Dîroka 1ê Gulanê û çend stranên Kurdî yên 1ê Gulanê
Siyasetmedara sosyalîst Rosa Luxembûrg di nivîsa xwe de behsa dîroka 1ê Gulanê kiriye. Hin stranên ku li ser kedê, karkeriyê û 1ê Gulanê hatine strîn hene.
Siyasetmedara sosyalîst Rosa Luxembûrg di nivîsa xwe de behsa dîroka 1ê Gulanê kiriye. Hin stranên ku li ser kedê, karkeriyê û 1ê Gulanê hatine strîn hene.
Beriya niha bi 132 salan li bajarê Chicagoyê ya DYAyê karker ji bo ku di rojê de tenê 8 saetan kar bikin dest ji kar berdan. Di encama guleberdana polîsan de gelek karker mirin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Sala 1889ê biryar hat girtin ku 1ê Gulanê weke roja yekîtî, têkoşîn û piştgiriya karkeran bê diyarkirin. Ji wê rojê û heta îro ev roj tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî bi dehan sal in ku karker car caran di bin qedexeyan de car caran bi destûrê vê rojê pîroz dikin. Bi sedema 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî, nivîsa siyasetmedara sosyalîst Rosa Luxembûrgê ya Sibata 1894ê nivîsandiye, bi Kurdî diweşînin.
Her weha em cî didin çend stranên bi Kurdî yên li ser vê rojê hatine gotin.
Luxembûrg: Karker tenê li ser pîrozbahiya ji bo rojekê fikirîbûn
“Yekem car karkeran li Avustralyayê cejna proleteran ji bo di rojê de tenê 8 saetan kar bikin weke amûrek bi kar anîn. Karkerên Avustralyayî sala 1856ê li hemberî karkirina 8 saetan xwenîşandan li dar xistin, civîn û şahî çêkirin û biryar dan ku rojekê dest ji kar berdin. Ji bo wê jî li ser roja 21ê Nîsanê biryar girtin. Karkerên Avusturalyayî bi niyet bûn ku tenê sala 1856ê vê biryarê bi cî bînin. Lê ev pîrozbahiya pêşiyê, bandoreke gelekî mezin li girseyên proleter ên Avustralyayî kir. Heyecaneke nû di nava wan de çêkir û bi vê re biryar hate girtin ku ev pîrozbahî her sal çêbibe.
(…)
Karkerên Amerîkayî li ser rêça karkerên Avustralyayî çûn û ji bo 1ê Gulanê ya sala 1886ê biryar girtin ku rojekê dest ji kar berdin. 1ê Gulanê, 200 hezar karkeran li Amerîkayê dest ji kar berdan û daxwaz kirin ku di rojê de tenê 8 saetan kar bikin. Di encama fişarên yasayî de û bi çewisandina polîsan re, çend salan piştî vê, pêşî li xwenîşandaneke bi vî awayî hate birîn. Lê dîsa jî sala di 1888ê de karkeran ji bo ku di 1ê Gulanê sala 1890ê de xwenîşandanekê li dar bixin biryar standin.
Di vê navberê de tevgera karkeran a li Ewropayê jî bihêz û zindî bûbû. Ev bihêzbûn û zindîbûn di encamê de hişt ku sala 1889ê Kongreya Karkeran a Navnetewî kom bibe. 400 delege beşdarî vê kongreyê bûn û di kongreyê de biryar hate standin ku ji bo di rojê de tenê 8 saetan kar bikin bixebitin. Li ser vê biryarê, nûnerê sendîkayên Fransî, karkerê Bordeauxî Lavigneyê pêşniyar kir ku, li hemû welatan di heman demê de dest ji kar berdin û vê daxwazê bînin ziman. Nûnerê karkerên Amerîkayî bal kişand ser wê biryara rêhevalên xwe ku wê di 1ê Gulanê ya 1890ê de dest ji kar berdin û Kongreyê biryar girt ku vê dîrokê weke roja proleterya ya karkeran pîroz bikin.
Beriya 30 salan, karkerên Avûstralyayî di rastiyê de tenê li ser pîrozbahiya rojekê fikirî bûn. Kongreyê biryar girt ku, karkerên hemû welatan, 1ê Gulanê ya 1890î ji bo di rojê de tenê 8 saetan kar bikin, bi hev re xwenîşandanan çêbikin. Kesî behsa wî tiştî nekir ku ev pîrozbahî wê di salên din de jî berdewam bikin. Helbet ti kesî wê gavê nedizanî ku wê ev fikir weke çirûskekê vêkeve û wê bi ser keve û çîna karkeran di demeke kurt de wê xwedî li vî fikrî derkeve. Li gel vê, careke bi tenê pîrozbahiya 1ê Gulanê bes bû ku 1ê Gulanê her sal bê pîrozkirin û ev weke hewcedarî bê dîtin.
Di 1ê Gulana pêşiyê de daxwaz hat kirin ku di rojê de tenê 8 saetan kar bikin. Lê piştî bidestxistina vî tiştî jî dawî li pîrozbahiya 1ê Gulanê neanîn. Heta ku têkoşîna karkeran a li hemberî bûrjûvazî û çîna desthilatdar berdewam bike û heta ku hemû daxwazên çîna karkeran neyên qebûlkirin wê 1ê Gulanê bibe roja ku çîna karkeran van daxwazan her sal bîne ziman. Û dema ku rojên baştir hatin, dema ku çîna karkeran a cîhanê rizgar bû, ihtimaleke mezin wê gavê jî dê 1ê Gulanê, ji bo bîranîna têkoşîna ku di dahatûyê de hatiye dayîn û êşên ku hatine kişandin bê pîrozkirin.”
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 39,05 e û li gorî ENAGê jî ji sedî 79,51 e
Li gorî ENAGê enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 3,37 ê û enflasyona salane jî bûye ji sedî 79,51. Li gorî TUÎKê jî enflasyona mehane ji sedî 2,27 e û enflasyona salane jî bûye ji sedî 39,05.
Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyona meha Sibatê aşkere kirin.
Di meha Sibatê de enflasyon ji sedî 2,27 e û ya salane jî ji sedî 39,05 e.
Di diyarkirina rêjeya zêdekirina kirê de navîna donzdeh mehan ji sedî 53,83 hat pîvandin.
Rêjeya beşa perwerdehiyê him mehane him jî salane ji yên din zêdetir bûye. Mehane enflasyon di vê beşê de ji sedî 9,92 û salane ji sedî 94 zêde bûye.
Li gorî ENAGê ji sedî 79,51 e
Li gorî daneyên ku Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) aşkere kiriye rêjeya enflasyona meha Sibatê ji sedî 3,37 e. Her weha li gorî ENAGê enflasyona salane jî ji sedî 79,51 e.
Li gorî daneyên TUIKê li Tirkiyeyê 32 mîlyon û 718 hezar kes hatine îstîhdamkirin. Lêbelê ev rêje di mêran de ji sedî 66,9 e û di jinan de ji sedî 32,4 e.
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUÎK) aşkere kir ku rêjeya bêkariyê ya sînordar ji sedî 8,5 e û ya berfirehkirî jî 28,2 e.
Li gorî TUÎKê hejmara bêkarên 15 salî û mezintir di Kanûna Pêşiyê de li gor meha borî 39 hezar kêm bûye û derket 3 milyon û 26 hezar kesî.
Her wiha rêjeya bêkariyê 0,1 puan kêm bû û derket ji sedî 8,5an. Rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 6,9 e û ya jinan jî weke ji sedî 11,4 hat pêşbînîkirin.
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di Kanûna Pêşiyê de li gorî meha borî 54 hezar kes kêm bûye û weke 32 milyon û 718 hezar kes hat pîvandin.
Rêjeya îstihdamê jî 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 49,5. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,9 û ji bo jinan jî ji sedî 32,4 e.
Rêjeya bêkariyê ya di nav ciwanên di navbera 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û derket ji sedî 16,3an Rêjeya bêkariyê di vê koma temenî de; Ji bo mêran ji sedî 13,1 û ji bo jinan jî ji sedî 22,1 e.
Her weha li gorî daneyên TUÎKê hejmara bêkaran ya berfirehkirî 11,5 mîlyon e.