PİRTÛKXANEYA BERHEMÊN JİNAN
Hediye Guneş: Divê jin li pirtûkxaneya xwe xwedî derkevin
Demek berê Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê ji bo projeya ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ kampanya dabû dest pê kirin. Şaredariyê duh bi şahî û pirozbahiyekê deriyê pirtûkxaneya jinan vekir.
Şaredariya Peyasê dê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” veke
Di şahiya vekirina Pirtûkxaneya Jinan de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Parlamentera Dem Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka DBPê a Amedê, dayikên aştiyê û gelek sazî û dezgehên jinan amade bûn.
Têkildarî Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ji Rêvebiriya Xebatên Jinan a Şaredariya Peyasê Hedîye Gûneşê bi bianet kurdiyê re axivî u diyar kir ku divê êdî her jin li vê pirtûkxaneyê xwedî derkeve û bên li pirtûkxaneyê bi awayekî aram xebatên xwe bidomînin.

Hediye Guneşê wiha got: “Li gelek deverên cîhanê pirtûkxaneyên hem tenê ji bo jinan û ji berhemên jinan, her wiha berhemên behsa jinan dikin kêm in. Em jî hewld didin ku bi van xebatên rê li pêşiya kar û xebatên wan vekin.”
(WS/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir