanc girtine. Ev mûşek di esman de ji aliyê Koalisyonê ve hatine têkbirin.
Her weha Peşmergeyekî ku di êrîşa 17ê Tîrmehê ya li devera Zirguvêzela Silêmaniyê de bi giranî birîndar bûbû, duh koça dawî kir. Di wê êrişê de 9 Peşmerge canê xwe ji dest dabûn.
Endamê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Mewlûdî: Me ji tu kesî çek wernegirtine, me gelê xwe parast
Ji destpêka şer ve 929 êrîş pêk hatine
Ji 28ê Sibatê heta îro bi dron û mûşekan 929 caran êriş li dijî Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin. Li gorî vê, Hewlêr bi 634 êrîşan di rêza yekem de ye, piştî wê bajarê Silêmaniyê bi 261 êrîşan, Duhok bi 31 êrîşan û Helebce bi 3 êrîşan tên.
Di encama êrîşan de heta niha 32 kes mirine û 147 kes jî birîndar bûn. Di nav 32 kesên ku mirine de ji Fermandariya Herêma Yekem a li Xelîfanê 7 Peşmerge, ji pênc partiyên cuda yên Rojhilat 19 Peşmerge û kurê Peşmergeyekî Rojhilatî, karmendekî asayîşê li Balafirgeha Hewlêrê wazîfedar bû û jin û mêrekî sivîl hene. Di êrîşan de her wiha leşkerekî Fransî û leşkerekî DYAyê ku li Hewlêrê bûn mirin e.
PAK: Îranê çekên qedexekirî bi kar anî
Beşek mezin ji 147 kesên ku di êrîşan de birîndar bûne jî ji hêzên ewlehiyê û sivîlan pêk tê. Di nav birîndaran de 18 sivîl, ji rêvebiriya Soranê 29 Peşmerge, ji Balafirgeha Hewlêrê sê karmendên asayîşê, ji Silêmaniyê du ewlehiyên taybet û pasewanê otelê, ji Parastina Sivîl a Xelîfanê du personel, ji Yekîneyên 70em du Peşmerge, pênc leşkerên Fransî yên ku li Hewlêrê wazîfedar in û gelek Peşmergeyên partiyên Rojhilatî cih digirin.