Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve
Gelek caran rojên Şemî û Yekşemê ez jî wek gelek hevalên xwe yên li Amedê berê xwe didim Surê û bêhna dîroka qedîm li van kolanên Amedê dikşînim ser kezebê. Bi taybetî dawiya hefteyê mirov derziyê biavêje ji qerebalixê nakeve erdê.
Dawiya vê hefteyê jî bi heman awayî bû. Ez û hevalên xwe me berê xwe dan aliyê Minareya Çarlingî û di wir de xwe berda ber Dêra Surp Giragosê. Çend caran din jî dema em ji bo hin çalakî û hwd çûyî çavê min bi heman kesî ketibû û kurmanciya wî ya zelal di qoqilîka gohê min de mabû. Belê ez behsa yek bi xebatkarê li Dêrê Paramaz Mercan dikim.
Paramaz Mercan 54 salî ye û eslê xwe ji ermenên Amedê yên taxa Xançepekê ye. Paramaz ji me re hem qala kar û xebata xwe ya li Dêra Surp Giragosê kir hem jî bal kişand ser nêzikatiya kesên tên ziyareta Dêrê.

(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir