Li Amedê li cafeya bi navê Hewşê ev demeke ku konserên pir zimanî û hunermendên ji çandên cuda tên, li vê derê konseran didin. Yek ji van konseran jî ya hunermenda fransî Eleonore Fourniau bû ku roja înê (31ê Gulanê) li Hewş Cafeyê pêk hat.
Lansmana albûma ‘Neynik’ê
Eleonoreyê di çerçoveya lansmana albûma xwe ya bi navê ‘Neynik’ ê ku nû derxistî de konsera xwe ya yekem xwestiye ku li Amedê li dar bixe. Hewşa, Hewş Cafeyê heta ber deriyê derve bi gohdarvan û heskiriyên Eleonorayê re tije bûbû.
Piştî ku Eleonoreyê di destê wê de enstrûmana bi navê hurdy gurdy, bi hunermendê bi navê Bangevaz re derkete ser dikê bi strana ‘Esmar Eman’ dest bi konsera xwe kir.
Piraniya repertuara wê stranên kurdî bûn
Hunermenda fransî piraniya repertuara wê ji stranên kurdî û zaravayên wê yên kurmancî, soranÎ, kirmanckî pêk dihat. Di hemû zaravayan de jî dema distira mirov digot ew bi eslê xwe kurd e. Bi rastî jî dengê Eleonorayê em bi xwe re birin çiya û zozanên Kurdistanê yên bilind.
Stranên kurdî jî nivisîne
Hewce ez vê yekê jî bêjim ku bi qasî stranên wê rûgeşiya wê û sekna wê ya li ser dikê jî têra xwe kurdewar bû. Ew ê bi xwe jî çend stranên bi kurdî nivîsÎne û tev li vê albûma xwe ya dawî kirine. Yek ji wan jÎ strana bi navê ‘Bes e Birayê min’ e.
Ji herêma Botanê heta Behdînanê…
Eleonorayê hingî ku ji stran û çanda kurdan hes kiriye vê yekê bandora xwe daye stranbêjîya wê jî. Ji herêma Botanê-Cizirê heta ya Behdînan-Colemêrgê gelek stranên gelêrî strandin.
Ji bo bi kurdî bistre xwe hînî axaftina bi kurdî kiriye
Eleonorayê li ser dikê di navbera stranan de gelek caran bi gohdarvanan re dikete nav soxbetê behsa çîroka xwe ya ku kengî dest bi stranên kurdî jî kiriye, dikir û ev tişt got: “Ez gotinên kurdÎ bi giştî fam dikim. Bi rastî ez nizanim ji ber çi ye, lê gava ez stranên kurdî dibêjim ez wê dîrokê jî hîs dikim pir û pir jê hez dikim. Ji bo ez stranên kurdî bistrim, ez zimanê kurdî jî hÎn bûm. ”
Enstrûmana hurdy gurdy
Eleonorayê her wiha bal kişand ser dîroka enstrümana xwe ya bi navê hurdy gurdy û ev tişt anî ziman: “Ev enstrûmaneke ku hê ji serdema navîn ve yanî ji sedsala 11’emîn ve heye. Lİ Fransayê jî û liv an deran jî gelek caran meraq dikin û ji min dipirsin hurdy gurdyê. Her çiqas ku li hemû deverên Ewropayê ev enstrüman hebe jî zêde tu kes dîroka wê nizanê. Berê li qesra ji aliyê hunermendên wê demê ku gotin dinivîsîn ve hatiye bikaranîn. Di serdema barokê de jî ji aliyên kesên xizanên li kolanan diman ve jî hatiye bikaranîn. Piştre dibe enstrûmaneke gelerî.”
Eleonoraya ku nêzî du saetan li dikê mayî bi kelecan û hestên kurdewar xatirxwestin.
Derbarê Eleonore Fourniauyê de
Eléonore Fourniau di sala 1987an de li Parîsa Fransayê ji dayîk bûye. 3 salan li Ozbekistanê jiyaye. Perwerdeya xwe li ser dersên piyanoyê dîtiye û di sala 2010an de beşa dîrokê xwendiye û bi dawî kiriye. 5 salan li Tirkiyeyê jiyaye. Tev li gelek konser û festîvalan bûye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelekên din re derketiye ser dikê û stran gotine. Elêonore Fourniau stranên kurdî, ermenkî, tirkî, lazî distire. Di sala 2015an de xelata Altin Portakalê ya ‘Di mûzîkê de ya herî baş’ girtiye.